Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ajokarê DAIŞ’ê: Me birîndar bi hêsanî derbasî Tirkiyeyê dikirin

Çeteyê DAIŞ’ê Mihemed Emer Ebdilqadir got ku ew bi saya xwediyê ‘Helfet In Not’ ê Bekîr Asturk tev li DAIŞ’ê bû. Ebdulqadir ku dibêje ajokarê ambulansê bû, diyar kir ku wî gelek DAIŞ’î ji Tebqayê di anîn Girê Spî û ji wir jî bi fermî derbasî Tirkiyeyê dikirin

Çeteyê DAIŞ’ê Mihemed Emer Ebdulqadir ku weke Ebû Mihemed Almanî tê naskirin, bi eslê xwe ji Tunusê ye lê hemwelatiyê Almanyayê ye. Çete di dawiya 2013’an de rêxistina ‘alîkariyê’ ya bi navê ‘Helfet In Not’a Bekîr Asturk ku Astûrk di lîsteya cîhadîstan a îstîxbarata almanan de ye, nas dike û li vir dest bi xebatê dike. Çete Ebdilqadir dibêje ku ji wî xwestine ku ambulansan bibe Sûriyeyê û wî jî qebûl kiriye.

Çete Ebdulqadir got ku di meha 3 yan jî 4’an a 2014’an de li ser daxwaza Bekîr Asturk, bi wî re çûye Stenbolê. Ebdulqadir diyar kir ku ji Stenbolê jî rahiştiye ambulansekê û ji deriyê sînor ê Cîlvegozû-Reyhanliyê derbasî Idlibê bûye. Ebdulqadir wiha berdewam kir: “Şaxa Helfen In Not’ê yek jî li Idlibê hebû. Têkiliyên Asturk ên bi efser, leşker û karmendên dewleta tirk re pir baş bûn. Bi rehetî ambulans dibirin Idlibê. Li ber Deriyê Sînor ê Bav El Hewayê kesên nas hebûn. Ji Almanyayê heta Idlibê hemû ewraq fermî bûn. Tu kesî li ambulansan nedihêrîn.”

‘Birîndarên giran dibirin Girê Spî’

Di berdewamê de jî çete Ebdulqadir anî ziman ku Bekîr Asturk jê xwestiye ku 2 ambulansan bibe Babê ku wê demê di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bû û wiha domand: “Li Babê mirovên rihên wan dirêj hebûn. Rengên wan cuda bûn û alayên DAIŞ’ê hebûn. Ji wir jî em şandin Tebqayê. Me ji wir birîndarên giran di anîn Girê Spî. Ji wir jî kesê bi navê Ebû Bekir Kurdî (Ebû Îbrahîm Kurdî) birîndar bi ambulanseke cuda dibirin Tirkiyeyê. Ev kar pir hêsan û rêxistinî bû. Min 3-4 mehan birîndar birin Girê Spî. DAIŞ’ê piştre jî ez şandim Iraqê. Salekî li Iraqê xebitîm û piştre jî şandin Reqqayê.”

‘Dema me birîndar derbas dikirin tu pirsgirêk dernediketin’

Çete Ebdulqadir daxuyand ku Girê Spî cihê fermî yê têkiliyên DAIŞ û dewleta tirk bû û wiha pê de çû: “Dema ku me bihîst Girê Spî ketiye destê HSD’ê, ji tunelên bin erd ên li gundê Bab Leman a Raiyê çek dihatin û birîndar dibirin Tirkiyeyê. DAIŞ’î li Tirkiyeyê li gelek nexweşxaneyan dihatin dermankirin. Dema birîndar derbas dibûn jî tu pirsgirêk dernediketin. Di gotin ku birîndaran dibin Riha, Hatay û Stenbolê. Ez di 24’ê kanûna sala 2017’an de ji qada Sihelshell a Dêrazorê reviyam û teslîmî HSD’ê bûm.”

Îstîxbarata alman xebatên çeteyan deşîfre kir

Li gorî dozgeriya Kolnê, heta niha Helfet In Not 9 ambulans ji DAIŞ’ê re şandine. Li gorî kovara Der Spîegelê, yekîneyên ewlehiyê yên alman di adara 2014’an de telefonên 2 endamên komên selefî guhdar dikin û bi vê rêyê hîn dibin bê ka ambulans çawa ji DAIŞ’ê re hatine şandin. Endamê çeteyan Mistefa A. û Mîrza B. dibêje ku di sala 2014’an de yek ji ambûlasan wî bi xwe di ser Tirkiyeyê re biriye Sûriyeyê.

Li gorî lêkolîna ANF’ê, Helfen In Not ku bi fermî vî navî bi kar nayîne lê xebatan dike, li bajarê Neusê bi navê ‘Kulturverein Weckhoven e.V.’ ‘alîkariyê’ kom dike. Her wiha saziyeke dî ya bi navê ‘Al Yateem’ jî girêdayî Kulturverein Weckhoven e.V. dixebite. RIMÊLAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar