Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘AKP-MHP li dijî kurdan bi hiqûqa dijminatiyê tevdigere’

Gerîlayê HPG’ê Egîd Îpek di 23’yê gulana sala 2017’an de şerekê li Girê Xelasor a Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da. Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê jî cenazeyê Îpek bi rêya PTT’ê ji malbata wî re şand. Têkildarî mijarê hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Parlamentera Amedê Salîha Aydenîz ji MA’yê bi Ayşe Surme û Fahrettîn Kiliç re axivî.

Saliha Aydenîz diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li dijî cenaze û goristanan hiqûqa dijminatiyê ye û wiha got: “Kevneşopiya dewleta Tirkiyeyê ya sed salan a li dijî kurdan hêj didome. Xwe li ser yekperestî, netewperestî û nijadperestiyê li ser lingan dihêlin. Têkoşîna gelê kurd a çil salên dawî, tevî bedelên giran jî veguheriye têkoşîneke civakî. Ji 7 salî heta 70 salÎ gelê kurd li dora vê têkoşînê kom bû. Dewleta tirk çareseriyê di êrîşkirina nirx, cenaze û goristanan de dît. Bi van rêbazên derhiqûqî, bêwijdanî û bêexlaq re gelê kurd ji nirxên wan dûr bixin. Ji bo wan zarok, jin, pîr, mirî yan jî goristan ferq nake û êrîş dikin. Di her şert û mercan de li gorî hiqûqa dijminatiyê tevdigerin.”

‘Polîtîkaya dijminatiyê qet neguherî’

Aydenîz anî ziman ku di sedsalên komarê de gelek hikûmet guherîne û wiha domand: “Lê dijminatiya li dijî kurdan û polîtîkaya tekperest qet neguherî. Vê dijminatiyê xwe bi tune hesibandin, şewitandin, hilweşandin, pişaftin û bi koçberiya bi zorê xwe da jiyîn. Bi taybetî tifaka AKP-MHP’ê a faşîst hiqûqa dijminatiyê di asta herî jor de û bi rêbazên cuda pêk tînin. Parlamenterê AKP’ê got; ‘Şandina cenaze ya bi PTT’ê guncav e.’ Ev jî polîtîkaya dewletê ya li dijî gelê kurd şênbertir dike.”

Herî dawî jî Aydenîz ev tişt destnîşan kir: “Li dijî gelê kurd bêrûmetî, neheqî û bêwijdaniyê dikin. Lê tevî vê jî kurdan tu carî dev ji doza xwe ya rewa berneda. Di her şert û mercan de jî dê vê doza xwe bidomîne.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar