Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

AKP’ê li ser gorên suryan û ermenan ‘Baxçeyê Millet’ ava kir

AKP li Kerboran a Mêrdînê li ser goristana welatiyên ermen û suryan ‘Baxçeyê Millet’ ava kir. Şêniyên Kerboranê jî bertek nîşan dan û gotin ku tişta hatiye kirin li dijî exlaq û wijdana mirovahiyê ye

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê di bin navê ‘Baxçeyê Millet’ de bi bedêla milyonek û 270 hezar lîreyan park û eywana dawetan hate çêkirin.  ‘Baxçeyê Millet’ ku bi hevkariya Şaredariya Kerboranê û Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA) hatiye çêkirin, weke ‘Projeya Nûkirina Taxa Sarayê’ hatiye binavkirin.

Proje piştî tayînkirina qeyûm di mijdara 2016’an de dest pê kir. Piştî ku di hilbijartina 31’ê adarê de Şaredariya Kerboranê kete destê AKP’ê proje hate domandin û tê plankirin ku heta çend rojan bê vekirin. Derket holê ku park li ser goristana suryan û ermenan hatiye çêkirin.

Herêm weke tirbik tê zanîn

Şêniyên taxê jî gotin ku cihê ku park lê hatiyê çêkirin, goristana suryan û ermenan bû. Şêniyên diyar kir ku ji ber goristanê, cihê ku eywana dawetan û park lê hatiye çêkirin di nava şêniyên taxê de weke tirbik tê zanîn. Şêniyan daxuyand ku li gel hemû hişyariyên wan jî rayedaran projeya xwe domandine û kavilên goran derbasî cihekî din kirine.

Tevî hişyariyan jî proje domandin

Ji suryanên taxê Abdulmesîh Ergun bi lêv kir ku li cihê ‘Baxçeyê Millet’ goristana ermen û suryanan hebû û wiha dom kir: “Piraniya goran ji kevirên qewirî hatibû çêkirin. Min dema gorekê zarokekî paqij dikir, rastî xaçê hatim. Lê tevî vê proje nedan sekinandin. Em gelek xemgînin. Ziman, ol û neteweya goristanan nîne. Çêkirina cihekî keyfê ya li ser goristanê, hem bêexlaqî û hem jî bêwijdanî ye. Li dijî nirxên mirovahiyê ye.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar