Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘AKP di dema karesata mirovî de jî tenê desthilatdariya xwe difikire’

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li Navenda Giştî ya HDP’ê der barê tayînkirina qeyûman de civîna çapemeniyê li dar xist. Berî civînê, rûpoş, lepik û galoş li rojnamegeran hatin belavkirin.

Mîthat Sancar diyar kir ku temamiya cîhanê li dijî vîrûsa koronayê li bergiriyên cuda yên têkoşînê digerin û wiha dom kir: “Lê desthilatdariya Tirkiyeyê, li pey hesabên cuda ye. Ji ber vê desthilatdariyê îro serê sibê şaredariyên me yên Êlih, Farqîn, Licê, Erxenî û Gêlê dorpêç kirin. Wezaretê heya niha tu daxuyaniyeke fermî nedaye. Her wiha hevşaredarên me raste rast nehatine agahdarkirin. Ango operasyoneke qeyûman e.”

‘Ne gel, desthilatdariya xwe difikirin’

Sancar destnîşan kir ku ji roja destpêkê ve wan şewba koronayê weke gefeke mezin a li ser mirovahiyê pênase kiriye û di vê çarçoveyê de jî bang li desthilatdariyê jî kiriye. Sancar wiha domand: “Lê em îro dibînin ku desthilatdarî li şûna piştevaniyê, polîtîkayên ji hev cuda kirinê hildibijêre. Tevî vê gefa li ser mirovahiyê jî, ev desthilatdar tenê xwe difikire. Ne gel, desthilatdariya xwe difikirin.”

‘Desthilatdariyê tarîtî hilbijart’

Bi domdarî jî Sancar ev tişt anî ziman: “Daxwaza me ya demokrasiyê, bi domandina desthilatdariya otorîter re bersiv dan. Me xwest ku her tişt vekirî be lê desthilatdariyê tarîtî hilbijart. Her ku em dibêjin tenduristiya gel, desthilatdarî êrîşî gel dike û tenduristiya gel dixe talûkeyê. Polîtîkaya qeyûm, êrîşa li dijî demokrasî, vîna gel û hemû gelan e. Êrîşa ku li vir hatiye kirin tenê li dijî bajarên kurdan nîne. Tunekirina baweriya bi demokrasiyê ya hemû welat e. Divê hemû kes bizane ku em bi talûkeyeke wiha re rû bi rû ne. Pêkanînên desthilatdariyê li ser civakê gefeke. Em tenê bi hevkariya hemû azadîxwaz û aştîxwazan dikarin pêşî li vê yekê bigirin.”

‘Ev tenê pirsgirêka gelê kurd nîne’

Di berdewamê de jî Sancar bi lêv kir ku tayînkirina qeyûman tenê meseleya Êlih, Farqîn, Erxenî û Licê nîne û wiha pê de çû: “Ev tenê pirsgirêka HDP’ê jî nîne. Ev xetereya li ser pêşeroja hemû welat e. Gefa li ser xwe bi xwe birêvebirina civakê ye. Ger bi vê nêzikatiyê li mijarê neyê nêrin, dê birînên mezin vebin. Em dixwazin ku hemû derdorên civakê li dijî vê polîtîkayê dengê xwe bilind bikin. Weke HDP’ê me her dem got ku em li dijî polîtîkaya cihêkarî û şerxwaz in. Dema em vê yekê dibêjin bila tu kes weke ku em ê li hemberî vê desthilatdariya xedar bêdeng bimînin fêm neke. Li dijî vê polîtîkayê em amaedariyên bertekên demokratîk dikin. Em ê li vîna xwe û li gelê xwe xwedî derkevin. Weke HDP’ê em amade ne ku tiştên dikevin ser milê me pêk bînin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar