Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ahmet Turk îfade da: Lêpirsînek siyasî ye

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin, di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ ya Serdozgerê Komarê yê Enqereyê dabû destpêkirin de, îfade da. Bi Turk re, Parlamentera HDP’ê Pero Dundar, rêveberên partiyê û parêzer hatin edliya Mêrdînê. Turk bi Pergala Ragihandina Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfade da dozgerê Edliyaya Enqeyeyê.

Pirsên weke, parvekirinên medya civakî yên aîde  Navenda Giştî yên di 6 û 8’ê Cotmehê de hatibûn kirin, daxuyaniya ji aliyê MYK’a HDP’ê vê hatibû dayîn, daxuyaniyên di 20’ê Îlona 2014’an de dabûn çapemeniyê û piştî şerê li Kobanê bi dawî bû çûyîna wî ya bi şandeyê rê ya li bajêr jê hatin pirsîn.

Serdana Kobanê

Ahmet Turk di îfadeya xwe de wiha bersiva pirsan da: “Di çarçoveya agahiya dewletê de em çûn Kobanê. Ez di sala 1973’yan ketim parlamentoyê. Min 6 serdeman wekîltî kir. Di tevahiya jiyana xwe de, ez ji bo çareseriya demokratîk xebitîm. Bi sedan car ez beşdarî bernameyên televîzyonan bûm. Min daxuyanî dan. Li van deran min, di mijara çareseriya demokratîk û aştiyane de israr kir. Bi hezar car min got ku bi şer pirsgirêk çareser nabin. Trajediya mirovahiyê li Kobanê dijiya. Ji 15 hezarî zêdetir penaber hatibûn wê derê. Ji bo van penaberan tenê me bangawaziya alîkariyê kir. Dewletê bi xwe jî di vê mijarê de alîkarî da. Dîsa me bi Waliyê Mêrdînê re alîkarî organîze kir. Di vê mijarê de hin daxuyaniyên min hene. Di van daxuyaniyan de min banga alîkariyê kir. Ez wê demê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê bûm. Min cihê xwe di Lijneya Rêveberiya Navendî de ne digirt. Min daxuyaniya MYK’a yê jî ji çapemeniyê bihîst.

Belê ez çûm Kobanê. Lê ez bi destûra Walîtiya Rihayê û Qeymeqamê Pirsûsê çûm wê derê. Ji bo ku ez rewşa wê derê mêze bikim û avahiyên hilweşandî tespît bikim çûm serdana Kobanê. Min ev serdana xwe bi komeke 10-15 kesan re pêk anî. Me bi tu awayî hevdîtin bi rêveberên rêxistinekê re nekir û bi KCK’ê re hevdîtin kir. Min mirovên li Kobanê mabûn em pêşwazî kirin. Me rewşa li wê derê tespît kir û em paşve vegeriyan.

Hûn jî baş dizanîn, wê demê Rêveberiya Federe ya Iraqê çek û maşineyên zirxî şandin. Çûyîna me ya wê demê ji ber nêzîkatiya dewletê bû. Wê demê ji Iraqê malzemeyên eskerî çûn û li ser Tirkiyeyê rê maşîneyên zirxî çûn. Me jî destûr xwest û em wisan çûn. Ez sûcdariyên li ser xwe qebûl nakin. Di bûyerên 9-8’ê Cotmehê de jî ez li Mêrdînê bûm.

Min di vê pêvajoyê de jî, banga aramiyê kir. Tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê min nas dike. Sedama çûyîna min a Iraqê jî, felçbûyîna Celal Talabanî bû. Ji Almanyayê vegeriyabû min çû wî ziyaret kir.”

Qedexeya derketina derveyî welat

Piştî îfadeya Ahmet Turk parêzerên wî parastin kir. Dozger bi daxwaza biryara qedexeya derketina  derveyî welat, Ahmet Turk sewqî dadgehê kir. Dadgeha Cezayê Sûlhê, wê piştî nîvro derbarê Turk de biryara xwe aşker bike.

Turk di derketina edliyê de derbarê lêpirsînê de daxuyanî da û wiha got: “Ev lêpirsîn ne hiqûqî ye û ne adilane ye. Piştî 6 salan vekirina dozeke wiha, biryarek siyasî ye.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar