Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

AKP’ê starta pêvajoya nû aşkera kir!

AKP’yî ji bo gûherîna hin xalên destûra bingehîn bi HDP’ê re jî hevdîtînek çêkirin. Tu dibê qey ev hevdîtîn bû bombe û ket dilê siyaseta Tirkiyeyê. Her aliyek li gor xwe vê hevdîtînê nirxandin. Di serî de mixalifên dewletî, yek aliyek dewletparêz ji vê hevdîtînê eciz nebûn. Herî zêde jî kêfa Meral Akşener hat. Ev asenaya rûşuştî, hevdîtîna HDP û AKP’ê wekî pêvajoyek nû da nasandin û her du aliyan pîroz kir. Hinek li bendê bûn ku gurebozê dûvika Erdogan, ango Bahçelî bertek nîşan bide. Na! Ew jî kêfxweş bibû. Digot, hevdîtîna bi HDP’ê re gelek xwezayî ye. Ew gurebozê ku çend meh berê Meral Akşener û Kemal Kiliçdaroglu bi şîrîkatiya HDP’yê tawanbar dikir, niha hevdîtînê tiştek gelek xwezayî dibîne. Her weha hin CHP’yiyên netewperest jî kêfxweşiya xwe aşkere kirin. Ew jî wekî ku ji barek xilas bibin, AKP’yiyan ji ser HDP’ê tawanbar dikirin. Dema bersîv didan AKP’yiyan, digotin we me tawanbar dikir, lê hûn çûn deriyên wan.

Bi ya min kêfxweşiya van neteweperest û faşîstên tirk, her weha rastiya nêrîna dewleta xwînxwar jî, careke din bi me zelal dike. Bi gor wan HDP, tevgerek krîmînal û cûdaparêz e. Ew ne tenê PKK, hemû kurdan wekî ‘terorîst’ dibînin û niha jî ev dîtînên xwe yên qirêj ji bo çend dengên xwe zêde bikin bikartînin.

Yê AKP’ê bir ber deriyê HDP’ê jî astengiya tê de ye. Ango ew jî bi hisabek qirêj tevdigere û dixwaze xwe bi van qirejiyan ji astengiyan rizgar bike. Hilbijartin nêz dibe, HDP kilîd e û daxwaza AKP’ê jî ew e ku HDP di navbera her du tifaqên dewletî de nebe layengîrê aliyeke. Her weha bi hevdîtîna HDP’ê re hatiye kirin peyam didin kurda jî. Kula dila ji kurda re dixwazin bêjin, em ne dijminê we ne. Ev jî bi me nîşan dide ku bi rastî jidyane û ji bo xwe ji vê bandorê xilas bikin dikarin her tiştî bikin.

Niha em behsa astengiyeke din jî bikin. Piştî vê hevdîtînê di hemû çapemeniya dewletê de, di hemû çapemeniya partiyên nijadperest û neteweperestan de li ser vê hevdîtinê gengeşiyên qerase çêbûn. Hemû telewîzyon behsa vê hevdîtînê kirin. Lê di van gengeşî û nûçeyan de raya HDP’yiyan, raya kurdan, raya kesên ku bikaribin vê rewşê bi aqilane binirxînin, tûnebûn. Mixabin, çapemeniya azad jî vê meseleyê negirtin rojeva xwe. Hin alî gotin meseleyek sunî ye, deriyê xwe ji van gengeşiyan re bi temamî girtin. Hin alî jî di rojevên din yên girîng de tu valahî nedîtin ku ev yeka têra xwe binirxînin. Ev rastiya tal jî bû derfet û hemû neteweperest û nijadperest meseleyê bi yek alî û bi dilê xwe gengeşî kirin. Bê HDP’yiyan û bê kurdan, gog bi dilê xwe li ortê gerandin.

Gelo, ev astengî tiştek bi kurda dide windakirin? Na! Hinde bandorek mezin nake. Lê, derengmayîna mudaxeleya rojeva tarî di mejiyan de gelek pirs jî çêdikin. Ev jî ne bi berjewendiya şoreşger, welatparêz û azadîparêzan in.

Temam heta vê derê min hin tiştan got, lê niha jî dixwazim raya xwe piçek din jî vekim. Hemû aliyên dewletî vê hevdîtînê wekî pêvajoyek dan nasandin. Ez jî wusa difikirim, belê pêvajoyek e nû ye û ev pêvajo destpêkiriye. Lê behsa pêvajoyê ku ez dikim û nijadperest û neteweperestan dikin ne yek in. Her alî pêvajoyê bi gor xwe dinirxînin. Ya rastî, ez jî pêvajoyê bi gor xwe dinirxînim. Aliyê Tifaqa Millet, bi taybet asenaya rûşûştî pêvajoyê bi lihevkirina AKP û PKK’ê binavdike. Bi vî awayî dixwaze ji AKP û MHP’yiyan deng bigre. CHP’yî, AKP’ê bi nêzîkbûna kurda tawanbar dike. Ango CHP’yî jî rengekî din ya Meral Akşener e. Ew jî bi helwesta xwe ve HDP’ê krîmînalîze dike. Tifaqa Cumhur, ketiyê çalê dixwazi xwe ji çalê xelas bike. Ew jî bi van lîstikan dixwazin  hesteke dema pêvajoya çareseriyê biafrînin û bi vî awayî kurda winda nekin, herî kêm wan bêlayen bikin.

Belê, bi ya min jî pêvajoyek nû ye. Lê ev êdî pêvajoya lawazbûna dewleta nijadperest û neteweperest e. Ev dewleta xwînxwar, careke din jî heyama xwe temam kir. Heke niha bikaribin ew ê carek din jî dest bigûherînin û çend salên din jî ew ê bi lîstîka demokratîzebûnê bilîzin. Ev lîstîk ew ê bi dilê Yekîtiya Ewropa û derdora wan jî bibe. Lê gengeşiyên li ser HDP’ê û tevgera kurda bi me da nîşandan ku êdî ew nikarin tevgera kurda bi lîstîkan bixapînin. Êdî tevgerên kurd jî bi qasî xwe hene, HDP û dostên wê jî bi qasî xwe hene, ciyê xwe dadigrin. Hemû rayedarên HDP’ê yên axivîn jî bi vê aqlê tevgeriyan. Bi ya min pêvajoya rastîn ev e. Pêvajoya herî balkêş jî, êdî hemû kes dizanin kurd ne kurdê berê ne.l

Nûçeyên Têkildar