Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘AKP partiya zilm û tarîtiyê ye kes dengê xwe nedin ê’

​​​​​​​ El Esed bi boneya hilbijartinên li Tirkiyeyê bang li ereb û eşîran kir û got "Dengê xwe nedin AKP’ê ji ber ku tirk bi xwe jî ji AKP’ê êş û azaran dikişînin û di rewşên zehmet de dijîn. Ew jî dixwazin ji serdestiya Erdoganê faşîst xilas bibin."

AKP’ê ji 21 salan ve li ser desthilata Tirkiyeyê ye û hilbijartinên 14’ê Gulanê wek mijara hebûnê ji bo xwe dibîne. Lewma jî zextê li sûriyeyiyên ku nasnameya Tirkiyeyê standine, dike da ku dengê xwe bidin wê yan jî nasnameyê ji wan bistîne û wan vegerîne Sûriyeyê.

Ji rûspiyên eşîra El Welda ya Reqayê Yûsif El Esed hişyarî li ser encamên dengdayîna ji bo AKP’ê û serokê wê Erdogan da û got divê sûriyeyiyên ku nasnameya tirkî standiye, dengê xwe nedin AKP’ê ku sûriyeyî qetil kirin û ew koçber kirin.

El Esed bang li eşîrên ereb ên li Tirkiyeyê kir ku dengê xwe nedin AKP’ê û got AKP sedema herî mezin a wêrankirin û xirabkirina Sûriyeyê ye.

El Esed di berdewama axaftina xwe de got: “AKP îdia dike ku partiya edalet û gişkirinê ye, lê mixabin partiya zilm û tarîtiyê ye. AKP’ê xêr û bêra Sûriyeyê talan kir û demografiya wê guhert. Ev partî destwerdanê li Sûriyeyê tenê nake, di heman demê de destwerdanê li kar û barên tevahî welatên ereban ên derdorê dike.”

El Esed bi bîr xist ku AKP’ê di hilbijartinên berê de nasnameyên tirkî dan gelek sûriyeyiyan da ku dengê wan qezenc bike û diyar kir ku îstîxbarata tirk gef li her kesên ku dengê xwe nedin vê partiyê, dixwar û nasname ji wan distand.

Yûsif Esed îşaret pê kir ku desthilata tirk niha jî heman rêbazê li dijî penaberên Sûriyeyê bi kar tîne û nasnameya tirkî dide wan da ku di hilbijartinan de hejmareke mezin a dengan qezenc bike.

Rûspiyê eşîra El Welda Yûsif El Esed bang li eşîrên ereb ên li Tirkiyeyê kir ku dengê xwe bidin kesên hêja yên nûnertiya wan bikin û got: “Tirk bi xwe jî li welatê xwe ji aliyê AKP’ê ve êş û azaran dikişînin û di rewşên zehmet de dijîn. Ew jî dixwazin ji serdestiya Erdoganê faşîst xilas bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar