KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

‘AKP-MHP bi tirsa têkçûnê êdî nizanin wê çi bikin’

Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu bang li 11 milyon dengdêrên Stenbolê kir ku biçin ser sindoqan û wiha got: "Êrîşên desthilata AKP-MHP'Ê yên li hemberî Partiya Çepên Kesk û hemû partiyên siyasî yên din zêde bûne, sedema vê jî ew e ku detshilat ditirse wê têk biçe." 

4 roj ji hilbijartinên 14’ê Gulanê yên serokkomariyê û parlementeriyê re man. Ber bi hilbijartinê ve partiyên siyasî jî ji berê bêtir lez dan xebatên xwe. Her wiha partiyên ku dixwazin rê li ber nelirêtiyan bigirin, ji bo ewlehiya sindoqan jî bênavber dixebitin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu ku dê partiya wan di bin banê Partiya Çepên Kesk de têkeve hilbijartinê, ji bo parastina sindoqan bang li 11 milyon û 350 hezar û 969 hilbijêrên Stenbolê kir.

‘Astengiya herî mezin a li ber demokratîkbûna welêt desthilata AKP-MHP’ê ye’

Encu diyar kir ku 14’ê Gulanê dê li dij otorîterîbûna Tirkiyeyê, bibe hilbijartina ji bo jiyana demokratîk û got ku di heman demê de hilbijartina li dijî desthilatiya 21 salî ya AKP’ê ye. Encu, wiha got: “Ev hilbijartin, dê ji bo gelan rêya rizgarkirinê veke. Helbet nêrîneke me ya wiha tune ye ku ‘Desthilata AKP’ê biçe dê gel azad bibin, lê dê rê li ber vê vebe. Ji lew re astengiya herî mezin a li ber demokratîkbûna welêt, desthilata AKP-MHP’ê ye.”

‘Çi jî bikin dê ji têkçûnê xelas nebin’

Encu anî ziman ku êrîşên desthilata AKP-MHP’Ê yên li hemberî Partiya Çepên Kesk û hemû partiyên siyasî yên din zêde bûne û got ku sedema vê jî ew e ku detshilat ditirse wê têk biçe. Encu wiha domand: “Ji ber ku dizanin dê di hilbijartinê de têk biçin, xwe li êrîşan digirin. Bi van êrîşan jî dixwazin berberîbûnê çêbikin. Desthilatê heya niha gelek sûc û guneh kirine. Ev êrîş jî nîşan didin ku ji bo desthilata wan ji dest wan neçe dê êrîşên hîn mezintir bikin. Lê çi bikin jî, dê ji têkçûnê xelas nebin. Em li qadê dibînin ku detshilat têk çûye. Lê fikarek me heye ku planeke wê ya ku di sindoqan de xwe bi ser bixe. Lewma divê gel xwedî li sindoqan derkevin û pêşî li ber vê desthilatê bigirin.”

Encu destnîşan kir ku ji bo ewlehiya sindoqan divê gel seferber bibe.

‘Banga ji gelê ew e ku xwedî li sindoq û dengê xwe derkevin’

Encu di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji perwerdekirina muşahidan heya perwerdekirina berprisên dibistanan bênavber dixebitin û got: “Bi taybetî dengdêrên Partiya Çepên Kesk divê roja hilbijartinê xwedî li dengên xwe derkevin. Divê her kes bi fedekarî bixebite. Ev ji bo me hilbijartina çarenûsê ye. Ji bo azadiya girtiyên siyasî, ji bo siberojeke demokratîk, ji bo temsîliyeteke wekhev û ji bo parlementoyeke xurt divê her kes biçe ser sindoqan û xwedî li sindoqên xwe derkeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar