Akademîsyen Neşe Ozgen diyar kir ku divê di pêvajoya aştiyê de alîgir bi awayekî wekhev li dor maseyê rûnên û got: “Divê tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin. Tecrîd ne tenê êrîşa li dijî azadiya şexsekî, li dijî aştiya civakî ye. Lewma divê tecrîd bi dawî bibe û hemû girtiyên siyasî bên berdan.”
Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) lêgerîna xwe ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aloziya li Tirkiyeyê didomîne. Endamên forumê yên ku di sala 2018’an de bi konferansa ku li Berlînê ya Almanyayê li dar xistibûn dest bi xebatên xwe kirin, herî dawî bi sernavê “Em dixwazin hêvî bikin û berfireh bikin û îxtîmala aştiyê mezin bikin” weşandin. Akademîsyen Neşe Ozgen ku yek ji îmzevana metnê ye, diyar kir ku têkoşîna civakîbûna aştiyê û avakirina jiyana hevpar a gelan wê bidome.
Akademîsyen Neşe Ozgen xebatên ji roja damezrandina EFFP’ê heta niha hatine meşandin nirxandin û diyar kir ku têkoşîna aştiyê gelek beşên civakê yên li sirgûnê hatine cem hev dihewîne û wiha got: “Me di sala 2018’an de civîna xwe ya yekemîn li Berlînê pêk anî. Ev civîn bû destpêka îradeya me ya ku em wekî penaber, rewşenbîr, siyasetmedar, rojnamevan û xwendekar werin cem hev û ji bo aştiyeke demokratîk û birûmet têbikoşin. Me 6 konferansên mezin li dar xistine û em di van civînan de bi sedan hevalên xwe yên sirgûnkirî re hatin cem hev. Di van hevdîtinên bi mijara xwe aştî û azadiyê de bingeha metna banga bi navê ‘Em hêvî dikin û îhtîmala aştiyê mezin bikin’ çêkir.”
Neşe Ozgen diyar kir ku banga aştiyê ya EFFP’ê ne tenê metna îmzeyê ye û got ku ev metn berhema kedeke bi salan e. Neşe Ozgenê got: “Ji bilî hevdîtinan, komeke gelekî mezin a mirovên ku hatine sirgûnkirin û li dîasporayê dijîn û ji sala 1980’yî û vir ve ji bo demokrasî û aştiyê têdikoşin hene. Ji elewiyan heta xiristiyanan, ji çep û sosyalîstan heta hemû alîgiran berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî. Helbet nêzîkatiya dewlet û hikumetê ya ji bo aştiyê gîrng e, lê belê mesele vîna aştiyê ya gelan e. Aştîxwaz, edaletxwaz demokrasîxwaz divê xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Pêwîst e derfeta aştiyê were civakîkirin û bingehek ji bo çalakiyan were afirandin. Ger em bi tevgerên siyasî û zextên civakî hêviya aştiyê mezin bikin, em ê karibin ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navînê li pêşerojeke hê bêtir bihêvî şoyar bibin.”
Di domandina axaftina xwe de Neşe Ozgenê diyar kir ku zimanê şer û gotinên cihêkar ên di siyaset û çapemeniyê de tên bikaranîn derfeta aştiyê qels dike û bal kişand ser girîngiya rola ziman a di avakirina aştiyê de û wiha domand: “Ziman hêzeke teşwîqê ye. Lê belê zimanê cihêkarî, milîtarîst û nijadperest di civakê de birînên ku nayên cebirandin çêdike. Zimanê aştiyê divê avaker be, ne xiraker. Ev berpirsyarî beriya her tiştî dikeve ser milê dewlet û hikûmetê. Zimanê biçûkxistinê û tundiyê ku di medya û siyasetê de tê bikaranîn, ji holê bê rakirin.”
Neşe Ozgenê diyar kir ku divê di pêvajoya aştiyê de alîgir bi awayekî wekhev li dor maseyê rûnên û got ku divê tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin. Neşe Ozgen got: “Eger birêz Ocalan wekî nûnerê gelê kurd bê dîtin, divê rêz ji vê re were girtin. Tecrîd ne tenê êrîşa li dijî azadiya şexsekî, li dijî aştiya civakî ye. Lewma divê tecrîd bi dawî bibe û hemû girtiyên siyasî bên berdan.”