Di herikîna dîrokê de, gelek caran ji bûyer û qewimînên neyînî, xemgîn û dilsoj ders hatine derxistin. Ev xemgînî û dilêşî ji bo mirovahiyê veguherine encamên baş ên kêrhatî û mirovahî îro ji wan encamên neyînî bi awayekî erênî sûd werdigire. Ji bo ew rojên tarî careke din rû nedin, bi dersên ji wan bûyeran derxistî, birîn tên kewandin, xemgîniyên ku hatine jiyîn kêm dibin. Car caran jî ew rojên ku dilê gel û civakan êşendine bi hêviya ku careke din dubare nebin, weke rojên şahî û kêfxweşiyê tên pîrozkirin.
Ji wan rojan yek jê jî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ê ku di 1’ê îlona 1939’an de dest pê kiriye, piştî 6 salan û di 2’yê îlona 1945’an de bidawî bûye û di vî şerî de 80 milyon mirovan jiyana xwe jidest dane.
Ji vê bûyerê ders hatiye derxistin û ji bo ku êdî bûyerên xemgîn ên bi vî rengî neyên jiyîn, 1’ê îlonê ku despêka şerê duyemîn ê cîhanê ye, weke Roja Aştiyê ya cîhanê hatiye îlankirin û tê pîrozkirin.
Lê ev mînaka xweşbîn a ku peyama “Li şûna şer aştî” yê dide mirovahiyê, ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve nehatiye fêmkirin, bi awayekî berovajî ya peyama aştiyê, weke sed salên borî yên komara Tirkiyeyê israra di şer de berdewam e.
Ji peymana Lozanê û zagona 1924’an ku bûn bingeha înkara çand, ziman, ol û baweriyên gel û neteweyên vê erdnîhariyê heta roja me bi dehan caran êrîşên bi feraseta înkar û tunekirinê di serî de gelê kurd, li ser gelên ku li Tirkiyeyê dijîn hatine meşandin.
Vê helwest û nêzîkatiya cudakar ku bi destê desthilatan di nava gelên vî welatî de bûye sedema şikestin, derizîn û parçebûnê û zirar daye yekitî û hevgirtina gelên vî welatî.
Desthilata AKP-MHP’ê ji bo ku dema desthilata xwe dirêj bike bi salan e bi polîtîkayên cûdakar û şerê navxweyî bi welatên cîran re kûrtir dike.
AKP-MHP bi siyaseta xwe ya nîjadperest civak dabeş û parçe kirine û ji civakê re dibêjin “an hêz bike, yan terk bike” ango, yan hûnê wek me bifikirin û beşdarî feraseta me ya faşîst a nijadperest bibin an jî hûn ê li derveyî pergalê bimînin û bibin yên din.
Bi salan e dixwazin vê feraseta xwe ya nebixêr li ser gelê kurd ferz bikin û serî bidin tewandin. Ji ber ku gelê kurd li hemberî vê nêzîkatiya nebixêr têkoşînê dimeşîne û di ber xwe dide, ji bo ku vîna gelê kurd bişkînin û desteser bikin ji sala 2016’an heta 2024’an, 8 sal bi pergala “Kayûm”an şaredariyên ku bi vîna gel hatine bidestxistin desteser kirin, talan kirin.
Herî dawî piştî hilbijartina 31’ê adara 2024’an hewl dan ku şaredariya Wanê desteser bikin lê gelê Wanê li hemberî vê neheqî û destwerdanê rabû serhildanê û daxwaza dagirkirina şaredariya ku bi vîna gel hatibû bidestxistin di qirika wan de hîşt, hêviya desthilata AKP-MHP ê şikand.
Desthilata AKP-MHP’ê niha li pey nûkirin û xurtkirina hêviya xwe ya şikestî ye û loma dîsa bi hincetên pûç û vala hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, pêşî binçav kir û di heman rojê de waliyê Colemêrgê wek qeyûm di şûna Mehmet Sidiık Akiş ê ku bi vîna gel hatiye hilbijartin de peywirdar kir.
Erdogan bi siyaseta xapandinê ev 22 sal in bi piştgirî û alîkariya muxalefetê desthilata xwe dirêj kir. Heke bi piştgiriya muxalefetê ya mîtînga “Yenîkapi” nebûya, dê di hilbijartinên salên 2015-2018’an de, di şûna Erdogan de CHP an jî partiyeke din wê bi ser biketa. Lê ji ber ku Erdogan bi hêza muxalefetê xwe xurt kir, bi heman hêza ku ji muxalefetê girt, li muxalefetê da û di hilbijartina Gulana 2023′ yan de jî ew têk birin.
Niha dixwaze bi heman rêbaza xapînok serokê CHP’ê Ozgur Ozel jî wek Kiliçdaroglû bi edebiyata “Watan millet Sakarya” bi gotinên nijadperest bixapîne û (qaşo) li ser navê demokratîkbûna welat bi piştgiriya CHP’ê destûreke bingehîn a nû saz bike û di hilbijartina pêş de dîsa desthilata xwe misoger bike.
Temenê Erdogan têra gihîştina hilbijartina dema pêş an jî pêşwext bike an jî neke em pê nizanin.
Li gorî rewşa heyî ya ku xuya dike, gelê kurd dê têkoşîna xwe ya azadiyê xurtir bike, rê nede pergala qeyûman û muxalefet jî, dê ji lîstikên AKP-MHP ê ders derxistibe û careke din bi konetiya Erdogan a dirêjkirina desthilata xwe nexape û bi piştgiriya xwe zêdetir pêşî li pêşketin û serkeftina AKP-MHP’ê veneke.