Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Akurt: Serdagirtina Lavrionê peyameke polîtîk e

Rojnamevan Îsmet Akûrt destnîşan kir ku serdagirtina Kampa Lavrioyê pêngavekek polîtîk e û got: “AKP wê derê ji bo siyaseta xwe ya hundirîn dike amûrek. AKP bi gotina ‘Me serkeftineke dîplomasiyê bi dest xist, me hikûmeta Yewnan jî li dijî PKK gav da avêtin’ danezaneke nerast ava dike.” 

Rêxistina Polîsên Yewnanistanê (ELAS) bi ser Kampa Lavrio a Yewnanistanê ku bi giranî kurd lê dimînin de girtibû.Polîsan derî û paceyan şikand û di nav de jin û zarok bi giştî 53 kesan binçav kiribûn. Balkêş bû ku ev serdagirtin pêşiya civîna NATO’yê û hevdîtina Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Miçotakis û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a di 11 û 12’ê tîrmehê de dê li Lîtvanyayê bê kirin, pêk hat.
Rojnamevanê kurd Îsmet Akurt ku li Yewnanistanê dimîne geşedanên li ser Kampa Lavrioyê nirxandin.
Akurt diyar kir ku ku avahiya kampê kevn bû û tê de mayîn jî bi talûke bû. Akurt bilêv kir ku kesên di avahiya kevn de diman beriya niha xwestibûn ku bikevin kampeke guncavtir û wiha got: “Wezareta Îltica û Penabertiyê soza şert û mercên guncavtir dabû lê belê piştî hilbijartinan hikûmet bi serdagirtina kampê wek qenciyekî nêzîkî Tirkiyeyê bû. Piştî serdagirtinê 10 jê jin, nêzîkî 20 ji wan zarok û dora 20 kesên mezin birin kampa Oinofyta ya ku 70 km ji Atînayê dûr e.”
‘Peyameke polîtîk e’
Akûrt destnîşan kir ku kesên ji avahiyê kampê hatine girtin li kampeke herêma Oinofytayê hatine bicihkirin û ev der 70 kîlometreyan dûrî Atînayê ye. Akurt da zanîn ku penaberên li kampa nû têne ragirtin ji bo çûnûhatê divê saetekê di rê de derbas bikin û wiha axivî: “Li gorî îdiaya desthilata Tirkiyeyê di kampê de PKK’î diman û vê serdagirtinê weke li wan hatiye kirin girte dest. Kesên di kampê de diman an welatiyên ji bakurê Kurdistanê an jî yên ji rojavayê Kurdistanê bûn ku ew jî ji şer reviyabûn. Hikûmeta Yewnanan jî bi xwe re kete nakokiyê û ev serdagirtin pêk anî. Cihê ku penaber birine avahiyê fabrîkayeke kevn e û penaber bi mayîna wê derê gelek nerazî ne. Hikûmeta Tirkiyeyê jî weke ku îdiayên wan rast in tevgeriya. Ev serdagirtin peyameke polîtîk bû.”
Beriya civînê
Akurt anî ziman ku dibe sedemên cudatir ên serdagirtinê hebin û balê kişand ser endamtiya NATO’yê ya Swêdê û  got: “Ji ber ku di civînên NATO’yê de tim kampa Lavrion dihate rojevê. Dibe ku gel vê gavê xwestine bêjin em li cem Tirkiyeyê ne. AKP jî wekî ku tawîzan ji wan stendiye, dixwaze siyaseta xwe ya hundirîn qaneh bike. Girêdayî bûyerê tu agahiyên têkildarî PKK’ê di çapemeniya Yewnanan de cih negirt. Li Tirkiyeyê jî bi sernavê ‘Li ser kampa PKK’ê hate girtin’ ev bûyer hate belavkirin û ev yek bi serê xwe bû mijara henekê ye. Ev yek kêrî karê herdû dewletan jî tê. Dibe ku ji bo germbûna têkiliyên xwe vê yekê pêk anîbin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar