Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

AKP li 11 bajarên erdhejê dîsa li pey rantê ketiye

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku erdheja Erdîş û Wanê bi avahiyên 'TOKÎ' ji xwe re kir firsendeke rantê, bi pey wê yekê ketiye ku heman senaryoyê li 11 bajarên din bike ku erdheja vê dawiyê bandor li wan kiriye.

Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan senaryoya rantê ku li Wan û Erdîşê li ser mirovên mirin, xiste meriyetê niha amadekariyan dike ku li Mereşê û 10 bajarên din jî bi cih bîne.

Li navçeya Erdîşê ya Wanê di 23’ê cotmeha 2011’an de bi mezinahiya 7.2 pileyî erd hejiya bû, 604 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Di erdheja bi mezinahiya 5.6 pileyî de jî 40 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi hezaran kes birîndar bûbûn û avahî û kargehên mirovan hilweşiya bûn. Desthilatdariya AKP’ê ku Wan û Erdîş weke herêma afetê ranegihand, alîkarî bi mexdûrên erdhejê re nekir. AKP’ê êrîş bir ser gel ku desthilatdarî protesto dikir û alîkariya ji hundir û derveyî welat hat, hemû desteser kir. Li Wan û Erdîşê ku dewletê alîkarî pê re nekir, gel bi rojan di bin serma, berf û baranê de ma. Xelkê Erdîşê piştre li Amed, Cizîr, Mûş, Bedlîs û Îdirê bû mêvanê malbatên xwe. Mexdûrên erdhejê yên derketin derveyî Erdîşê piştre vegeriyan warê xwe.

Çav berda pereyê gel

Erdogan û partiya wî ku herêm weke herêma afetê ranegihand, çav berda pereyê di bêrîka mexdûrên erdhejê de. Du sal piştî erdhejê li Wan/Erdîşê avahiyên TOKÎ hatin çêkirin. Avahî jî piştre bi pişkavêtinê li erdhejzedeyan hatin belavkirin. Desthilatdariya AKP’ê, avahiyên ku bi alîkariya hatî çêkir, bi 80 hezar TL’yî firot erdhejzedeyan ku ji ber erdhejê her tiştên xwe ji dest dan. Xelkê ku ji ber erdhejê can û malê xwe ji dest da, vê carê jî kirin deyndarê dewletê û bankayan. Bi hezaran kesên li avahiyên TOKÎ bi cih bûn, piştre ji ber ku nekarîn deynê avahiyan bidin, avahiyên xwe ji dest dan. Avahiyên wan jî ji mirovên din re hatin firotin.

Heman senaryo li Mereşê jî di dewrê de ye

Desthilatdariya ku erdheja Erdîş û Wanê ji xwe re kir rant, dixwaze heman senaryoyê li Mereşê û 10 bajarên din dewam bike, erdhejê bandor li wan kiriye. Desthilatdariya ku gel di binê enqazê de hişt, hewl da pêşî li alîkariyê bigire. Erdogan û tîma wî ku gel di nava lepên mirinê û sermayê de hişt, piştî bi rojan çû herêma erdhejê. Erdogan di roja 2’yemîn a erdhejê de got wê avahiyên TOKÎ bêne çêkirin. Serokê Giştî yê AKP’ê ku mizgîniya rantê da AKP’ê û alîgirên xwe, senaryoya rantê ya ku li Wan û Erdîşê li ser mirovên mirin xiste meriyetê, niha amadekariyê dike ku li Mereşê û 10 bajarên din jî bi cih bîne. Li gorî vê senaryoyê wê ji bo mirovên ku malên wan xera bûn ji ailyê TOKÎ ve avahiyên nû bêne çêkirin. Avahiyên ku bi pereyên gel bêne çêkirin wê bi buhayekî zêde ji gel re bêne firotin. Erdhejzedeyên bikevin malên xwe piştre wê bibin deyndarê dewlet û bankayan. Erdhejzedeyên ku nikaribin deynê xwe bidin, wê piştre malên wan bêne desteserkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar