Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

AKP-MHP’ê çav bera dengên erdhejzedeyan dane

Desthilata AKP-MHP’ê beriya hilbijartinan li aliyekî gefê li erdhejzedyan dixwin û li aliyê din jî di bin navê alîkariyê de çav bera dengên wan dane. Welatî ev tişt anî ziman: “Daxuyaniyên desthilatdariyê dijmirovahî ye. Di hilbijartinan de tên ber deriyên me.”

Par li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi bi erdheja ku navenda wê Bazarcix a Mereşê bû bi pîleya 7.8  û 7,5 pêk hat hejiya. Erdheja ki di 6’ê sibata 2023^yan de pêk hat bandor li ser 11 bajaran kir û bi hezaran avahî hilweşiyan. Welatî bi rojan di sir û sermayê de di bin akvilan de man û dewleta tirk neçû alîkariya wan. Ji ber vê nêzîkatiya dermirovahî bi herî kêm 150 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Tevî salek derbas bûye hîna hewcedariyên gel nehatine peydakirin û yek ji pirsgisrêka herî mezin a starbûnê ye. Ji ber bihabûna xaniyan gel mahkumê kon û konteyniran hatin kirin.

Hîna birînên erdhejê teze ne û di rojên borî de serokomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan di civîna nasandina namzetan a li Hatayê de gotibû ‘Rêveberiya navendî bi rêveberiya herêmî re ne di piştevaniyê de be tiştek nayê wî bajarî. Binêrin ka hat Hatayê’.  Wezîrê Bajarvanî Hawirdor û Avhewayê Mehmet Ozhasekî jî di weşana zindî de got ‘Standarda xaniyên me li herêma erdhejê çêkirin ji yên berê gelek bilindtir e. Em dibin mêvanên welatiyên ku xanî hatine teslîmkirin û dibêjin ‘Xwedê ji we razî be. Binêrin xaniyên me hilweşiyan (ger mirî jî tunebin) baş e ku hilweşiyane niha hûn vîlayan didin me.’ Li ser vê gelek bertek hatibûn nîşandan.

Jinan der barê gotinên desthilatdariyê de nêrînên xwe anîn ziman.

Xwendekar Dîlan Yalçin da zanîn ku ji ber berpirsiyariyan peywira xwe neanîne cih hîna li herêma erdhejê kêmasî hene û wiha vegot: “Ne tenê erdhej li hember hemû pirsgirêkan nêzîkatiya wan wisa ye. Her kes li mala xwe ya germ rûniştiye, li qesrê rûniştine li kêfa xwe dinêrin. Ya dikşîne gel e. Bi çareserî nêzî pirsgirêkên gel nabin. Daxuyaniyên desthilatdariyê dijmirovahî ye. Di hilbijartinan de tên ber deriyên me. Piştre tiştekî nakin. Di vê newekhevî nayê kirin.”

Tuba Yilmaz jî pêvajoya erdhejê bi bîr xist û diyar kir ku alîkarî qels mane û wiha nirxandin kir: “Xaniyê me xesar dît. Em niha di kirê de ne. Em dipên ku avahiyên toplu konutê aşkera bibin. Lê hêviya me tune ye. Bi hezaran kes mirin. Bi hezaran can çûn. Niha mirovên ji bo xaniyekî nû digirin gotinên bi xof dibêjin. Dibêjin hûn dengan nedin em xanî çênakin. Em ne mecbûr in dengan bidin we. Ger fikrên wisa hebin divê rêveberiyek wisa tune be.”

Leyla Arkel jî anî ziman ku piştî erdhejê cihekî ku biçinê nemaye û wiha dawî lê anî: “Gotin wê avahiyan çê bikin lê tiştek neguherî. Evqas pereyê alîkariyê hat çû ku derê? Gelo bi dengan alîkariyê dikin? Mirovên ku her tiştên xwe winda kirin hene. Tevî salek derbas bû hîna avahiyên bi xesar nehatine hilweşandin.”

Welatiyek ku nexwest navê xwe bide desthilatdarî rexne kir û got divê serokomar wekhevî, azadî û jiyana gelan li ber çavan bigire.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar