Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘AKP bi rê û rêbazên zordariyê nikare fikrê gel biguherîne’

Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, diyar kir ku AKP bi rê û rêbazên zext û zordariyê nikare fikrê şêniyên bajêr biguherîne û got ku dê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin

Wezareta Karên Hundirîn di 29’ê cotmehê de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê kir. Li şûna Hevşaredar Mehmet Zirig, Qeymeqamê Navçeyê Davût Sînanoglû hat tayînkirin.

Têkildarî tayînkirina qeyûmê hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig axivî û anî ziman ku di dîroka kurdan de Cizîr bi têkoşîna xwe xwedî cihekî girîng e û wiha got: “Cizîr bi dîrok û çanda xwe ji bo kurdan sembol e. Di dîroka têkoşîna kurdan de xwedî cihekî cuda ye. Her kuçeyeke wê, di warê têkoşîna demokrasiyê de bi bedêl û êşên mezin tijî ye ku di pirtûkan de hilnayê.”

Zirig diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman hatiye xwestin tevî gelê kurd peyemê bidin tevahî gelê Tirkiyeyê û got ku ev pêkanîn tê wateya ‘ez vîna te nas nakim.’

Tevahiya gel dengê xwe da wan

Di berdewama axaftina xwe de Zirig da zanîn ku li Cizîrê ew bi rêjeyeke bilind bi ser ketine, ji xeynî polîs, leşker û karmendên dewletê hema bêje tevahiya gel dengê xwe daye wan. Zirig got ku AKP bi rê û rêbazên zext û zordariyê nikare fikr û ramanê şêniyên bajêr biguherîne û wiha domand: “Cizîr ev yek bi dîroka xwe îspat kiriye û serî li ber tu kesî netewandiye. Bajareke ku xwedî li çand û zimanê xwe derdikeve. Ev yek di 31’ê Adarê de careke din derket holê. Gel bi bîrbiriya referandûmê çû ser sindoqan. Gel got, li dijî qeyûman ’em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin’ û çûn ser sindoqan. Lê dîsa jî AKP’ê qeyûm tayîn kir û bi vî awayî xwest peyamekê bide civakê. Bi pêkanînên zext û zoriyê dixwaze hestên nîjadperest û netewperest careke din derxe pêş. Dixwaze derdorên muxalîf bitepisîne. Ev yek reflekseke dîktatoriyê ye. Dixwaze netewperestan li derdora xwe kom bike.”

Hemû saziyan pêşkêşî AKP’iyan kirin

Di axaftina xwe de Zirg bal kişand ser qeyûmê berê û texrîbatên wî û bi bîr xist ku qeyûm 220 milyon deyn hiştiye û hema bêje hemû mal û milkên şaredariyê dewrî saziyên din kiribû. Zirig destnîşan kir ku di dema qeyûmê berê de hemû saziyên şaredariyê pêşkeşî rêveberên AKP’î hatibûn kirin û wiha pêde çû: “Hemû îhale dan derdora xwe. Dan kesên wekî Hatîce Atan (Seroka Baskên Jina ya AKP’ê ya Bajêr) ku di nezda gel de biqasî serê derziyê jî qîmeteke wê tune ye. Sazî hemû emanetî wan kirine. Saziyên wekî Stiya Zîn xistine xizmeta AKP’ê.”

Di warê hiqûqî de tevgeriyan e

Zirig diyar kir ku çawa ew hatine ser kar, ji bo mal û milkên şaredariyê dîsa bînin ser navê şaredariyê di warê hiqûqî de tev geriyane û got ku piştî ev rastî hatiye dîtin careke din qeyûm hatiye tayînkirin.

Her wiha Zirig anî ziman ku dê têkoşîna wan dewam bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta em hebin wê têkoşîna me ya demokratîk bidome. Bila li ser wî guhî ranekevin bi tayînkirina qeyûm û xespkirinê wê nikaribin vîna gel ji holê rakin. Wê nikaribin bêdeng bikin. Em ê tim û tim bi çemika wan bigirin. Ji bo bidestxistina destkeftiyan wê têkoşîna me û gelê me bidome.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar