Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Akin: Partiya Çepên Kesk nûnerê tevahî dînamîkên Tirkiyeyê ye

Akin diyar kir ku her dengê ji bo Partiya Çepên Kesk dê bê avêtin wê ji bo siberoja wekhev, azad û demokratîk a Tirkiyeyê wê diyarker be û wiha got: “Ji derveyî Partiya Çepên Kesk tu tifaq tuneye ku deng, gotin û nasnameya dînamîkên cûda di meclîsê de hilgire.”

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, diyar kir ku li Tirkiyeyê tu îtîfaqeke siyasî ya din tuneye ku di meclîsê de deng, gotin û nasnameya gelek dînamîkên cuda ragihîne e û got, “Tifaqa me ji aliyê siyasî ve gelekî bi qîmet e ji ber ku wê li Tirkiyeyê wê rêya sêyemîn, demokrasî, azadî û aştiyê ava bike.”

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin ku li Îzmîrê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne ji ANF’ê re axivî. Akîn, anî ziman ku ew di nava xebateke hilbijartinê û coşeke mîna coşa 7’ê Hezîranê de ne û got, “Partiya Çepên Kesk partiyeke wisa ye ku cara ewil e dikeve hilbijartinê. Ez dikarim bibêjim ku li hemberî her cure operasyonên li dijî HDP’ê bûye wekî bijarteyekê û di nava 45 rojan de di nav jiyana me de hêzeke gelekî xurt wergirtiye. Me kêm caran partiyek wisa dîtiye ku di demeke kin de hatiye naskirin. Em şopdarê wê ne û wê pîroz dikin. Ev ji bo me bi qîmet e.”

‘Ji derveyî tifaqa me kes tune dengê dînamîkên cûda bîne ziman’

Akîn diyar kir ku ew weke namzetê hevpar ê Tifaqa Ked û Azadiyê ketiye hilbijartinê û girîngiya tifaqê bi van gotinan nirxand: “Em jî namzetê Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd li erdnîgariya Kurdistanê ne. Ji ber vê yekê em bi rastî nûnertiyeke siyasî ya hevpar ji cihekî ku hemû cûdahiyên Tirkiyeyê, kesên ji nasname, bawerî û nêrînên siyasî yên cûda vedihewîne pêk tînin. Li Tirkiyeyê tu îtîfaqeke siyasî tuneye ku karibe deng, gotin û nasnameya van dînamîkên cûda di meclîsê de hilgire. Di vî warî de tifaqa me ji bo avakirina rêya sêyemîn a Tirkiyeyê, demokrasî, azadî û aştiyê pir bi qîmet e.”

‘Partiya Çepên Kesk dê bibe pêşengê guherînê’

Akîn diyar kir ku divê Partiya Çepên Kesk di 14’ê Gulanê de ji bo komara demokratîk, xwedî hêz be û wiha got: “Em difikirin ku 15’ê Gulanê wê bibe destpêka sedsala nû. Ji ber vê yekê dema em ji xerabiyê derdikevin em ber bi başiyê ve gavan diavêjin. Wê her tişt ji nişka ve neguhere. Em dixwazin bibin berdevkê bayê guherînê û bibin nûnerê guherînê. Em dixebitin ku partiya me di Meclîsê de pir xurt bibe. Dema em dengê xwe didin Partiya Çepên Kesk, dengê din jî didin Kiliçdaroglû da ku em ji rejîma yekzilamî xilas bibin. Ji bo şandina Erdogan ev tişt hêja ye. Dengê ji bo Partiya Çepên Kesk wê ji bo pêşeroja Tirkiyeya wekhev, azad û demokratîk diyarker be. Em bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar