Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Aktar: Divê deng bên dayîn û parastin

Namzetê Partiya Çepên Kesk Mehmet Emîn Aktar bang li her kesî kir ku dengê xwe bi kar bîne û işaret bi girîngiya parastina dengan kir.

Namzetê parlamenteriyê yê rêza 9’emîn ê Amedê yê ji Partiya Çepên Kesk Mehmet Emîn Aktar sala 1986’an ji beşa Hiqûqê ya Stenbolê mezûn bû. Ji sala 1987’an û pê ve weke parêzerekî serbixwe kar kir. Di navbera salên 1992-2011’ê de endametiya Desteya Rêveber a Baroya Amedê kir. Di navbera salên 2008-2012’an de serokatî ji Baroya Amedê re kir.

Mehmet Emîn Aktar ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku wî heta niha li nava saziyên sivîl kar kir, lê belê pêvajoya heyî diyarker e lewma bûye namzet ji parlamenteriyê re. Mehmet Emîn Aktar got, “Demeke dirêj li qada mafên mirovan, her wiha li nava Baroya Amedê min rêveberî kir. Di navbera salên 2008-2012’an de min serokatî ji Baroya Amedê re kir. Li nava rêxistinên civakî yên sivîl û komeleyan endametiya min heye, lê belê salên dûr û dirêj li nava partiyên siyasî endametiyeke min a çalak tune bû. Hilbijartina heyî gelekî krîtîk e, dibe ku bibe gava destpêkê ya terikandina rejîma otorîter û derbasbûna pêvajoyeke nû. Lewma min biryar da ku tev li siyasetê bibim. Min pêşniyar jî qebûl kir û ji bo namzetiya parlamenteriyê serî li Partiya Çepên Kesk da.”

‘Gelê kurd bi hêrs e’

Aktar qala karên hilbijartinê, eleqeya Amedê kir û got, “7 sal in hewl dan ku Amedê bêdeng bikin. Ji kiryarên qeyûm heta bi zext, destgîrkirin, girtin û cezakirina siyasetmedaran. Gelek siyasetmedar hatin girtin, beşek ji wan jî neçar man ku welêt biterikînin. Dema ku ji vî alî ve bê nirxandin hingî windahiyeke girîng heye, lê belê Amed timî bajarekî welê ye ku xwedî potansiyelê ye. Ev potansiyel jî aktorên nû dide rêxistinên civakî û siyasetê.

Rejîma zextê ya vê desthilatdariyê piştî 15’ê Tîrmehê veguherî faşîzmê. Di encama vê de jî dest bi astengkirina qadên demokratîk kirin. Ji ber vê yekê jî her kes fikirî ku civaka kurd hatiye bêdengkirin an jî tepisandin, lê belê di vê pêvajoyê de em dibînin ku civak gelekî bi hêrs bûye. Ya ku em li nava civakê dibînin zêdebûna hêrsê ye. Divê ev yek baş bê bikaranîn. Eger li qada siyasetê bê bikaranîn, eger em karibin vê piştgiriyê xurt bikin hingî em ê karibin encamên baş bi dest bixin. Bêyî ku rageşiyê biafirîne divê em xwe baş bidin fêmkirin, ji bîr nekin ku ev war, ev bajar ê me ye û bi vî rengî bixebitin. Ji ber ku gel vê yekê nîşanî me dide, li bîra me dixe ku xwediyê vî warî ew e, divê em bibin nûnerê wan. Em jî bi vê têgihiştinê dixebitin.”

Divê deng bên parastin

Aktar bal kişand ser girîngiya hilbijartinê, ji her kesî xwest ku dengê xwe bidin û got, “Beriya her tiştî divê deng bê dayin. Dengdayin têrê nake, divê xwedî li dengê xwe derkevin. Ji ber ku divê em qîmetê her dengî zanibin û biparêzin. Em ê di sibeha 15’ê Gulanê de li welatekî ronahî rabin, roj wê hilê. Bêguman di nava rojekê de wê her tişt sererast nebe. Dibe ku pêvajoyeke zehmet jî destpê bike. Ji ber ku eger pêwîstî bi jinûve avakirinê hebe, divê mirov derbasî qonaxeke nû bibe. Divê sîstemeke nû ya destûra bingehîn bê avakirin. Ji vî alî ve dema bê nirxandin hingî divê li parlamentê nêrîneke hîn azadîparêz, xwecihî û giraniyê dide ser çareseriya meseleya kurd hebe. Nêrîna me bi vî rengî ye. Lewma wê pêvajoyeke zehmet destpê bike. Bi têkbirina vê desthilatdariyê re wê ev mesele neqede. Divê pêşî li avabûna desthilatedariyeke ji rejîmeke zordar bê girtin. Partiya Çepên Kesk xwedî pozîsyoneke bi vî rengî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar