Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....
Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

AKP xwezaya gundê kurdên elewî wêran dike

Dewleta tirk a dagirker hewl dide bi çêkirina bendavan xwezaya gundê Karazê ya Argana Meletiyê wêran bike. Welatiyan diyar kirin ku ji ber gundê kurdên elewî ye xwezayê wêran dikin û bang li her kesî kirin piştgiriyê bibin berxwedana wan a li dijî wêrankirina xwezayê dane destpêkirin.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bi çêkirina bendavan xwezaya Kurdistanê wêran dike. Ji van derverên ku tê wêrankirin gundê kurdên elewî Karazê yê Argana Meletiyê ye. Li Kapazê ku xebatên kana xîz û keviran berdewam dike niha jî tê xwestin bendav were çêkirin. Tê payîn ku bendav li ser 24 hektarên erd bê çêkirin û bi bendavê re dê gelek zevî, dar û goristan jî di bin avê de bimînin. Tevî vê yekê jî ji bo projeyê biryara “Hewcehî bi Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) nîne” hate dayîn. Meclisa Navneteweyî ya Kurecikê (UKM) û şeniyên gund li dijî vê projeyê doz vekirin. Li ser doza şêniyên gund, şandeyeke ji kesên pispor pêk dihat di 8’ê adarê de li cihê ku tê payîn bendav lê were çêkirin lêkolîn kirin. Di heman rojê de şêniyên gund li heman qadê çalakî li dar xistin û destnîşan kirin ku ew naxwazin li gundê wan bendav bê çêkirin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li herêmê têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn.

Rêvebera UKM’ê Husniye Kili ku beşdarî çalakiya li dijî çêkirina bendavê bûbû, anî ziman ku armanca ji bendavê valakirina gund e. Kili bi bîr xist ku Kapaz gundê kurdên elewî ye û ji dîrokê ve bi serhildanên xwe tê naskirin û wiha domand: “Ji ber van sedeman bi salan e dibe hedefa dewletê. Ji ber talankirina xwezayê û zextên dewletê gelek kes neçarî koçberî dervayî welat bûn. Niha jî dixwazin li gundê me bendavê çêbikin. Em jî li dijî vê yekê dertên û naxwazin bendav were çêkirin. Em ê li dijî talankirina xwezaya gundê xwe derkevin û têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”

Ji nasnameya kurd û elewîtî gund tê wêrankirin

Endamê Komeleya Elewiyên Demokrat (DAD) û şeniyê gundê Karazê Gokhan Îmer jî bi lêv kir ku ji ber nasnameya kurd û elewîtiyê gundê wan ji aliyê dewletê ve tê talankirin. Îmer, da zanîn ku dewlet ji zû de ye ji ber nasname û dîroka Kapazê dixwaze gund vala bike û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê yekê jî xwezaya me talan dike û polîtîkayên zext û tundiyê li vir dimeşîne. Di encama van polîtikayan de li Kapazê kes nema. Bi bendava ku tê xwestin bê çêkirin re xwezaya me wê bê talankirin. Vê bendavê ne ji bo başiya me lê ji bo valakirina xaka me tê dikin. Bi çêkirina bendavê re dê gelek kanên din ên xîz û keviran jî çêbikin. Jixwe li gund kes nema û heke bendav bê çêkirin edî yên mayî jî dê ji neçarî koçber bibin. Ji ber ku zevî, goristan, dar û pîroziyên me wê di bin avê de bimînin.”

Xwezaya gundê wê veguherînin qada înşatê

Di berdewama axaftina xwe de Îmer bi lêv kir ku xetere heye ku bi projeya bendavê re gundê wan veguhere qada maden û kana keviran. Îmer, destnîşan kir ku heke li ser xaka wan tiştek were kirin, divê ji ewil bi şêniyên wê xakê re bişêwirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger bendav were çêkirin, dînamîta ku hatiye teqandin dê zirarê bide xaniyên vir. Her wiha gelek zevî û mêrg dê di bin avê de bimînin. Ev der dê veguhere qada înşaetê. Mirov nikarin di nava vê înşaet û tozê de bijîn. Ji vê bendavê armanc dikin ku me ji xaka me derxînin. Ev bendav yek ji polîtîkayên desthilatê yên koçberkirinê ye. Piştî bendav hat çêkirin dê li vir kana madenan jî vekin.”

Îmer daxuyand ku li Kapazê ji ber qedexeyên deştê û zextên siyasî gelek kes neçar man koç bikin û axaftina xwe bi vê bangawaziyê qedand: “Polîtîkayên taybet ên dewletê yên li ser Kapazê berdewam in. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê talanê bidomînin. Em ê destûrê nedin ku bendav li gundê me bê çêkirin. Banga min ji hemû aktîvîstên ekolojiyê, kesayetên demokrat û dostên kurdên elewî ew e ku piştgiriyê bidin me. Ne tenê Kapaz, erdnîgariya me jî hatiye talankirin. Pêwîst e her kes li hemberî vê yekê bihestiyarî tevbigere. Ev dewlet başiya gelê Kapazê naxwaz e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar