Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

AKP-MHP’ê girtiyê nexweş Sabrî Kaya kuşt

Ji ber şewba koronayê li seranserî cîhanê hema hema hemû dewletan ji ber xetereya li ser girtîgehan, di serî de girtiyên temen mezin û nexweşên giran, bi dehhezaran girtî berdan. Lê belê li Tirkiyeyê hikûmeta AKP-MHP’ê bi qanûna înfazê re bi hezaran tecawizkar, diz, tacîzkar û kujer berdan û girtiyên siyasî li derveyî vê qanûnê hêlan. Berdana girtiyên siyasî li hêlekê, bi sepanên xwe îşkence li girtiyên siyasî û girtiyên nexweş kir û dike. Yek ji van girtiyên nexweş jî Sabrî Kaya bû.

Nexweşiya Sabrî Kaya giran bû û roj bi roj ev nexweşî girantir dibû. Kaya ku di çend rojên dawî de krîza dil derbas kir, xwîn çûbû ser mejiyê wî û gelek nexweşiyên din lê peyda bûbûn. Lê tevî hemû serlêdanan jî nehatibû berdan. Lê belê piştî ku rewşa Kaya ketiye asta ku jêneveger, hikûmeta AKP-MHP’ê biryara berdana Kaya da. Roja ku der barê Kaya de biryara berdanê hatiye dayîn, li nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Balcalî ya Zanîngeha Çukuroavayê dihat dermankirin û jiyana xwe ji dest da.

Tevî rewşên giran jî veguhestin nexweşxaneyê

Ji sedî 25 a dilê Kaya dixebitî û di 25’ê adarê de krîza dil derbas kir û xwîn çûbû ser mejiyê wî. Kaya sê caran rakiribûn beşa giran lê belê her carê bi gotina ‘Rewşa wî baş e’ ji beşa giran derxistibûn û dîsa veguhestibûn girtîgehê.

Di 20’ê gulanê de Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê rapor da û got nikare li girtîgehê bimîne û di heman rojê de Kaya rakirin Nexweşxaneya Balcalî ya Tipê ya Zanîngeha Çukurova ya Edeneyê. Piştî vê Dozgeriya Komarê ya Osmaniyê duh biryara berdanê da.

Kaya hate berdan lê di heman rojê de jiyana xwe ji dest da. Kaya di 6’ê gulanê bi telefonê bi malbata xwe re axivîbû û gotibû: “Êdî nema dikarim ragirim. Ez ê bimirim.”

Cenaze nedan malbatê

Cenazeyê Kaya ji bo otopsiyê birin Morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Edeneyê. Piştî karên otopsiyê jî bi hinceta ku gumana vîrûsa koronayê heye, cenazeyê Kaya nedan malbata wî. Piştî ku bidawîbûna testê dê cenazeyê Kaya bidin malbatê.

Malbata Kaya jî destnîşan kir ku dê sibe cenazeyê xwe wergirin û li Goristana Asrî ya Ceyhan a Edeneyê veşêrin. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar