Hîfzûllah Kûtûm ê li Zanîngeha Firata Xarpêtê di Beşa Maliye, Zanîstên Îdarî û Îktîsatê de peywirdarê lêkolînê bû, ji ber li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû, ji peywirê hat girtin.
Piştî ku gotina ‘Ev Der Kurdistan e’ ya welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen dema serdana Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener a Sêrtê de bi wî re sohbet dikir anî ziman, bû rojeveke siyasî, Kûtûm jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû. Li ser vê yekê dekantiya zanîngehê der barê Kûtûm de lêpirsîn dabû destpêkirin. Kûtûm ê beriya lêpirsînê hatibû hişyarkirin, ji peywîrê hat girtin. XARPÊT