Di bin banê Wezareta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî de li welatiyên dahata wan hindik e ango xizan in hezar TL alîkariya pandemiyê tê belavkirin. AKP vê alîkariyê wek fersendê bikar tîne. AKP di bin navê “desteka pandemiyê” de li gelek kesan digere û dixwaze wan bike endamê xwe. Bi şandina peyamên “pîrozbahiyê” derdikeve holê ku welatiyan kirine endamên AKP’ê.
Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê jî kiryarên AKP’ê yên di bin navê “desteka pandemiyê” de derket holê. Serokatiya AKP’ê ya Navçeya Artûklû bêyî di ferqê de be li endamê Meclisa Şaredariya Artûklû Mûsa Bînbîr ê HDP’yî geriya.
Mûsa Bînbîr dibêje ku beriya niha jî li ser heman mijarê Serokatiya AKP’ê ya Bajarê Mêrdînê li wî geriyaye. Bînbîr got ku wî vê carê hewldana AKP’ê ya ku dixwaze wî bike endamê xwe tomar kiriye.
Kesê ji Serokatiya AKP’a Artûklû li Bînbîr digere dipirse ku ka wî desteka vê mehê ya hezar TL’yî wergirtiye an na û heke wernegirtibe di nava hefteyê de dikare biçe PTT’ê û pere bikişîne. AKP’yî ji Bînbîr re dibêje ku endamtiya wî ya AKP’ê dernakeve û dixwaze wî bike endamê AKP’ê. Bînbîr ji AKP’yî re dibêje ew endamê partiyek din e û li ser vê yekê kesê AKP’yî jê re dibêje dê ew pere betal bibe. Bînbîr jê re dibêje ew endamê HDP’ê ye û li ser vê yekê kesê AKP’yî dev ji tomarkirina endamtiya AKP’ê berdide. MÊRDÎN