Şehîd Nagîhan li ser azadiya jinê û girîngiya azadiya jinê xwedî nêrîneke kûr bû. Di her firsendê de wê rastiya kesayeta xwe nîşan daye.
Nagîhan Akarsel Akarsel bi nasnav Zîlan, lêkolîner, aktîvîst, arşîvîst û rojnamevaneke jine. Di sala 1976’an de li gundê Xelîkanî yê girêdayî bajarê Gulyazê yê Konya ya Tirkiyê ji dayîk bûye. Hemû jiyana xwe bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî ji bo têkoşîna azadiya jinê veqetand. Akarsel, di 4’ê cotmeha 2022’yan de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li nêzî mala xwe hate qetilkirin.
Endama Akademiya Jineolojiyê û Berpirsiyarê Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di hevpeyvînekê de li gel Ajansa JINHA’yê de bersiva pirsa çima ji bo jinan xwedî fikra azad girînge?, nirxand û gotibû divê jin xwediyê fikir û ramana azad bin.
Akarsel di hevpeyvînê de wiha dibêje: “Ji bo pêşxistina fikir û hişmendiya jinê divê têkoşîn bênavber bê meşandin. Ev bi rêxistinbûn û gavên pratîk pêk tê. Ji ber ku ji bo belavkirin û avakirina îdeolojiya ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşîneke rêxistinkirî û berdewam pêwîste.
Di hevpeyvînê de Akarsel dibeje, “ger jin di fikir û kiryarê de azad be, dikare di derbarê xwe û civaka xwe de biryarên azad û serkeftî bide. Jinên ku xwe perwerde kirine û xwe pêş xistine dikarin xwe û civakê birêve bibin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan baştir bixebitin. Ji bo bidestxistina van hemûyan û bidestxistina armancên xwe pêwîstiya jinan bi rêyeke zelal heye. Ji bo ku li ser lingên xwe bisekinin û biryarên xwe bidin, divê li ser du xalan bixebitin ku ew jî di pir waran de xwenasîn û li peyrekina pergaleke hevsenge.”
Akarsel tekez dike ku, ev pergal û nêzîkatî wê li ser esasê birêxistinkirina jinan û ji holê rakirina cudakariya zayendî ya di sîstema perwerde û malbatê de be, di heman demê de divê jin her tim xwedî nasnameya xwe be û her tim xwedî biryarên xwe bin û nekevin bin bandora partî, kes û aliyen diyar de.
Nagîhan Akarsel di axaftina xwe de diyar kir ku medya di çareserkirina pirsgirêkên civak û jinan de bandor û faktora sereke ye, ji ber vê yekê divê di bikaranîna hevokan de baldar be û peyvên cudaker neyên bikaranîn.