Li Hewlêrê mamosteyên zanîngehan çûn serdana HDP’ê û piştgirî dan grevên birçîbûnê
Mamosteyên Zankoya Hewlêrê bi armanca piştgiridayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê berdewam dike, serdana nûnertiyê kirin.
Mamosteyên Hunerên Xweşîk Dr. Namo û mamosteyê zimanê kurdî Dr. Celîl ji aliyê sevserokên Nûnertiya HDP’ê ve hatin pêşwazîkirin. Her du mamosteyên zankoyê piştgiriya xwe bi çalakgeran û bi taybetî jî bi Nasir Yagizê ê 75 roj in di greva birçîbûnê de ye ragihandin û hêviyên serkeftinê ji bo çalakgeran anîn ziman. HEWLÊR