Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Aktan: Abdullah Ocalan li dervayê qanûnan tê hiştin

Rojnamevan Îrfan Aktan anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li derveyî qanûnan tê hiştin û got: "Merdan Yanardag, rastiyeke ku mirov nikare wê înkar bike bi bîra mirov dixe. Bilêvkirina sûcekî, nabe sûc." 

28 meh in tu xeber ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F’yê de nayê girtin. Kesên ku vê rewşa dijqanûnî ya li Îmraliyê bilêv dikin jî bi darizandinê re rû bi rû dimînin. Herî dawî Gerînendeyê Weşana Giştî ya TELE1’ê Merdan Yanardag ji ber ku destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan di tu hiqûqê de tune ye hat girtin.

Rojnamevan Îrfan Aktan, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abbdullah Ocalan û girtina rojnamevan Merdan Yanardag nirxand.
Aktan anî ziman ku piştî demeke dirêj cara ewil e ku li derî tevgera kurd û çapemeniya kurd rojnamevanek balê dikişîne ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan. Aktan diyar kir ku ji ber vê Yanardag hedef hatiye girtin û hatiye girtin û got: “Yanardag wê ezbera desthilatê û ya der barê Ocalan de şikand. Ji ber vê hedef hat girtin. Divê neyê jibîrkirin, Ocalan welatiyekî Komara Tirkiyeyê ye. Girtina wî nayê wateya binpêkirina mafên wî. Ya ku Merdan Yanardag kir jî bibîrxistina vê yekê bû.”
‘Li dervayê qanûnan tê hiştin’
Aktan anî ziman ku Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ji mafên mirovan ên bingehîn bêpar hatiye hiştin û got ku li gorî Destûra Bingehîn her kes di qanûnan de wekhev e û qanûnên li gor şexsan tune ne. Aktan got: “Ocalan li derveyî qanûnan tê hiştin.”
Aktan diyar kir ku di kampanyayê li dijî tecrîdê de ji ber ku binpêkirinên mafan ên Abdullah Ocalan bi wan re rû bi rû dimîne baş nayên destnîşankirin, di vî warî de derdoreke berfireh jî çênabe û got: “Her kes behsa tecrîdê dike. Lê nayê destnîşankirin ku ev bi awayekî ber bi çav tê çi wateyê. Gotina ‘Tecrîda li ser Ocalan li ser hemû kurdan, Tirkiye û Rojhilata Navîn tê pêkanîn’, di esasê xwe de rastiye tecrîda li ser Ocalan şolî dike. Ev ziman nahêle mafên Ocalan berbiçav bibin. Merdan Yanardag, ji ber ku bal kişand ser mafên mirovî yên Ocalan hedef hat girtin.”
Bilêvkirina sûc nabe suc
Aktan axaftina xwe wiha domand: “Hiqûqa înfazê bi awayekî eşkere tê binpêkirin û yên balê dikişînin ser vê binpêkirinê û dibêjin ‘qanûnê binpê nekirin’ wekî sûc kiribin tên hesibandin. Li ku dera cîhanê hatiye dîtin ku gotina ‘qanûnê binpê nekin’ sûc hatiye hesibandin?’ Di pêvajoya hilbijartinê de pesinandina Ocalan û tew gotinê dibê ji girtîgehêd erkeve ne sûc bû, lê çima gotina divê tecrîd bê rakirin sûc e? Di vê pêvajoyê de çi di hiqûqê de guherî? Di navbera rewşa hiqûqî ya pêvajoya çareseriyê û ya niha de tu guherîn çênebûye. Tew Yanardag pesnê Ocalan nade, tenê rastiyeke ku nayê înkarkirin bibîr dixe. Çima nahêlin Ocalan bi kesî re hevdîtinê bike? Çima ev mafê wî tê binpêkirin? Bilêvkirina vê, di warê ragihandina rastiyê de tu ferqa wê û gotina ‘rengê berfê spî ye’ tune ye. Dewlet bi qanûnan dixebitin. Li bara qanûnan her kes wekhev e. Nabe ku tu kes li derveyî qanûnê bê hiştin. Berevajî wê binpêkirina qanûnê ye, sûc e. Bilêvkirina sûcekî, nabe sûc e.”
Aktan destnîşan kir ku armanca tecrîdê ew e ku Abdullah Ocalan bê jibîrkirin. Aktan bilêv kir ku nabe ku qanûn bên binpêkirin û got ku lê dewlet di warê tecrîdê de qanûnên xwe binpê dike. Altan di dawiyê de anî ziman ku li Tirkiyeyê girtî xwedî kîjan mafan bin Ocalan jî xwedî wan mafan e û got: “Bilêvkirina divê Ocalan sûdê ji mafê girtiyan bigire ne sûc e û yên vê bilêv dikin jî divê neyên darizandin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar