Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aktorên şer; Îran û Îsraîl e

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Nivîskarên vê senaryoyê û senarîst û rêveberên wê yên paş perdê kî dibe bila bibe, ev şêrê ku di 7’ê cotmehê de li Xezayê pêkhat, rolên sereke li ser milê Îsraîl û Îranê ye û li ser dika şer, nuha ew dileyzin.

Her çendîn navê Hamasê, di despêkê de derket pêş jî, lê aktorên vê senaryoyê ew herdu dewletên mijara gotinê ne.

Erê, gav bi gav navê hinek rêxistinêen din mîna cihada îslamî, Hîzbûlah û hwd. li gel Hamasê tên bi navkirin jî, nikare vê rastiyê biguhere.

Lê ya herî giring, êdî roj bi roj dewletên gir an biçûk ên li pişt vê senaryoyê, aşkere dibin. Ji her du aliyan jî, yên paş perdê, êdî bi navê “piştgriyê” an dostayîyê be jî xwe derdixin pêş perdê.

Bêguman di despêkê de Îsraîl, jiber ku êrîş hatibû ser hêzên wan, ev mijar bi hostayî xebitand û xwe weke mexdûrê vî şerî nîşan da, lewma desteka ewil û bi lez hat ji wê re.

Di serî de DYA, Înglistan, giregirên Ewropayê û hwd. piştgriya xwe ya li gel Îsraîlê destnîşan kirin û rêveberên wan mîna Biden, Scholz, Sunak, Macron û hwd.yekoyeko çûn Telavîvê.

Li aliyê din, ji bilî Îranê, ti dewletan yekser piştgriya xwe ya bi Hamas re diyar nekirin. Berovajî, yên ku tên zanîn bi dijberiya xwe ya li himberî DYA û Îsraîlê jî, mîna Rûsya û hinek dewletên din, di rojên ewil de, hinek gotin ji bo mafdariya xweparastinê ya Îsraîlê kirin.

Belê piştî çend rojên ewil, nuha êdî endamên herdu aliyan pirtir cihên xwe aşkere dikin.

Erê Çîn, xwe weke bê alî nîşan dide, lê naxêr, berî çend rojan (di 17-18’ê cotmehê de) li Pekînê, ew civîna bilind a Nifş û Rê ya Forma Hevkariya Naveneteweyî ya 3an li dar xist. Mijarek giring jê ev bû; ku Putin jî beşdarî vê civînê bûbû. Her wiha hewldanên hevbendiya BRICSê jî dewam dike.

Bi vê bûyera Xezayê re, herdu eniyan; a bi pêşangiya Rûsya–Çînê (Şanghay û BRICS) û ya bi pêşengiya DYA’yê (NATO), bi lez dest bi civînan kirin. Pêşbînî ew e ku, ji bo şerekî mezintir, xwe û hevalbendên xwe amade dikin.

Rûsya jî, li Îranê civînek li dar xist. Wezirên Tirkiyeyê, Azerbeycanê, Ermenistanê, Îranê û Rûsyayê li hev civand.

Li himberî civînên Rûsya û Çînê, DYA’yê li pey hev hinek civîn li dar xist: Li Misrê, Urdinê û hwd. Her wiha, li dijî Hamas, xwe weke dostê Flistîniyan bide diyar kirin, li Emanê Rêveberê Filîstîniyan Mehmûd Ebas jî beşdarî vê civînê kir.

*  *  *

Senaryoya şerê li Xezayê pêkhat, ji aliyê kê ve hatiye amade kirin, pir zelal nebû be jî, li ser encamên wê hinek mijar aşkere dibin.

Di serî de, him her du eniyên sereke û him piraniya dewletên têkildarên vî şerîne, li ser vî şerî ne serkeftîne.

Ji xêndî/ji bilî yên senaryo amade kirine, hemû dewlet û hêzên cudacuda, weke ku ji xafil ve hatibin girtin û ji şerekî wisa re ne amade bûn hat xuya kirin.

Her wiha yên ev senaryo amadek kiribûn jî, weke ku ne li bende encamên ewqas mezin bûn.

Li goreyî ji şîroveyên piralî tê xuya kirin, hêzên herî giregir jî, li himber vê senaryoyê ne aram û serkeftî ne. Di çapemeniyê de rewşa Biden û Putin weke mijara sereke kete rojevê; Biden, civîna xwe ya çapemeniyê di nêvî de hişt û çû. Her wiha di heman demjimêran de gotin “Putin, bi kriza dil ketiye”.

Rêberên gelek dewletan, li ser vê mijara Xezayê, ya dereng daxwiyanî dan, an jî daxwiyaniyên wan ên rojên ewil û yên rojên din ne weke hev bûn. Ev jî nîşan dide ku ji bûyerek wisa re ne amade bûn.

Her wiha, di nava dewleta Îranê de ku yekser tê tawanbar kirin, alozî her diçe mezintir dibe. Li pey Jîna Emînî, bi heman bêexlaqiyê dîsa, jina bi navê Armîta Geravad hat kuştin.

DYA’yê, Înglistan û Îsraîl, gelo wê karibin vê êrîşa Hamas, ji xwe re bikin sedem da ku derba giran li Îranê bidin û rejîma meleyan hilweşîne?

Heke tevgêrên gelê Filistînê, karibin xwe ji van senaryoyên malxerab û bi tevayî xwe ji bandora siyasetên hegemonên cîhanê rizgar bikin û li gel Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê hevpar-hevkar bi xebitin, wê karibin gelên herêmê hemûyan ji bindestiyê rizgar bikin.

Her wiha wê karibin li goreyî felsefeya Rêber APO, li ser hêza xwe ya cewherî, sistema Konfederalizma Demokratîk a Rojhilata Navîn a bihevrejiyanek hevpar, ava bikin!

Nûçeyên Têkildar