Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Aksakoglû: Bi îdîanameyê dixwazin civaka sivîl krîmînalize bikin

Danişîna doza 2 jê girtî 16 kesên ji doza Gezî tên darizandin didome. Di danişînê de Yîgît Aksakoglu parastin kir û wiha got: “Armanca vê îdîanameyê ewe ku civaka sivîl krîmînalîze bike ye. Ez şevekê jî di nava bûyerên Gezî de nemam. Ger ku min zanîbûya ezê 220 rojan di hucreyê de bimînim, ezê herî kêm şevekê li wir razama.”

Danişîna doza 2 jê girtî, 6 fîrar û 16 kesên Karsaz Osman Kavala û Yîgît Aksakoglû jî di nav de tên darizandin, li 30’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kampusa Girtîgeha Silivrî ya Stenbolê didome. Piştî tespîta nasnameyan Karsaz Osman Kavala û Nûnerê Vakfa Bernard Van Leer yê Tirkiyeyê Yîgît Aksakoglû parastin kirin. Nûnerê Vaktê yê Tirkiye Aksakoglû piştî Kaval parastin kir û naveroka îdîanameyê rexne kir.

Aksakoglû diyar kir ku armanca vê îdîanameyê ewe ku civaka sivîl krîminalize bike û wiha got: “Min di hemû xebatên xwe de bi midûriyetên Perwerdehiyê yên Neteweyî, şaredariyên AKP û CHP’ê re xebitîm. Piştî bûyerên Parka Gezî bi dawî bûn û şûnde dest bi guhdarkirina min kirin. Dozger û dadgerên ku der barê min de biryara guhdarkirinê dan îro ez û wan bi hevre girtî ne û di heman girtîgehê de ne. Ez ne alîgirê ku bi tundiyê erk û rayeyê biguherînim. Ez her dem alîgirê guherînê me. Lê li ser esasê li hevkirina civakî ez guherînê esas digirim. Ez alîgirê girtina maf û berpirsiyariyê me. Ji ber ku min Kavala nas kiriye wekî sûc nîşan didin. Naskirina Kavala ne sûc e. Armanca vê îdîanameyê ewe ku civaka sivîl krîmînalîze bike ye. Ez şevekê jî di nava bûyerên Gezî de nemam. Ger ku min zanîbûya ezê 220 rojan di hucreyê de bimînim, ezê herî kêm şevekê li wir razama.”

Aksakoglû destnîşan kir ku di hucreya yek kesî de tê girtin û wiha got: “Piştî bûyerê 6 sal şûnde îhtîmala ku delîlan reş bikin tune ye. Kesên di bûyerên Gezî de jiyana xwe ji dest dan navê yekî jî di îdîanameyê de tune ye. Ez tahliye û beraeta xwe dixwazim.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar