Mehmet Şahîn |
Azadî hat qetilkirin, aştiya civakî di bin metirsiyeke mezin de ye, zext û zordariya li ser muxalefetê pîvan nas nake, qeyrana aboriyê daye qirikê. Encamên hemû anketan têkçûyîna desthilatdariya AKP-MHP’ê vedibêjin. Dengên wan roj bi roj dihelin. Di hilbijartineke hatî de îhtîmala serketina wan roj bi roj kêmtir dibe, heta qet namîne.
Bê guman yê ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi vê encamê giran re rûbirû hiştiyê berxwedana civaka kurd bi xwe ye. Pênc sal berê piştî têkçûyîna xwe ya yekemîn a bi destê kurdan dîtin ji bo temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin bi awayeke gelek bixwebawer şerê topyekunê ku li dijî civaka kurd dabûn dest pêkirin ew anîne ber çûna sergoya dîrokê.
Erdogan û Bahçelî her du jî di vê ferqê de ne. Tirsa têkçûyînê û hesbadayînê derûniya wan serûbino dike. Her ku tirsa têkçûyînê li wan zêde dibe ewqasî bê nirx û bê pîvaniya wan zêde dibe. Di êrîşên xwe de, di zext û zordariya xwe de, bi kurtahî di hemû rengên faşîzma xwe de tu sînoran nas nakin.
Di 5 salên dawîn de hemû rê û rêbazên faşîzane yên derhiqûqî, der exlaqî ceribandin. Lê pratîka berxwedana 5 salên dawîn nîşan da ku bi zext û zor û bi qirkirinên siyasî û fizikî çewisandin û teslîmgirtina berxwedana kurd û siyaseta kurd ne pêkan e.
Bi ser de piştî pênc salan siyaseta kurd bûye mifteya serkeftinê. Ji bo eniya Cumhûrê jî, ji bo eniya Miletê jî bêyî piştgiriya siyaseta kurd serkeftin ne pêkan e. Ev heqîqet di hibijartinên heremî yên 31’ê Adara 2019’an de bi awayeke zelal hat dîtin. Erdogan û Bahçelî dizanin ku piştî faşîzma xwe ya 5 salên dawîn girtina piştgiriya civaka kurd û siyaseta kurd ne pêkan e. Û dibêjin heke ji me re tune be bila ji eniya Miletê re jî tune be.
Ji milekî ve bi rê û rêbazên Hîtler amadekariya derxistina qanûna tasfiyekirina HDP’ê û ji bo siyasetmedarên wê qedexeya heta û hetayê û qanûn hilbijartinan a ku serkeftina wan mîsoger bike dikin. Ji milê din ve dixwazin bi dek û dolaban, bi zext û zordariyan tifaqa eniya Miletê belav bikin.
Di armanca hemû hewldanên wan de, di armanca hemû dek û dolabên wan de, di armanca hemû zext û zor û êrîşên wan de tunekirina piştgiriya HDP’ê ya ji bo eniya Miletê heye. Rûreşiya fezlekayan a ku cara yekemîn di sala 1994’an de li meclisê hat jiyîn û di sala 2016’yan de ji hêla Erdogan ve weke lîstokekê hatibû dubarekirin di vê çarcoveyê de carek din xistine meriyetê. Careke din ji bo 28 wekîlên HDP’ê fezleke amade kirine û di 24’ê sibatê de şandine meclisê.
Erdogan di axaftina xwe de diyar kir ku vîna wekîlên AKP’ê hemûyan di destê wî de. Bi fermana wî “dest rakin, dest danîn” dê biryara rakirina destnewerdana wekîlên HDP’ê were dayîn. Belê, tiştên ku ji Erdogan tên payîn diyar in û dê bêfikar bike. Lê dê helwesta partiyên din ên di eniya Miletê de cih digirin çibe. Li vir a girîng helwesta partiyên di eniya Milet de cih digirin e. Gelo ji defika Erdogan çiqasî hayîdar in? Ji ber ku mijar kurd in dê dîsa bizanbûn ketina xwe ya defikê qebûl bikin û temenê desthilatdariya Erdogan a yek kesî dirêj bikin ya na? Niha civak divê meraqê de ye.
Bi rastî nirxandinên partiyên eniya Miletê yên ewil zêde bawerî nadin mirov. Rayedarên CHP’ê her çiqasî di nixandinên xwe de bibêjin “ka bila fezleke werin meclisê em bibînin hêja em ê helwesta xwe diyar bikin” di helwesta xwe de diyar dikirin ku haya wan ji defikê heye û dê cara duyemîn nekevin vê defikê û destnewerdana wekîlên HDP’ê erê nekin.
Ji rayedarên ÎYÎ Partî hinekan gotin em ê rakirina destnewerdana wekîlên HDP’ê “erê” bikin, hinekan gotin ka bila werin lijneya hiqûqê ya meclisê em bibînin hêja em ê helweta xwe diyar bikin. Lê di helwesta wan de qebûlkirina defika Erdogan û erêkirina desnewerdanê hebû.
Ya herî kambax, her du partiyan jî di nirxandina xwe de rewşa têkçûyîna pergala dadmendiyê, tunebûna heq, hiqûq û edaletê ji bîr kirin. Weke ku ew fezleke bi destê dozgerên azad û serbixwe ve li gorî nirx û pîvanên hiqûq û edaletê hatibin amadekirin nirxandin. Gelo ji bîr kirin ku ew dozger weke karmendên Erdogan dixebitin û bi fermanên wî kar dikin. An weke her carî, dema mijar kurd bin tunebûna hiqûq û edaletê ne xem e?
Belê Erdogan û Bahçelî dizanin ku bi awayeke fermî girtina HDP’ê dê kêrî wan neyê û dê piştigriya kurdan a heyî jî winde bikin. Bi ser de siyaseta kurd a ku dixwazin asteng bikin dê xurtir bibe. Lewre dixwazin bi qirkirinên siyasî HDP’ê qels bikin û bi awayeke fiîlî bigrin û tola hemû têkçûyînên xwe yên 5 salên dawîn jê hilînin û di hilbijartineke herî nêz de serkeftina eniya Miletê jî asteng bikin.
Bi kurtahî Erdogan û Bahçelî dizanin ku di şert û mercên heyî de û di hilbijartineke asayîde serkeftina wan ne pêkan e. Daxwaza wan ew e ku, ne pêş wext û ne jî di wext de hilbijartin qet pêk neyên. Lê heke ji neçariyê pêk werin jî naxwazin diyarkirina encamên hilbijartianan bihêlin li benda hilbijêran. Dixwazin berê encaman diyar bikin hêja herin hilbijartinan. Bi kurtahî rê û rêbazên Hîtler yên tasfiyekirin û teslîmgirtina muxalefetê yek bi yek tên ceribandin.
Bêguman siûda Erdogan a herî mezin hebûna partiyên qaşo muxalîf ên weke CHP û ÎYÎ Partî ne. Di bikaranîna rê û rêbazên Hîtler de serkeftina xwe deyndarê van her du partiyan e. Mixabin her du partî jî di mijara demokrasî û kurdan de ji wî cudatir nafikirin. Lê ji bîr dikin ku piştî tasfiyekirina HDP’ê dê dor were wan.
Hasilî, muxalefet ji bo demokrasiyê bi azmûneke girîng re rû bi rû ye. An dê helwesta xwe ya di mijara Garê de ya hesap pirsîner de israr bike û dawî li desthilatdariya yek kesî ya faşîst a tengav bûyî bîne, yan jî dê careke din bi destê xwe tirba dermokrasiyê bikole û xwe tê de bi cih bike û temenê desthilatdariya yek kesî ya faşîst dirêj bike.