PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Akademisyanên ereb: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nêzîk e

Akademisyenên ereb û kurd xwestin 4'ê Nîsanê bibe roja cîhanî ya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Rêber Apo statûya jinê guhert û jin kir mifteya jiyanê. Rêber Apo ji bo cihanê şensek e. Hêviya me heye ku wê di demeke nêz de azad bibe. Gelê kurd divê azadiya xwe bi dest bixin."

Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Îû çareseriya pirsgirêka kurd li cihanê berfireh dibe. Bi tabetî ji gelên Rojhilta Navîn lez dane xebatên mezinkirina pêngava azadiyê. Înîsiyatîfa erebî ya ji bo Azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava navneteweyî de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd li ser platforma dijîtal a Zoomê sempozyûm lidar xist.

Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç beşdarî sempozyûmê bû û derbarê rewşa Rêberê Gelê kurd Abddullah Ocalan de agahî da. Parêzer Dînç anî ziman ku Rêber Apo 26 sal in li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin û wiha got: “Di 12 salên destpêkê de destûr ji parêzeran re dihat dayîn. Lê di nava 14 salên dawî de destûr nehat dayîn ku em hevdîtinê pêk bînin. Her wiha di 8 salên dawî de jî hevdîtina malbatê jî tê astengkir. 25’ Adara 2021’an vir ve tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê gitin.”

Parêze Dînç bi bîr xist ku wan gelek caran bi Komîteya Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re têkilî daniye û wiha domand: “Her saziyan jî pêşniyara hevdîtina parêzer, malbatan kirin, lê Tirkiyeyê ev pêşniyar hîn qebûl nekiriye. Tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê mutleq e û ji hemû peymanên navneteweyî derbas dibe. Şert û mercên ku Abdullah Ocalan tê de ye ji yên Nelson Mandela dijwartir in. Hêzên ku piştevana Tirkiyeyê dikin ji bandora Rêber Apo ya hizrî gelek ditirsin. Ji lewra tecrîd di her mercî de dewam dike û rê nadin ku bi Rêbertî re hevdîtin bi awayekî fermî çêbibe. Ev jî metirsiyan dide avakirin.”

Zanyarê siyasetê û zanyarê Rojhilata Navîn Dr. Taha Alî da zanîn ku ramanên Abdullah Ocalan bandorê li cîhanê kiriye û ev tişt anî ziman: “Bêguman di Rojhilata Navîn de gelek zaniyar derketin û di heman demê de gelek kesên ku ji bo azadiya mirovahiyê bang dikir. Lê Rêber Abdullah Ocalan di vî alî de ji bo Rojhilata Navîn şensek e. Rêber Abdullah Ocalan xwe dispêre mîtolojiyê û wekî rêbaz, destpêk û qonax xwe digihîne heqîqetê. Ramana şikestina mirovahiyê ku serdema serdestiya mêr e û bi destseserkirina jinan dest pê kir û modernîteya kapîtalîst li ser vê yekê cîhan bi rê ve dibe. Di ramana fîlozof Abdullah Ocalan de navendîbûna civak û jinê bi awayekî ku ji bo gelek feylesof û ramanweran hatiye guhertin nîşan da.”

Koordînatorê Înîsiyatîfa erebî ya ji bo Azadiya Rêber Ocalan û nivîskarê Misrî Îlhamî El Melîgî diyar kir ku gelên azad ên cîhanê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan têdikoşin û wiha axivî: “Çi siyasetmedar be, çi bîrmend, hiqûqnas û çi hemû pispor bin, ji bo ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bigihînin hemû civakên ereban, ji bo ku hêzên zextê yên ereb û navneteweyî ava bikin, dixebitin. Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîneke mezin tê meşandin. Di nava pêkhateyên ereb şikandina tecrîdê, azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd her ku diçe zêdetir dibe. Hêviya me heye ku wê di demeke nêz de azad bibe. Gelê kurd divê azadiya xwe bi dest bixin.”

Îlhamî El Melîcî destnîşan kir ku Înîsiyatîfa erebî wê di demeke nêz de li ser Rêber Abdullah Ocalan û fikr û felsefeya wî li Misrê pirtûkekê derxîne.

Dr. Sahar Ehmed diyar kir ku wê çar pirtûkên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ên li ser jinan hatibûn nivîsandin xwendiye û destnîşan kir ku pirtûkên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bi ramaneke mezin û ezmûneke mezin bi wê re ava kiriye. Dr. Sahar bal kişand ser felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” a ramanên Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Azadiya jina kurd bi jiyana mirovan re girêdide. Statûya jinê guhert û jin kir mifteya jiyanê. Jina kurd di dirêjahiya dîrokê de têkoşiya û wêneyên qehremaniya li dijî tundî, nijadperestî û dagirkeriyê pêşkêş kir. Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêk nas kir, rave kir, rêya çawa bê çareser danî holê. Rêber Abdullah Ocalan di serketina jinên kurd de gelek mafên wan û alîkariya wan kir ku bi xurtî rabin. Rêber Abdullah Ocalan dît ku azadiya jina kurd azadiya Kurdistanê ye. Lewma azadiya jinê bi azadiya welat ve girêdide. Ev ji dibe sedema pêşketina civakê û hêzê dide civakê.

Dema Partiya Karkerên Kurdistanê hat damezrandin, jin bi sed hezaran tevlî partiyê bûn û wêneyeke nû ji jinê re dan avakirin, ku ji jina kilasîk ber bi jineke azad, demokratîk û xwedî hişmendiyeke serbest ve birin. Nîqaş bi pirsên mîna jina azad kî ye, em ê çawa xwe bigihînin wê û divê çawa be, dest pê kir. Ji bo ku diyardeya bidestxistina şoreşê di nava şoreşê de bê nîşandan, pirsgirêka jinê bi mijara rizgariya netewî re anî rojevê û hin têgînên weke têgeha jiyana azad hatin şirovekirin ku têkoşîn li dijî mêtingeriyê, çi siyasî çi civakî be, her wiha li hemberî serdestiya mêr a civakê, berdewam e.”

Prof. Dr. Mihemed Rifet El Îmam anî ziman ku Rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela li dijî polîtîkayên nijadperestiyê yên li Afrîkaya Başûr têdikoşiya û Abdullah Ocalan jî li dijî polîtîkayên nijadperestiyên Tirk ên li dijî gelê kurd, têdikoşe. Dr. El Îmam xwest ku 4’ê Nîsanê bibe roja cîhanî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Mamostayê Zanîngeha Şanşî ya Çînê Prof. Dr. Sîfan Seîd ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, diyar kir ku Abdullah Oclan ev 25 sal in di zindanên rejîmên zordar ên NATO’yê de bi rêya dewleta Tirk a faşîst, rojên herî dijwar derbas dike û wiha axivî: “Rêber Abdullah Ocalan bi model û têkoşîna xwe beşeke mezin a civakê guhertiye. Bi fikir û nêrînên wî bandor li gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin. Di heman demê de, rêberiya wî bandor li milyonan mirovan kir ku ji bo mafên xwe şer bikin. Encama têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a fikrî û pratîkî rêyên cuda yên têkoşînê li dijî neheqî û hêzên mêtinger ên li herêmê ava kir. Niha em dibînin ku nakokî di navbera kesên ku dixwazin bi rûmet û azad bijîn û yên ku dixwazin gel di bin zilm û zorê de bihêlin de heye. Niha li herêmên ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên wî lê heye, hûn dikarin wî li wê derê bibînin.

Rêber Abdullah Ocalan ji bo zihniyeta kevnar biguherîne û ji bo kesên ku dixwazin azad bibin kesayetek nû biafirîne, rol lîstiye. Tu kes nikare van guhertinên erênî yên mezin bi taybetî li gel jinên Rojhilata Navîn înkar bike.”

Dr. Ehmed Enbiyuh jî li ser rexneyên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ên li ser netew-dewletê û girîngiya van rexneyan axivî û wiha got: “Tiştê ku îro li herêmê em dibînin, encama modela dewleta netewe ya yekalî ye ku nûnertiya berhemeke rojavayî, kapîtalîst dike. Abdullah Ocalan jî bi pêşkêşkirina neteweya demokratîk gaveke mezin di têgîn û reftaran de avêt.”

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim jî li ser girîngiya fikrên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan di jiyana gelê kurd û gelên herêmê de axivî û got: “Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna têkoşînê dixebitin ta ku çanda parvekirin û rêzgirtinê bidin jîyîn. Ew jî weke Akademiya Abdullah Ocalan bi gelek saziyan re ji bo avakirina fikir û zihniyeta mirovekî demokirat ku karibe jiyaneke beşdariyê ava bikin, dixebitin.”

Ji Başûrê Kurdistanê Dr. Hîkmet Ebdulkerîm jî li ser têgeha azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û pêwîstiya hebûna azadiya civakî rawestiya û her wiha pîvanên exlaqî yên fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan anî ziman. Dr. Ebdulkerîm destnîşan kir ku pêwîste her kes û civak berpirsyariya xwe li pêşberî kesên din û xwe bi cih bîne, da ku em di navbera gelan de bi taybet gelên ku di bin zextê de ne, bigihêjin yekitî û hevgirtinê.

Parêzer Dr. Ehmed Receb bal kişand ser rewşa tecrîdê ku hemû qanûnan derbas dike û destnîşan kir ku divê xebatên mafên mirovan, gelêrî, akademîsyen û medya ji bo pêkanîna mebestên herêmî û navneteweyî zextê li dewleta tirk bikin, ta ku parêzer û malbata hevdîtinê bikin. Dr. Ehmed Receb anî ziman ku ew weke endamekî Yekîtiya Buroyên erebî ew ê bi însiyatîfa xwe li qada hiqûqî ya ereban bi awayekî berfireh û di platform û qadên xebatê yên curbecur de bikeve nava tevgerê û got ku ew ê fikir û felsefeya ku Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan temsîl bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar