Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

AKP Tirkiyeyê dike warê girtîgehan

M.Alî Ertaş |

Li Tirkiyeyê her roj operasyonên siyasî tên lidarxistin. Polîs her serê sibehê bi ser malên kurdan, çepgiran, elewiyan û kesên muxalif de digirin û wan binçav dikin. Her roj, kesên muxalif ku fikrên xwe û rexneyên xwe anîne ziman tên binçavkirin û girtin. Li gorî girtîgehên ku li Tirkiye tên avakirin nîşan dide ku ev binçavkirin û girtin ji berê ve hatiye plankirin. Li gorî amadekariyan tê dîtin ku hikûmeta AKP-MHP’ê armanc dike ku hemû kesên muxalif û siyaseta demokratîk dimeşîne bişîne girtîgegehan. Dema mirov li dane û îstatîstîkên girtîgehan û avakirina girtîgehan dinêre, xuya dibe ku AKP naxwaze kesên muxalif li derve siyasetê bike.

Li gorî daneyên Wezareta Dadê li Tirkiyeyê heta 8’ê cotmeha 2019’an 355 girtîgeh di meriyetê de ne. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Ceza jî li Tirkiyeyê bi giştî 375 girtîgeh hene. Wezîrê Dadê Abdul Hamît Gul aşkera kir ku dê li Tirkiyeyê di sala 2021’an de 39 girtîgehên nû çêkin. Ev jî nîşan dide ku dê bêtir mirov bên girtin û cezakirin û Tirkiyeyê bikin warê girtîgehan.

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, di niqaşên butçeya Tirkiye ya sala 2021’an de anî ziman ku dê 39 girtîgehên nû vekin. Li gorî daxuyaniyan hat zanîn ku dê 23 milyar û 973 milyon û 52 hezar TL butçeyê ji bo girtîgehan veqetînin. Wezîrê Dadê Gul, armanc dike ku di sala 2021’an de li Tirkiyeyê 39 girtîgehên nû zêde bike û bi vê yekê hêjmara girtiyan zêdetir bikin. Li gorî daneyên Wezareta Dadê heta 8’ê Cotmeha 2019’an li Tirkiyeyê 355 girtîgeh di meriyetê de bûn. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkif û Ceza li Tirkiyeyê 272 girtîgehên girtî, 76 girtîgehên vekirî, 4 girtîgehên zarokan, 9 girtîgehên girtî yên jinan 7 girtîgehên vekirî yên jinan û 7 girtîgehên girtî yên zarokan  bi giştî 375 girtîgeh hene.

Wezaretê li Tirkiyeyê di sala 2019’an de 26 girtîgehên nû vekirin. Di sala 2020’an de 29 girtîgehên nû hatin vekirin. Gul, aşkera kiribû ku heta 2019’an di 5 salên dawî de 94 girtîgehên nû ava kirine. Gul armanc dike ku di 2021’an de 9 hezar girtî jî bi rêbaza cîhazê elektronik wan di hepsa malê de bigirin û li malê hepis bikin. Dîsa dê 12 hezar zarok li derve bişopînin. Li gori daneyên Wezareta Dadê di navbera 2006 û 2019’an de di nava 14 salan de 178 girtîgeh hatin avakirin.

Li gorî bersiva ku Wezareta Dadê da di tîrmeha 2019’an de da Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê û parlanenterê Stenbolê Onursal Adiguzel, ji tîrmeha 2019’an û şûnde li Tirkiyeyê 114 girtîgehên nû tên avakirin û înşaeta wan didome û 23 girtîgehên nû jî îhaleya wan didomin. Li gorî daneyên wezaretê di sala 2020’an de 29 girtîgeh xistin meriyetê lê înşaeta 85 girtîgehên nû hêj didome. Ji van dê heta 2021’an 39 girtîgehên din têkevin meriyetê.

Dema mirov li van daneyan dinêre, tê dîtin ku hikûmeta AKP-MHP’ê bê navber girtîgehan ava dike û planekê amade dike. Bênavber siyasetmedarên kurd ku di nav de parlamenter, hevserok, endam û rêveberên HDP, DBP, hevşaredar, endamên meclisên şaredariyan, nûner û rêveberên komeleyan, rojnameger, nivîskar, mamoste, bijîşk, parêzer û xwendekar digirin. Bêyî ku sûc û cezayekî wan ê şênber hebe wan binçav dikin û dişinin girtîgehan. Jixwe rayedarên AKP’ê dema nû bûn îktîdar ji siyaetmedarên kurd re gotin: “Dia bikin, hûn berê dihatin kuştin. Faîl û gorên we nediyar bûn. Lê niha hûn tên girtin û girtîgehê hûn lê diyar in” û peyama “Em ê we bi saxî tên gorê” dan.

Ev jî xuya dike ku AKP dixwaze hemû kurdan û hêzên muxalif bi saxî têxe gorê. Lê heta niha mînekek bi vî rengî li cîhanê pêk nehatiye û bi ser neketiye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar