Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Alakuş wehşeta li Rihayê vegot: Di her kêliyê de îşkence li me kirin

Welatiya bi navê Guler Alakuş ku li Xelfetiyê hate binçavkirin û îşkencekirin, îşkenceya lê hatiye kirin vegot. Alakuş got ku li malê, di ambulansê de, li nexweşaneyê, li nezaretxaneyê, li odeyên cuda û heta ku dema derxistin edliyeyê jî li avahiya edliyeyê jî bênavber îşkence lê hatiye kirin

Şêniyên gundê Derto yê Xelfetî ya Rihayê piştî ku hatin berdan, kêlî bi kêlî îşkenceya lê hatiye kirin vedibêjin. Yek ji van welatiyan jî Guler Alakuş bû. Alakuş di 18’ê gulanê de li malê hate binçavkirin û 6 roj piştre hate berdan. Alakuş îşkenceya ku lê hatiye kirin, bi parêzerên Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê re parve kir.

Guler Alakuş diyar kir ku di saetên şevê saet di 02.00’yan de leşker û polîsan bi ser mala wan de girt û wiha got: “Ji endamên malbatê û mêvanan xwestin ku em destên xwe bilind bikin û bi vî awayî em ji malê derxistin. Çawa ku em ji malê derketin, bi qûntaxên çekan li me xistin. Destên me piştve kelepçe kirin. Heta serê sibehê em li vir li erdê hiştin. Di her kêliyê de îşkence li me dikirin. Çêr dikirin û bi postalên xwe pê li pişta me dikirin. Serê hin kesan li dîwaran dixistin. Ji ber îşkenceyê Mehmet Alakuş ji hişê xwe çû. Serê sibehê em bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê. Di ambulansê de jî em îşkence kirin. Nedihiştin tu kes serê xwe rake. Dema me digot wisa nekin, hin bêhtir li me didan.”

‘Dema deriyê nezaretxaneyê vedibû em vediceniqîn’

Alakuş da zanîn ku li nexweşxaneyê jî li cihekî ku hatibû îzolekirin îşkence li wan hate kirin û wiha domand: “Di korîdora nexweşxaneyê de li ber çavên bijîşkan îşkence li endamên malbata min kirin. Lê wan tenê temaşe dikir. Mîna îşkencexaneyê bû. Bijîşkan tiştek nepirsîn û em birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Rihayê.  Li wir berê me dan dîwar û heta êvarê em bi wî awayî li ser pêyan hiştin. Ji nezaretxaneya me her gavekî jinek dibirin. Dema ku ev kes vedigeriyan xuya dibû ku hatine îşkencekirin. Em hemû derxistin qata jor û îşkenceyên giran li me kirin. Dema deriyê nezaretxaneyê vedibû, em vediceniqiyan û radibûn ser pêyan. Dema ku deng dihat, herkes difikirî ku dor tê wan. Ji ber tirsa îşkenceyê tu kes nediweriya biçe destavê.”

Li Edliyeyê îşkence lê hate kirin

Di berdewamê de jî Alakuş ev tişt destnîşan kir: “Piştî hevdîtina bi parêzaran re em hîn bûn ku haya raya giştî ji îşkenceya li me hatiye kirin, çêbûye. Tevî vê jî îşkence bi dawî nebû. Roja dawî ya ku min bi parêzer re hevdîtin kir jî ez birim qata jor û îşkence li min kirin. Nîv saet beriya ku derkevim edliyeyê jî îşkence berdewam kir. Piştî îfadeya li midûriyeta polîsan ez anîm edliyeyê, bêyî parêzeran ez xistim odeya dozger. Dozger zext li min kir ku der barê yên din de îfade bidim. Piştî hatim berdan ji bo ku amûrên xwe wergirim, çûm midûriyeta polîsan. Li wir polîsekî qelew ku berçavk bi kar tîne gef li min xwar û xwest ku îşkenceyê venebêjim. Çima ev îşkenceye li me kirin? Ez ê mafê xwe heta dawiyê bipirsim. Li edliyeyê jî îşkence li me kirin. Em vê qebûl nakin. Em dixwazin ji van îşkencekaran hesab bê pirsîn û bên darizandin. Ji ber vê yekê ez giliyê hemû polîsên îşkence li min kirin, dikim.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar