Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP'ê Bahçelî çûm cem parlementerên...

Gelê Başûr dizane bê kî diz e, kî/kê fedaî ye

Ev nêzî 4 salin desthilta AKP-MHP’ê li başûrê Kurdistanê hewl dide bi tevgerên dagirkeriyê gerîla tine bike. Heke bi ser nekeve ku heta niha...

Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP'ê Bahçelî çûm cem parlementerên...

Gelê Başûr dizane bê kî diz e, kî/kê fedaî ye

Ev nêzî 4 salin desthilta AKP-MHP’ê li başûrê Kurdistanê hewl dide bi tevgerên dagirkeriyê gerîla tine bike. Heke bi ser nekeve ku heta niha...
Cuma - 18 Ekim 2024

Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP'ê Bahçelî çûm cem parlementerên...

Gelê Başûr dizane bê kî diz e, kî/kê fedaî ye

Ev nêzî 4 salin desthilta AKP-MHP’ê li başûrê Kurdistanê hewl dide bi tevgerên dagirkeriyê gerîla tine bike. Heke bi ser nekeve ku heta niha...

Akademîsyen Deepa: Em derbarê Îmraliyê de bi fikar in

Deepa Drîver diyar kir ku Tirkiye mafê hêviyê tune dike, parçe dike û wiha got: “Ewlehiya Konseya Ewropayê û hêza komîteya wezîran û giştîbûn pir bi fikare. Divê Konseya Ewropayê li dijî vê sekneke cidî nîşan bide. Em der barê Îmraliyê de bi fikar in.”

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara 2014’an de cezayê muebbeda giran ê bêyî mafê berdana bi şert ê li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye birîn, ji ber “Mafê hêviyê” weke binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) qebûl kir. DMME’yê jî Tirkiyeyê xwest ku qanûnên xwe sererast bike. Di ser biryarê re 10 sal derbas bûn lê Tirkiyeyê hêj jî tu gav neavêtiye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di navbera 17-19’ê îlonê de civiya û piştî 3 salan, biryara binpêkirinê ya DMME’yê kir mijara civîna xwe.

Ligel van pêşketinan 69 navdarên Xelata Nobelê girtine meha Tîrmehê de name ji Konseya Ewropayê Komîteya Wezîran (AK BK), DMME, CPT, Komîteya Mafê Mirovan a NY’ê (OHCHR) şandin û ligel vê hezar û 500 parêzer û nûnerên saziyan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re pêk bên îmze avêtibûn. Yek jivan jî akademîsyen û sendîkavan Deepa Drîver e. Deepa derbarê mijarê de pirsên JINNEWS’ê bersivand.

26 salin êşkence û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan didome. Hûn tecrîda giran çawa dinirxînin?

Tirkiye bi vê nêzîkatiya xwe ya li hember Birêz Abdullah Ocalan, di esasê de wî tune dihesibîne û heman demê de mafê hêviyê tune dike, parçe dike. Ewlehiya Konseya Ewropayê û hêza komîteya wezîran û giştîbûn pir bi fikare. Ji ber vê jî ji bo ev giştîbûn ji nûve bê bidestxistin, divê Konseya Ewropayê li dijî vê sekneke cidî nîşan bide. Em der barê Îmraliyê de bi fikarin. Ya li wir tê jiyîn beriya her tiştî trajediye. Ev ne tenê fikare, şaşiyeke bi xof e.

Birêz Ocalan 26 sale di bin tecrîdê ye û ev çend sale jî nikare bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî der barê ku ev binpêkirine de biryar daye. Lê mixabin Tirkiye li gorî vê biryarê tevnagere biryarê pêk nayene. Ev jî tê wateya ku Tirkiye biryaran tune dihesibîne. Dewletên Konseya Ewropayê di doza Abdullah Ocalan de tiştekî nabêjin. Ev ji bo tenduristî, bawerî û hêza Konseya Komîteya wezîran bi fikare. Ji bo ev yekitî ji nû ve bê bidestxistin divê konseya Ewropayê li dijî vê seknek cidî nîşan bide.

9’ê Cotmehê salvegera komployê bû, Îtalyayê piştî salan şûnde got DYA li wan geriyeye û gotiye Abdullah Ocalan radestê Tirkiyeyê bikin. Hûn vê daxuyaniyê çawa dibînin?

DYA li aliyekî ku aktorê ku binê hiqûqa navneteweyî dikoleye, li aliyê din jî li cîhanê digre û wekê ku aştî, azadî û pitşevaniyê tîne tevdigere. Ji ber vê jî serwezîrê berê yê Îtalyayê ji rayagiştî re daxuyand ku di bin zextê de maye. Ev mirovan matmayî nahêle. Mixabin em nizanin ku DYA çima evqas bi girtina Birêz Ocalan re eleqeder bûye.

* Meha borî di civîna komîteya wezîran de mafê hêviyê ya ji bo Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin û heta 2025’an dem dan Tirkiyeyê. Her wiha gotin ku hêviyê nayê wateya berdanê. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?

Ev daxuyaniya Komîteya Wezîran bi tena serê xwe bi fikare. Ev nîşan dide ku lezgîbûna rewşa Birêz Ocalan fêm nekirine an jî naxwazin fêm bikin. Tişta ku gotine ‘Di vê mijarê de beriya em tiştekî bikin em amadene ku salek din jî îşkence bidome’. Bêguman pêvajo dirêj didomin. Di rewşa Birêz ocalan de doz bi salane aşkeraye. Ne salek, 15 roj ji vê rewşê de zêdeye. Ji ber vê jî dema em dinêrin tiştên tên kirin nayên fêmikrin. Vegotina vê tuneye.

Wek aktîvîsta mafê mrovan we jî ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan îmze avêt. Sedema piştgiriya xwe hûn çawa dinirxînin?

Me gelek kesî ev namze îmze kir. Me bi îmzekirina vê nameyê ne ji bo mafên pêşketî ne ji bo çareseriyên sofîstîke, ji bo rêzdariya li hember mafên mirovan îmze avêt. Daxwaza me ev bû. Me ev ji bo her mirovî dikaribû bikira. Lê bêguman rewşa Birêz Ocalan sembolîke û ji ber vê yekê jî me piranî kesî ji ber vê sedemê îmze avêt.

Îro li Rojhilata Navîn şerek heye û bi hezaran kes ji bo ev şer bê rawestandin azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Hûn çi difikirin?

Li aliyekî cîhanê şer hebe, mirov bimrin û em jî wekê ku tiştek nebûye tevbigerin wê ev me çawa nîşan bide. Divê fik rû felsefeya Birêz Ocalan ji aliyê mirovan de bê bihistin. Divê mirov fêm bikin.

Herî dawî tiştekî hûn lê zêde bikin heye?

Bi taybetî vê ji gelê kurd re dibêjim; têkoşîna we girîng e. Têkoşîna we wê ji hemû mirovên din yên cîhanê re bibe alîkar. Divê em bi hevkariya pergala edaletê hesab bipirsin. Divê rojnameger, parêzerên Tirkiyeyê di bin rîskên mezin de xebatên xwe dimeşînin. Ev ji bo me hemûyan mînak in.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar