Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Aktivîstên alman dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Berlînê 6 aktivîstên alman ji bo ku tecrîda li ser Ocalan rabe û balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest bi greva birçîbûnê ya 72 saetan kirin

Li Berlîna Almanyayê 6 aktivîsên alman ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê û li gelek deverên cîhanê vê sibehê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya bi dirûşma ”Leyla-Têkoşîna di dilê me de ye” hate organîzekirin û li Qada Heînrîchplatzê  ya navçeya Kreûzberg a Berlînê bi daxuyaniyeke çapameniyê dest pê kir. Li qadê konek hate vedan û greva birçîbûnê ya ji b 72 saetan dest pê kir.

Aktîvîstan bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û wiha gotin: ”Heke tecrîd rabe û pêvajoya diyalogê dest pê bike, bi ya me ev dê bi rengekî pozîtîf bandora xwe li ser gelên Rojhilata Navîn nîşan bide.”

‘Divê em bêdengiya çapemeniya alman bi dawî bikin’

Aktivîstan pankarta ”Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin” a bi wêneyê Leyla Guven hildan, bi alayên YPG-YPJ’ê daxuyanî dan. Aktîvîstan gotin rewşa tendiristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê krîtîk e, daxwazên Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê meşrû ne û bal kişandin ser helwesta medyaya  alman û Hikûmeta  Federal a li tecrîdê û grevên birçîbûnê.

Aktivîstan ev tişt anî ziman: ”Çapemeniya alman bêdeng e, Hikûmeta Federal jî ji bo ku peyama penaberan û ya çekan a bi Tirkiyeyê re zirarê nebîne naxwaze vê berxwedanê bibîne. Divê medyaya alman dawî li vê bêdengiyê bîne û hikûmet demildest tevbigere.”

Aktivîstan her wiha xwestin ku dewleta alman zextên li ser Tevgera Azadiya Kurdan bi dawî bike û bang li hemû dilxwazên demokrasî û azadiyê kirin ku piştevaniyê bikin. Daxuyanî bi dirûşmên ”jin jiyan azadî” û bi almanî bi dirûşmên ”Ji Ocalan re azadî” qediya.

Bi çarçoweya organîzasyona Komîteya Berxwedanê ya Berlînê, Şemî û Yekşemê saet 16.00’an ji bo ku balê bikişînin ser tecrîdê dê çalakiyên curbecur werin kirin. BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar