Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘AKP li dijî civakê bernameyeke sedeqeyê dimeşîne’

Muftuoglû diyar kir ku li Tirkiyeyê kêmaniya zema li mûçeyan û bihabûna jiyanê bûye rewşeke rojane û got: “Em niha di nava krîzeke civakî de ne ku bandorê li tevahiya Tirkiyeyê, li hemû sektoran û qadên civakî dike. Krîzeke bi vî rengî tenê bi çalakiyên giştî dikare bê çareserkirin.”

Rêveberiya aboriyê ya nû ya desthilatdariya AKP’ê mîna yên berê dibêje, ew ê li dijî enflasyonê têbikoşe. Lê belê enflasyon kêm nebû, di heman demê de zêdekirina faîzê ya bi rengekî agresîf, bacên nû û zemên têne kirin, bihabûna alavan her roj bêhtir zêde dike. Bi taybetî peymanên kar ên giştî yên ku meha tîrmehê destpê kirin, zema li mûçeyan hate kirin di bin bandora giran a zêdebûna bihayê alavan de ne.

Li gorî lêkolîna Sînorê Birçîbûn û Xizaniyê ku Turk-Îş her meh pêk tîne, di tebaxa 2023’an de sînorê birçîbûnê yê ji bo malbateke ji 4 kesan kir 12 hezar û 198 lîre. Sînorê xizaniyê jî weke 39 hezar û 733 lîre hate hesabkirin. Lêçûna mehane ya kesekî nezewicî yê dixebite jî gihîşt 15 hezar û 813 lîreyî. Di nava van şert û mercan de ku zêdebûna enflasyonê ya reel nasekine, di serî de li Dîlokê li gelek kargehan meha çileya 2022’an çalakiyên destberdana ji kar hatin lidarxistin. Her wiha ji ber zema ku ji bo kedkarên cemaweriyê hate destnîşankirin, kedkarên tenduristiyê jî ji bo rojekê dest ji kar berdan.

Akademîsyen Ozgur Muftuoglû ev liv û tevgera li aliyê kedê, encamên gengaz ji ANF’ê re nirxand.

‘Divê têkoşîna karkeran a herêmî veguhere çalakiyeke giştî’

Muftuoglû anî ziman ku di nava van şert û mercan de ku enflasyon zêde bûye, hêz û derfeta mirovan a ji bo kirînê kêm bûye, diviyabû nerazîbûn hîn zêde bûya û diyar kir ku li Tirkiyeyê di mijara lêçûnan de nerazîbûneke mezin nîne. Muftuoglû got: “Bilindbûna enflasyonê û kêmbûna derfet û hêza mirovan a ji bo kirînê, xizanîbûneke gelekî cidî bi xwe re anî. Tirkiye niha ew welat e ku buhayê xanî û xurekê herî zêde, zêde dibe. Stargeh, xurek, perwerde û tenduristî hemû pirsgirêkên cidî ne. Xizanîbûn dibe sedem ku kedkar hîn bêhtir li hemberî hev rabin, tirsa ji destdana ya heyî bikeve nava wan û bikevin nava fikaran. Ev yek jî dibe sedem ku beşek ji kedkaran neçar bimînin û qebûl bikin ku di nava şert û mercên nebaş de bixebitin. Lewma rê li ber wê yekê vedike ku mûçe hîn bêhtir kêm bibe. Weke ku tê zanîn, mûçeyê ku em jê re dibêjin mûçeyê kêmtirîn -ku mûçeyekî kêmî asta birçîbûnê ye- îro bûye hatineya zêdeyî ji sedî 50’î ya kedkaran. Beşeke gelekî girîng a xebatkaran di bin asta birçîbûnê de ne. Ez qala teqawîtbûyîna nakim, rewşa wan ji xwe têk çûye.

Di rewşeke bi vî rengî de nîşandana nerazîbûnê tiştekî xwezayî ye. Di rewşeke bi vî rengî de hem kêmbûna hatineyê, hem nebaşbûna şert û mercên kar, hem jî zêdebûna lêçûnan diviyabû nerazîbûneke civakî bi xwe re bianiya. Li hin welatan ev yek hîn bi bandor dibe. Ya rast li Tirkiyeyê mirov nerazîbûneke xurt di mijara lêçûnan de nabînin. Li welatên cuda, zêdebûna buhayê xurek û sotemeniyê dibin sedema têkoşîneke civakî ya cidî, mînak li Latîn Amerîkayê. Lê belê li Tirkiyeyê liv û tevgereke bi vî rengî hîn nîne. Bêguman sedemên xwe yên sosyolojîk ên vê mijarê hene. Ji ber ku AKP ji xwe bi rêya xizaniyê bû desthilatdar. Ji dema ku rêveberiya xwecihî xiste destê xwe û vir ve, ne bi rêbaza mafên civakî, li şûna wê li ser bingeha baweriyê, bernameyeke civakî ya mîna sedeqeyê dimeşîne. Bi dîtina min sêhra desthilatdariya 21 salan jî di vir de ye. Lewma li Tirkiyeyê nerazîbûnên bi vî rengî lawaz bûne.”

Muftuoglû diyar kir ku pirsgirêka heyî ne pirsgirêka bi tenê ya sektora metalê, sektora tekstîlê yan jî ya Dîlok, Kayserî û Stenbolê ye û got: “Em niha di nava krîzeke civakî de ne ku bandorê li tevahiya Tirkiyeyê, li hemû sektoran û qadên civakî dike. Krîzeke bi vî rengî tenê bi çalakiyên giştî dikare bê çareserkirin. Divê têkoşîna karkeran a herêmî veguhere çalakiyeke giştî. Di rewşeke berevajî de wê zêde bandora xwe nebe. Ji bo vê jî bêguman divê kedkarên cemaweriyê jî bêne tevlîkirin. Hîn jî li hemberî komediya peymana kar a giştî li nava cemaweriyê çalakiyeke cidî nîne, tenê kedkarên tenduristiyê ji bo rojekê dest ji kar berdan.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar