Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Alcan: CPT bi vê bêdengiyê xwe dixe rewşeke biguman

Hevseroka Giştî ya OHD’ê Îlknur Alcan diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û divê CPT’ya ku hebûna wê biguman e, demildest rapora xwe aşkera bike.

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind tê ragirtin, 20 meh in tu agahî nayên girtin. Herî dawî heyeta Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di navbera 20-29’ê îlonê de çû Girava Îmraliyê û aşkera kiribû ku bi Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din re hevdîtin kiriye. CPT têkildarî rewşa Abdullah Ocalan de tu tiştekî parve nekir û parêzerên Ocalan diyar kirin ku wan bihistiye ku Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT’ê re red kiriye.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îlknur Alcan, serdana CPT ya Îmraliyê û helwesta Abdullah Ocalan nirxand.

Alcan bi bîr xist ku ji adara 2021’an ve tu agahî ji Ocalan nehatiye girtin û wiha got: “Li Îmraliyê mafên herî kêm ên ji qanûnê derdikevin jî nayên bikaranîn. Tevî ku di CMK’ê de der barê hevdîtinên parêzer û muwekîlan de xaleke zelal heye jî, daxwazên hevdîtinê ji aliyê rêveberiyê ve bi awayekî nehiqûqî û nehiqûqî tên redkirin. Rêzikên qanûnî normên ku bi gelemperî ji bo her kesî têne rêve kirin. Lê sînordarkirin an nebicîanîna van mafan ji bo hin kom û kesan, ne tenê li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî ye, di heman demê de li dijî prensîba wekheviyê ye. Mafê Abdullah Ocalan jî wek mehkûmên girtîgehên din heye. Ku nebe, behsa prensîba wekheviyê nayê kirin, hiqûq nayê gotin, nayê gotin ku cihêkarî tune. Kesên ku herî zêde bi qaîdeyên hiqûqê ve girêdayî ne, hiqûqnas û rêvebir in. Lê diyar e ku di rewşa heyî de yên herî giran binpêkirinan dikin hiqûqnas û rêveberiyên girtîgehê ne. Êdî ne qanûn, ne qanûna bingehîn û ne jî qanûn û hiqûqa navneteweyî nayê sepandin.”

Helwesta Ocalan

Alcan der barê daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku gotibû “Abdullah Ocalan bi CPT’yê re hevdîtin pêk neaniye” de jî axivî û wiha bal kişand ser sekna Abdullah Ocalan: “Li gorî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, di serdana CPT’yê de Abdullah Ocalan hevdîtin nekiriye. Berê jî rayedarên dewletê axaftina bi telefonê ya Abdullah Ocalan û birayê wî re qut kiribûn. Em dikarin helwesta Ocalan a bi CPT re necivîne, weke helwesteke li dijî CPT’iyê şîrove bikin. Ev mafekî pir xwezayî ye û ev girtiyekî dibe bila bibe divê ji vî mafî sûd werbigire. Mixabin her çend CPT di serdanên xwe yên berê de destnîşan kiribû ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê li dijî qedexekirina îşkenceyê ye, di tecrîdê de ye, rewşa Înkomînado ye jî, ji wê rojê û vir ve tiştek neguheriye, rastî tecrîdê hatiye. Şert û mercên Îmraliyê girantir bûne.”

‘CPT xwe dixe rewşek biguman’

Alcan anî ziman ku CPT erk û berpirsyariyên xwe bi cih neaniye û destnîşan kir ku divê CPT li gorî tespîtên li Girtîgeha Îmraliyê rapora xwe bi raya giştî re parve bike û wiha axivî: “Ji ber erka CPT’ê tê li girtîgehan kontrol dike û piştî 6 mehan rapora xwe eşkere dike. Serdana kîjan welatî bike, berpirsiyariya ku ew welat rave bike yan na, ji însiyatîfa wî welatî re dihêle. Ev rewş komîteyê dixe rewşeke bi guman. CPT’ê diyar kir ku di serdanên xwe yên berê de qedexeya îşkenceyê ya li Girava Îmraliyê tê binpêkirin. Ji bo ji holê rakirina vê divê CPT vê raporê ragihîne û bi raya giştî û saziyên navneteweyî re parve bike. Nexwe wekî din hebûna CPT’yê dê were rewşek biguman. Divê raya giştî jî deng derxe û înîsiyatîfan bigire. Qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi muwekîlên xwe re hem li dijî qanûnên wan û hem jî li dijî peymanên navneteweyî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar