Wezareta karên hundir li şûna hevşaredara Şaredariya Qereyeziyê Melîke Goksu ku hatibû girtin, qeymeqamê navçeyê Mesût Tabakçioglu weke qeyûm tayîn kir
Hevşaredara Şaredariya Qereyaziyê Melîke Goksu bi hinceta ku der barê wê de cezayê teqez heye, hatibû binçavkirin. Goksu piştî ku derket dadgehê jî hate girtin. Li şûna Goksu jî qeymeqamê navçeyê Mesût Tabakcioglu weke qeyûm hate tayînkirin.
Têkildarî mijarê walîtiya Erziromê daxuyaniyek da û îdia kir ku ji ber lêpirsîn û cezayê lê hatiye birîn, hevşaredar Melîke Goksû ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve bi awayekî demkî ji peywirê hatiye girtin. Walîtiyê destnîşan kir ku li şûna Goksu jî qeymeqamê navçeyê Mesût Tabakçioglu weje qeyûm hatiye tayînkirin. ERZIROM