Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Alagaş: Em ê şaredariya Sêrtê bikin cihê pirzimanî û pirçandî

Namzeta hevşaredariya Sêrtê ya ji DEM Partiyê Safiye Alagaş diyar kir ku ne tenê kurd an jî ereb li vî bajarî hene, bajarekî wiha ye ku gelek gel bi hev re lê dimînin û wiha got: “Ji ber vê yekê em dixwazin di çarçoveya pîvanên xwe de şaredariyeke pir zimanî, pir çandî, pir olî pêk bînin. Sêrt bajarekî ji gelek ziman û gelek çandan e. Em ê kreşên bi kurdî û erebî ava bikin. Li gorî daxwaza herêmê em ê xizmetê bikin.”

Gelên Kurdistanê di hilbijartinên 2019’an de bi dengekî bilind hevşardarên xwe hilbijartin. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê xwe li ber serkeftina gel negirt salek şûnde di bin navê qeyûman de şaredariyên bakurê Kurdistanê xesp kir. Di hilbijartinên giştî yên sala 2023’an de rêjeya dengên AKP’ê di asta ji sedî 9 de li bajêr kêm bû. Ji şaredariyên xespkirin yek jê şaredariya Sêrtê bû. Hemû derfetên Şaredariya Sêrtê pêşkêşî saziyên dewletê û hevkarên xwe kir. Lewma ji bo hilbijartinên xwecihî dest bi veguhestina hilbijêran kir. Îtirazên DEM Partiyê ji aliyê dadgeriya di bin kontrola desthilatdariyê de ye hate redkirin. Ji namzetên hevşaredariya Sêrtê yên DEM Partiyê Safiye Alagaş ji navçeya Berwarî ye. Alagaş di sal 1993’an de di dema valakirina gundan û koçberiya bi zorê de tevî malbata xwe neçar ma koçî Edeneyê bike û heta 18 saliya xwe li Edeneyê ma. Alagaş di sala 2008’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê dest bi rojnamegeriyê kir, li rojnameya Şûjin a ku hate girtin, piştre jî li Jinnewsê rojnamegerî dewam kir. Alagaş di sala 2019’an de li Îtalyayê, di sala 2022’an de jî li Stenbolê hêjayî xelatên rojnamegeriyê hate dîtin.

Alagaş diyar kir ku ji ber qeyûman li bajêr xizmet nayê kirin, pirsgirêka ku ew ê destpêkê çareser bikin jî pirsgirêka avê ye ku bi salan e nehatiye çareserkirin. Alagaş anî ziman ku ew ê şaredariya bi pir zimanî ji xwe re bikin esas ku yek ji pîvanên şaredariya gel a DEM Partiyê ye û got, “Em dixwazin vê projeyê li gorî şert û mercên heyî ji nû ve bixin meriyetê.”

Alagaş ragihand ku ew girîngiyê didin karên ji bo jinan, ji bo vê jî xwedî proje ne û got, “Em ê ji bo jinan qadên jiyanê ava bikin. Em ê stargehên jinan ava bikin, qadên ku jin karibin lê pirsgirêkên xwe vebêjin, lê bixebitin ava bikin.”

Alagaş bi bîr xist ku yek ji pîvanên herî girîng ên şaredariya gel a DEM Partiyê jî hembêzkirina hemû beşên civakê ye û got, “Ne tenê kurd an jî ereb li vî bajarî hene, bajarekî wiha ye ku gelek gel bi hev re lê dimînin. Ji ber vê yekê em dixwazin di çarçoveya pîvanên xwe de şaredariyeke pir zimanî, pir çandî, pir olî pêk bînin. Sêrt bajarekî ji gelek ziman û gelek çandan e. Em ê kreşên bi kurdî û erebî ava bikin. Li gorî daxwaza herêmê em ê xizmetê bikin.”

Alagaş ragihand ku ew ê mal bi mal, kolan bi kolan bigerin, xebatên hilbijartinê bi vî rengî bimeşînin, hilbijêrên bê biryar îqna bikin, hilbijêrên bi tevger bînin û bikin ku tevlî hilbijartinê bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar