Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

AKP dibêje, çapemeniya ‘hewiz dipêje’

Çapemeniya ku alîgiriya AKP’ê dike, di mijara Pirsgirêka Kurd de weke yekeya Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk dixebite. Hevkarên xwecihî yên rantxur û  xwenenas jî alîkarî û piştgiriyê didin wan û bi wan re di nava piştevaniyê de ne.

Behuquqi, înkar û tune hesibandinên ku tên kirin, heke desthilata AKP-MHP’ê, wezir û kizîrên wan destûr nedin, nayên nivîsandin û ji aliyê medyaya “Hewiz” ve tên nixumandin. Nûçeyên rast nayên weşandin. Di vê mijarê de tu wateya mirov vê çapemeniya ku yekalî weşanê dike, weke  çapemenî bibîne û bi nav bike jî tuneye û nemaye.

Tenê mirov dikare bêje çapemeniya hevkar a ku şaşî û çewtiyên AKP’ê bi manipûlasyonê sererast dike û bi westayiya sihêrbazî rastiyan ji gel û civakê vedişêre. Jixwe gava ku mijar dibe kurd û kurdîtî, hemû bi hev re reş girêdidin, reşnivîsan dinivîsin, heqaretan dibarînin, derewên bi dûv rêz dikin, tometên bêbingeh dikin. Hemû di nava helwest û hewldana reşkirin, biçûkxistin û bêrûmetkirina gelê kurd de ne.  Bi vê helwesta xwe, tovên cudakarî û nîjadperestiyê di nava gel û civakê de direşînin.

Bi vê helwesta xwe, çapemeniya “Hewiz” ne wekî ku li welatên demokratîk tê zanîn hêza çaremîn a demokrasiyê, wekî alîkariya rûreşiyê û çeka bêîtîbar a hêza destê dewletê kar dike û bi awayekî rûreşî û xapînok ruyê xwe yê rastin vedişêre û weke çapemeniya bêalî û objektîf xwe nîşan dide.

Gel zane çi çiye, ew kîne û çine, lê belê li hemberî van lîstok û fêlbaziyên wan bêdeng û bêçare, mecbûr û mehkûmê nemerdiyê tên hîştin.

Çawa ku polîs û leşkerên li ser navê dewletê bi jop û çekên xwe li ser civakê zextan pek tînin û dixwazin civakê biçewisînin, çapemeniya ku alîgiriya dewlet û desthilatdariyê dike jî, tu cudahiya wê ji jop û çeka destê polîs û leşkerên dewletê tune ye.

Ji ber ku bi qasî  çeka destê hêzên dewletê, dewletê diparêze, gel jî vê çapemeniyê, ji rasteqînî û objektîfiyê dûr, ku tenê berdevkiya desthilatiyê dike û  radestî AKP-MHP’ê bûye dibîne.

Çapemeniya derewkar, bi weşandina nûçeyên xwe yên şaş û derew, tim û tim di nava hewldana qanihkirin û xapandina gel û tevahiya raya giştî de ye.

Ev çapemeniya ku em qala wê dikin, di warê sorkirina hestên nîjadperest de tu sînoran nas nake û her cure rûreşiyê dike û bi rêya weşana xwe ya durû rantê bi dest dixe û bi vê bêsinciyê xwe zêdetir bi hêz dike. Bi vî awayî di nava gelan de bingeha şer û lêkdanên navxweyî amade dike û tovê neyartiyê di nava gelan de diçîne.

Em bêjin Xwedê aqil û fikrê bide vê medyaya ku ji “Hewiz” ê xwedî dibe, ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve  tê xelatkirin, pênûsê wekî çek bikar  tîne û yên ku qaşo xwe wekî rewşenbîr dihesibînin, dibînin û didin nasîn.

Ey Medya”Hewiz”, alîgir û pêgirtiyên AKP-MHP’ê! Gelo hûn nabînin ku bi derew û senaryoyên bêbext û tometên we her roj wijdanê mirovên bi wijdan birîndar dikin û baweriya civakê ya bi rasteqînî û bêalîbûna çapemeniyê dişikînin.

Beguman hûn ê rojeke hesabê vê bêrûmetî, rûreşî û bêbextiya xwe bidin. Divê hûn vê yekê baş zanibin!

Temenê AKP-MHP’ê herî zêde heta hilbijartinê ye.Temenê berdevkên wan jî, ji wan ne zêdetir e. Roja hilbijartinê, di heman demê de dê bibe roja hesabdayîna desthilatdariya heyî û alîgirên wan ên ku berdevkiya wan dikin û peywira veşartina eybên wan wergirtine ser milên xwe.

Ew roj jî ne dûr e…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar