Soçî, Tehran, Astana, Cenevre, Riyad niha jî lûtkeya Stenbolê. Meseleya Suriyeyê li navendên cuda tê axaftin lê pirsgirêk çareser nabe. Lûtkeya Stenbolê ji lûtkeyên din, di hin waran de cuda ye û dê di dema pêşiya me de encamên vê yekê xwe bidin der.
Dîroka van lûtkeya balkêş e. Lûtkeya Tehranê di 7’ê îlonê de, Soçî di 17’yê îlonê de û lûtkeya stenbolê di 27’ê mehê de. 7, 17, 27… Lûtkeya Stenbolê aktorên Astana/Soçî û aktorên Cenevreyê anî cem hev. Ev yek dide nîşan ku di qada navneteweyî de lêgerîna çareseriyek gerdunî heye. Her çiqas di vê civînê de DYA cîh negirtibe jî Fransa di heman demê de nûnertiya DYA’yê jî kir. Di encanmaneya derketiye holê de jî îşaretên vê yekê hene. Tirkiyeyê malovaniya vê lûtkeyê kir lê encam didin nîşan ku AKP û Tirkiyeyê înîsiyatif winda dikin.
Ya yekemîn di encamnameya lûtkeyê de ne tenê DAIŞ, di heman demê El Nusra, El Kaîde, kom û hêzên têkildarî van yekan wekî ‘rêxistinê terorîst’ hatin binavkirin û bi awayekî aşkera biryara tunekirina van hêzan hate wergirtin. Ev biryar xala herî girîng a lûtkeyê ye. Tirkiye û AKP rasterast têkildarê van hezan in û Erdogan li ser navê van hêzan beşdarî Lûtkeya Tehran û Soçiyê bû û ev rola Tirkiyeyê bi awayekî aşkera hate teşhîrkirin. Niha bi vê biryarê peyama ‘têkiliya xwe bi van koman re qût bike’ didin Tirkiyeyê. Encama duyemîn jî ji bo çareseriya pirsgirêka Suriyeyê Cenevre hate referekirin. Yanî êdî beşdarvanê Soçî û Astanayê jî ji bo çareseriyê maseya Cenevreyê qebûl kir. Di vî warî de komîteya nivîsandina destûra bingehîna Suriyeyê dê li Cenevreyê bê avakirin. Her wiha di encamnameyê de cardin ji bo vê komîteyê girîngiya hemû beşên civaka Suriyeyê hate dûbarekirin. Yanî civaka navneteweyî dizane ku heya hemû aktorên Suriyeyê beşdar nebin ji van lêgerîn û lûtkeyan tu encam û çareserî dernakeve.
Ya sêyemîn, biryara “yekitiya Suriyeyê” hate wergirtin. Lê ji vê yekê Tirkiye û welatên din tiştên cuda fêm dikin. Tirkiye ji “yekitiya Suriyeyê” bêstatûbûna kurdan fêm dike û dixwaze vê encamê bi ser bixe, lê welatên din derketina Tirkiyeyê ya ji Suriyeyê didin nîşan. Tirkiye jî ji hebûna xwe ya li Suriyeyê bi hebûna hêzên din ên wekî DYA, Rusya, Îran, Fransa û welatê din rewa dike.
Vê lûtkeyê da nîşan ku her çiqas encamname derketibe holê jî di gelek waran de lihevkirinek di navbera van hêzan de tune ye. Mesela Rûsya cardin meseleya Idlibê anî rojevê û xwest ku hêzên çekdar bên derxistin, an jî îmhakirin. Her wiha cardin îhtimala operasyonê dubera kir. Li gel Tirkiyeyê Fransa û Almanya li hemberî vê yekî derketin. Xalek girîng a din jî avakirina bajarên wekî Gutayê û vegera mexdurên şer ên li Tirkiyeyê ye. Tirkiye çiqas di vî warî de dûdil be jî welatên din li hev hatine. Ev gav dê argumana herî mezin a multeciyan ji destê Tirkiyeyê bistîne. Her wiha di destpêka encamnameya lûtkeyê de tê gotin ku “rêbazên leşkerî ne çareserî ne û divê rê û rêbazên çareseriya siyasî di bin banê NY’ê de bên ditîn.” Hem ev gotin û hem jî giştiya encamnameyê sedemên Tirkiyeyê ya êrîşkirina Rojava ji dest stand. Li gel vê yekê ku ji îro şûnde Tirkiye êrîşê Rojava bike, dê di qada navneteweyî de jî wek hêzeke dagirker bê binavkirin.