Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ahmet Turk:Em di nav kurdan de xiyanetê qebûl nekin

Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên Di Dêrguşa Şaristaniyê De Xizmên Xwe Windar Kirine re (MEBYA-DER) û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber meha Remezanê bernameyeke fitarê li dar xistin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û gelek kes tev li bernameyê bûn.

Ahmet Turk ê beriya bernameya fitarê de axivî, diyar kir ku tevî di meheke pîroz de ne jî li ser gelê kurd êrîşeke giran heye. Turk, bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Herêma Kurdistana Federe û wiha got: “Îro li Başûr, Rojava û Bakur zilmeke mezin li gelê kurd tê kirin. Em baş dizanin ku li girtîgehan siyaseta tecrîdê tê meşandin. Îro tê xwestin ku li girtîgehan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin. Êrîşên li ser partiya me û hemû rêxistinên me berdewam dike.” Turk, destnîşan kir ku encax bi mezinkirina berxwedanê dikarin êrîşan asteng bikin.

Turk di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Roj roja yekitiyê ye. Roj roja xwişk û biratiya gelê kurd e. Em naxwazin weke berê xiyanet bikeve nava kurdan.” Turk, qala helwesta PDK’ê ya di êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de jî kir û got: “Em îro vê xiyanetê dibînin. Kî xiyanetê li gelê xwe bike wê roj were hesabê bide gelê xwe. Ji ber wê yekê ez ji her kesê re vê dibêjim. Gelê Başûr jî siyaseta Başûr jî îro li dijî van êrîşan e. Li dijî xiyaneta PDK’ê ne. Ji ber vê yekê divê em li her derê li dijî xiyanetê derkevin.”

Piştî axaftinan bername bi xwarina fitarê bi dawî bû

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar