Îktîdara AKP’ê dema hat ser kar çîrokek wê hebû. Çi bû ev çîrok?
AKP’ê îdia dikir ku dê mafên hemû beşên civakê yên ji hêla rejîma Kemalîst ve hatine gaspkirin li civakê vegerîne. Bi rêya tevlêbûna Yekitiya Ewropayê dê astengiyên li hemberî maf û azadiyan rake, jiyanek aram, wekhev, aştiyane û azad ava bike. Di çarçoveya vê çîrokê de piştgiriyek mezin ji civakê û welaten Ewropayê girt. Di destpêkê de hin guherînên zagonî jî kirin.
AKP heta salên 2010’an bi vê çîrokê li ser kar ma. Ji 2010’an û vir ve jî bi cihanîna sozan li aliyekê AKP ket nav pêkanênên dijberî çîroka xwe. Wekî sedem jî geh Kemalîst, geh kurd û geh jî tarîqatê Gulen nîşan da. AKP heta 2015’an ji bi van hincetan îktîdar di deste xwe de girt. Lê êdi baweriya civakêya li hemberî sozên AKP’ê hindî çû kêm bû. Ji ber ku ne niyeta AKP’ê ne ji hişmendiyek wê ya azadî û demokrasiyê hebû. Gelê kurd û civaka tirk ev rastî dît û di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de AKP ji îktîdarê xist.
Çîroka AKP’ê di 7’ê hezîranê de qediya. Ji ber ku hincetek AKP nîşan bide nema, ji wê rojê heta niha çîroka AKP’ê êdî dijminiya li hemberî gelê kurd û derdorên demokratîk e. Ji bilî şer tiştek AKP bide civakê nemaye. Êdî nikare soza demokrasî, wekhevî, edalet, azadî, aştî û aramiyê bide civakê. Ji ber ku her yek ji van sozan bi dehan caran daye lê yek bi cih neaniye. Lingek çîroka AKP’ê jî aborî bû. Mijara aboriyê jî piştî şerê topyekûn ê li hemberî kurdan, talan û xespa heyî şikest.
Nikare li ser projeyên çilgin an jî serkeftinên ekonomîk jî sozekê bide civakê. Demek dirêj Pergala Serokomariyê wekî çareseriyek nîşan dan. Qaşo bi pergala yekkesî dê biryar bi lez bihatana girtin, pirsgirêk bihatana çareserkirin û jiyan ji nişkave bibûya bihuşt. Lê bi vê pergalê jiyana civakê zedetir bû cehinem.
Ji 2015’an heta niha AKP bi şerê li hemberî kurdan hewl dide îktîdara xwe biparêze. Divê bê zanîn ku AKP êdi nikare rojek jî bê şer li ser pêyan bimîne. Vî şerî jî li hemberî kurdan dimeşîne. Ji ber vê yekê ye Erdogan kengî devê xwe vedike, êrîşî kurdan dike. Herî dawî li Sêwazê bi gotina ‘Hûn çima behsa kartol, pîvaz û bîberan dikin. Hûn dizanin guleyek bi çendê ye. Li Efrînê me gule û bombe bikar anîn’ îtîraf kir ku çavkaniyên aborî ji bo şerê li hemberî kurdan xerc dike. Wekî qeyrana siyasî, qeyrana aborî jî encama şerê li dijî kurdan e.
Stratejiya Erdogan bi tevahî li ser rijandina xwîna kurdan, talankirina warên kurdan e. Erdogan qasî serbikeve dê şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê kûrtir bibe. Aborî dê zêdetir xirab bibe. Maf û azadî dê zêdetir bên binpêkirin. Erdogan amadekariyan dike ku şerê li hemberî kurdan berfirehtir û kûrtir bike. Dixwaze bi vê hilbijartinê polîtîkaya qeyûman, wêrankirina bajarên kurdan, dagirkirina Rojava û şerê topyekûn, bi dengên ji Kurdistanê girtî rewa nîşan bide.
Ji bo vê helwesta gelê kurd di vê hilbijartinê de gelek girîng e. Erdogan çiqas ji kurdan deng bigire dê ew qas li hemberî kurdan şer bimeşîne. Zêde deng bigire dê zêdetir xwînê birijîne. Kêm deng bigire dê kêmtir xwînê birijîne. Qet deng ji gele kurd negire hingî nikare xwîna kurdan jî birêjîne. Ev denklem evqas zelal e. Ger kurd dixwazin dawî li vê dagirkerî û zordariyê bê, divê destûr nedin yek deng ji bo AKP’ê biçe. Faşîzma bêçîrok, ling û dest mayî dê bi şekamek baş a di hilbijartinan de zêdetir û zûtir têk biçe.