Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

AKP hiqûqê nas nake

Li Tetwanê piştî ku Wezareta Karê Navxweyî 9 endamên meclîsê yên HDP’ê ji peywirê girt piraniya meclîsê kete dest AKP’ê. Endamê HDP’ê Diyar Orak got biryar ne hiqûqî ye, armanca lêpirsînê ew e ku piraniya meclîsê ya HDP’ê ji dest bistînin.

Li Tetwan a Bedlîsê 9 endamên meclîsê yên HDP’ê bi îdîaya”endamên rêxistina çekdar” in ji hêla Wezareta Karê Navxweyî ve ji peywirê hatin dûrxistin.

Ji ber ku li ser endamên meclîsê yên HDP’ê lêpirsîn didome nikarin endaman di şûna wan de hilbijêrin. Di encama lêpirsînê de piştî ji pêwir girtina 9 endamên meclîsê yên HDP’ê piranî kete destê AKP’ê. Niha di Meclîsê de AKP bi 11 endaman û HDP jî bi 5 endaman tê temsîlkirin.

AKP ya ku bi 295 dengan Şaredariya Tetwanê girtiye di Meclîsa Şaredariyê ya ku ji 25 kesan pêk dihat de bi 11 endaman dihate temsîlkirin, HDP jî bi 15 endaman dihate temsîlkirin.

Navçeya Tetwanê piştî hilbijartinê bi gelek nelirêtiyan ketibû rojevê. HDP’ê di daxwaznameya xwe ya gilî kirinê de gotibû 900 hilbijêr di 3 navnîşanan de qeydkirîne û 340 hilbijêr jî li heman navnîşanê ne.

YSK’ê îtîraza HDP’ê ya bi daxwaza ku deng ji nû ve werin hilbijartin qebûl nekiribû.

‘HIQÛQ TÊ BINPÊKIRIN, ARMANC BıDESTXISTINA PIRANIYA MECLÎSÊ YE’

Endamê Meclîsa Şaredariyê ya HDP’ê Parêzer Diyar Orak got di Meclîsa Şaredariyê de piranî di destê HDP’ê de bû. Ji bo piraniyê ji dest HDP’ê bigrin di meha nîsan a 2019’an de di derbarê endamên meclîsê yên HDP’ê de lêpirsîn dan destpêkirin. Orak got di Meclîsa Şaredariyê de 14 endamên wan hebûn. Li ser daxwaza Walîtiya Bedlîsê di 16’ê gulanê de Wezareta Karê Navxweyî 9 endamên wan ji peywirê girtine.

Orak diyar kir heta niha têkilî lêpirsîna ku di derbarê wan de hatiye vekirin de tu agahî nedane wan. Her wiha îfadeyên wan jî nehatine girtin.  Bi teblîgata ku ketiye ber destê wan ew ji lêpirsînê hayîdar bûne. Orak got, armanca lêpirsînê ewe ku kursiyên HDP’ê yên li meclîsê ji destê HDP’ê bistînin û di meclîsê de AKP’ê xurt bikin.

Orak got di çarçoweya xala 47’an a qanûna şaredariyê endamên meclîsê ji peywirê hatine girtin û got, li gorî wê qanûnê endamên meclîsê yên ku têkilî peywirê lêpirsîn li ser wan hatiye vekirin dikarin jibo demekê ji peywirê werin dûrixistin. Lê divê lêpirsîn têkildarî peywirên wanên endamtiya meclîsê bin. Lêpirsîna ku di derbarê mede hatiye vekirin beriya ku em dest bi peywirê bikin beriya girtina mazbatayan dest pê kiriye. Ji ber wê ji hêla wezaret ve ji pêwir girtina wan ne qanûniye.BEDLÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar