Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Aktîvîsta jin li Afganistanê di bin çavan de rastî tecawizê hat

Aktîvîsta Mafên Jinan Elaha Delawarzî ku li Afganistanê hatibû binçavkirin, diyar kir ku derdevkê Wezîrê Karên Hundir ê Talîban ê berê Karî Saeed Khostî tecawiz li wê kiriye û bi darê zorê hewl daye wê weke kole bixebitîne.

Aktîvîsta Mafên Jinan Elaha Delawarzaî, di mijdara 2022’yan de piştî çalakiyekê hatibû binçavkirin. Delawarzaî da zanîn ku di bin çavan de hatiye tecawizkirin û têkildarî mijarê li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal agahî parve kir.

Delawarzaî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ez, xwedawenda cesaretê me. Berdevkê Wezîrê Karên Hundir ê Talîbanê yê berê û serokê niha yê Êtîmxaneyên Tora Hakkaniyê Karî Saeed Khostî piştî tecawizê bi darê zorê ez zewicandim. Îşkence li min kir, li min xist û gefên giran li min xwar. Min nexwest bibim koleya wî lê Talîban ji bo ku dengê min qut bike, ez xistim hefsê. Ji mijdara 2022’yan heta nîsana 2023’yan, li Girtîgeha Îstîxbaratê ya 40’emîn Midûriyeta Talîbanê îşkence li min kir. Heta ceyran dan organên min ên zayendî û pêsîra min. Hewl da bi darê zorê bi min îtîrafê bide kirin. Endam û fermandarên Talîbanê di 15’ê tebaxa 2021’ê de îktîdar bi dest xist û ji wê rojê heta niha bi hezaran jin û keç bi darê zorê zewicandin. Û jin bi awayekî herî xerab tên tepisandin. Talîban, van qanûnên xwe yên zilmê tenê li dijî xelkê bêparastî yê Afganistanê têxe meriyetê. Lê tu cezayan nadin fermandarên Talîban. Lê tevî vê yekê jî dinya xalîçeya sor radixe ber pêyên Talîban.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar