Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘AKP-MHP’ê tecrîd bi rêk û pêk kiriye’

Nobeda parlamenterên HDP'ê ya li dijî tecrîdê dewam dike. Wekîlan gotin, "Ji bo çareseriya demokratîk divê tavilê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin."

Nobeda Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ku bi daxwaza pêkhatina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, di roja 15’an de ye.

Parlamenter Kemal Bulbul, Ayşe Acar Başaran, Abdûllah Koç, Mûazzez Orhan, Siddik Taş, Huseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, Kemal Pekoz, Celadet Gaydali, Remziye Tosûn û Nûran Îmîr bi dowîzên “Bila hiqûq li Îmraliyê bi cih bê anîn” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisa Tirkiyeyê daxuyanî dan.

Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul daxuyanî da û diyar kir ku li Girava Îmraliyê sîstemeke ku li Destûra Bingehîn û sîstema hiqûqê nayê, bi cih tê anîn. Kemal Bulbul ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP’ê tecrîd bi rêk û pêk kiriye, li dijî mafên mirovan û azadiyê sûc dike û got, “Tecrîd sûcekî hiqûqî ye. Aliyê vî sûcî jî hikûmeta AKP-MHP, di heman demê de dozger û saziya hiqûqê ye. Ji bilî van her wiha NATO, CPT, Yekitiya Ewropa û DMME jî aliyekî vî sûcî ne. Li vê derê sîstemeke navneteweyî, komployeke navneteweyî heye. Yekîtiya Ewropa rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê bi hesasiyeteke mezin dişopîne, di vê der barê de raporan diweşîne, lê belê têkildarî sîstema li Îmraliyê gotineke bi tenê jî negotiye. Her wiha CPT çû li wê derê lêkolîn kir, lê encamên wê bi raya giştî re parve nekir. Di vir de raya giştî ya demokratîk, gelê kurd, HDP gelekî bi fikar e. Fikar li ser tenduristî û ewlehiyê heye.”

Kemal Bulbul diyar kir ku rabûna li ber tecrîdê tê wateya parastina demokrasî, mafên mirovan, azadî, wekhevî û edaletê û got, “Abdullah Ocalan heta niha li Giravê bi fikir û projeyên xwe, jiyana bi hev re û azad a gelên Tirkiye, gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn parastiye. Parastina van nêrînan sûc nîne, mafekî demokratîk û rewa ye. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê divê dawî li tecrîdê bê anîn û hevdîtin pê re bê kirin. Lê belê em jî li vir hatine tecrîdkirin.”

Kemal Bulbul herî dawî got, “Tecrîd sûc e. Divê tavilê dawî li sûcê tecrîdê bê anîn û ji bo çareseriya aştiyane demokratîk hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar