Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘AKP bûye temînata xizaniyê’

Aborîzan Mûstafa Altintaş anî ziman ku heya ji aboriya sedeqeyê derbasî aboriya hilberînê neyê kirin, rojên xwe û siberojeke bihêvî ne pêkan e û got: "AKP bûye temînata xizantiyê."  

Piştî ku Bankeya Navendî faîzê 15 puanan zêde kir, kûra dowîzan dîsa zêde bû. Dolar 26 lîreyan û Euro jî 28 lîreyan derbas kir. Aborîzan Mûstafa Altinaş têkildarî kûra dowîzan ku piştî zêdekirina faîzê jî zêde bûye û nebaweriya bi rêveberiya aboriyê axivî.

Altintaş destnîşan kir ku piyase vê nediyariya rêveberiya aboriyê bi awayekî guman pêşwazî dikin û got: “Erdogan di NAS û dogmayên xwe de bi inyad e.”

Tirkiye ketiye ‘dafika meaşê kêm’

Altintaş destnîşan kir ku ji bo başkirina aboriya Tirkiyeyê, divê dest ji polîtîkayên rojane bê berdan û got ku divê rêveberiyeke li ser esasên planan esas bê girtin. Altintal wiha axivî: “AKP ku bi tena serê xwe bû desthilat û 22 sal in vê weziyeta xwe diparêze, berovajî sozên xwe yên di warê jiholêrakirina xizaniyê de tevdigere û bi ser de xizaniyê zêdetir dike. Ev xizaniya ku her diçe zêde dibe, bûye temînata AKP’ê. Tirkiye ketiye ‘dafika meaşê kêm’ ya ku bi sînorê birçîbûnê re tê pêşbazîkirin û di vî sînorê de tê hejandin.”

‘Helwesta Erdogan a “Nas”ê vala derketiye’

Altintaş destnîşan kir ku ji bo xelasiya ji krîzê pêdivî bi pêngaveke şoreşger heye û got: “Heya ji aboriya sedeqeyê derbasî aboriya hilberînê neyê kirin, rojên xwe û siberojeke bihêvî ne pêkan e.”

Altintaş destnîşan kir ku helwesta Erdogan a “Nas”ê vala derketiye û rewşa heyî jî teza Erdogan ku dibêje “ez aborîzan im” pûç kiriye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar