Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...
Perşembe - 12 Aralık 2024

Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

Aldar Xelîl: Armanca dewleta Tirk tunekirina destkeftiyane

Aldar Xelîl diyar kir ku li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên giran têne kirin û wiha axivî: “Berxwedana li dijî çeteyan dewam dike. Eger ev êrîş neyên şikandin wê dewleta Tirk neyê rawestandin. Armanca dewleta Tirk tunekirine. Ji ber vê yekê jî divê gel li eniyekê, li çeperekê li hemberî êrîşan li ber xwe bidin."

Çeteyên HTŞ-El Nusra-DAIŞ’ê yên dewleta Tirk a dagirker bênavber êrîşî Minbicê dikin. Meclisa Leşkerî ya Minbicê li hemberî çeteyên dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa dimeşînin. Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl li ser hilweşîna rejîma Esad, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.

Aldar Xelîl li ser rewşa heyî ya piştî ketina desthilatdariya Beşar Esad wiha got: “Weke ku tê zanîn Baas 8’ê Adara 1963’an bûbû desthilatdar. Di 8’ê Kanûna 2024’an de bi dawî bû. Piştî 3 mehan wê 62 sal li pey xwe bihişta. Yanî dema Esad û rejîma Baasê ya 61 sal û 9 mehan bi dawî bû. Desthilatdarî ji salên 1970’î û vir ve di destê malbata Esad de bû. Di nava 14 salên dawî de ji bo guhertina desthilatdariyê gelên Sûriyeyê li her derê di nava berxwedanê de bû. Lewma di dîroka Sûriyeyê de îro rojeke dîrokî û bi wate ye. Ji ber ku desthilatdariyeke 61 sal û 9 mehan bi dawî, wê bibe destpêka demeke nû. Ya rast divê mirov vê bipirse; Desthilatdariya malbata Esad bi dawî bû lê belê Sûriyeya nû wê çawa be? Gelo çeteyên dewleta Tirk û hêzên cuda wê bi çi rengî nêzî Sûriyeya nû bibin? Wê Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin? Wê sîstemeke çawa bê avakirin? Ev mijar hêjayî nirxandinê ye û her kes li van mijaran difikirin. Divê Sûriyeyeke demokratîk ne tenê ji bo neteweyekê, lê ji bo hemû gelan bê avakirin.

Ji sala 2011’an û vir ve me her tim heman nirxandin kirin. Eger wê şoreşek pêk were divê ev mejiyê hişk biguhere, divê rêveberiya Sûriyeyê biguhere. Êrîşên li ser Sûriyeyê ku rejîma Esad têk bir, ji aliyê komên cuda ve hatin kirin. Di nava van koman de pirsgirêk û nakokî hene. Weke gava destpêkê li hev kom bûn û hilweşandina desthilatdariya Şamê ji xwe re kirin armanc. Lê belê her komek xwedî planeke cuda ye. Metirsî heye ku li Sûriyeyê di nava van koman de şerekî navxweyî destpê bike.

Divê ev yek jî bê dîtin. Sedemeke din a neçareseriya krîza Sûriyeyê ya bi salan destwerdana dewleta Tirk a li Sûriyeyê bû. Heta ku dagirkeriya dewleta Tirk neyê dîtin, heta ku Tirkiye weke berpirsyarê vê krîz û kaosê neyê dîtin krîza Sûriyeyê bi dawî nabe. Lewma hilweşîna rejîma Esad nayê wê wateyê ku krîz bi dawî bûye. Destwerdana dewleta Tirk a li dosya Sûriyeyê neqediya ye. Mînak me êşên giran ji destê Baas û desthilatdariya wê kişand. Li hemberî gelên Sûriyeyê bi taybetî li dijî gelê Kurd 61 sal û 9 mehan polîtîkaya tinekirin û tepisandinê hate meşandin. Ev yek êşeke giran e. Dema ku me dît em ji vê rejîmê azad bûn, em kêfxweş bûn.

Bêguman em dixwazin li paşeroja nû ya Sûriyeyê jiyanek aram û aştiyane bijîn lê belê destwerdana dewleta Tirk a li dosyaya Sûriyeyê metirsiyan zêde dike. Metirsiyeke çawa? Çawa ku dewleta Tirk polîtîkaya tinekirin û tepisandinê meşand, dewleta Tirk jî ne kêmî wê ye û polîtîkaya wê hîn girantir e. Dewleta Tirk hebûna fîzîkî ya gelê Kurd jî qebûl nake. Qet nebe rejîma Baasê li zindanan û ji bilî rewşên taybet hebûna gel tine nedihesiband. Sînorekî xwe yê diyarkirî hebû. Bi kiryarên Kembera Ereb re hewl dida tevlî nifûsê neke û demografiyê biguherîne, lê belê gelê me li gund û bajaran jiyana xwe dikarîbû dewam bikira. Polîtîkaya dewleta Tirk bi vî rengî nîne. Li gorî polîtîkaya dewleta Tirk ev herêm herêma Tirkan e, divê Kurd li van herêman nebin. Ji xwe ne alîgirê avabûna Sûriyeyeke demokratîk e û nêteke xwe ya bi vî rengî jî nîne. Ji xwe heta niha navek an jî sîstemek ji bo Sûriyeyê diyar nekirine.

Bi ya dewleta Tirk be divê projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê ji holê rabe. Dewleta Tirk piştî hilweşîna rejîma Esad li şûna ku civînan bike, li şûna ku muxalefeta demokratîk li hev kom bibe û gelên Sûriyeyê bi hev bişêwirin, paşeroja Sûriyeyê nîqaş bikin, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Niha li ser Minbicê û derdora wê êrîşeke giran heye. Ev êrîş bi fermana dewleta Tirk têne kirin. Eger tê xwestin Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin, ev yek bi êrîşa li ser Minbicê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabe. Berevajî vê yekê eger Sûriyeyeke demokratîk bixwastibûna diviyabû bi Rêveberiya Xweser re diyalog danîbûna. Ji bo Sûriye karibe bê birêvebirin diviyabû di nava hewldanên nîqaşê de bûna. Bi êrîşan nabe. Ev komên êrîş dikin rastiya Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê temsîl nakin.

Em bibêjin rejîma Esad guhertin û beşeke Sûriyeyê bi rê ve birin; eger hebûn û nasnameya Kurdan qebûl nekin; şêweyê xwe yê rêveberiyê navendîparêz be û li ser gelên Sûriyeyê serwer û zordar bin, hingî wê bê pirsîn, çi cudahiya we maye? Lewma li pêşiya Sûriyeyê pêvajoyeke nû heye. Ya girîng ew e ku di vê pêvajoya nû de îradeya gelên Sûriyeyê esas bê wergirtin û êrîşên li ser herêmên Rêveberiya Xweser tavilê bêne bidawîkirin.”

Aldar Xelîl têkildarî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Minbicê got, “Li Minbic û derdora wê êrîşên giran hene. Di van êrîşan de çete bi tenê nînin. Bala xwe bidinê, daxuyaniya destpêkê ya çeteyan ne li ser rê û rêbazên avakirina paşeroja nû ya Sûriyeyê bû. Daxuyaniya wan a destpêkê li ser êrîşa Minbicê bû. Niha (Heta duh êvarê) êrîşên giran têne kirin û ev çete li berxwedaneke mezin rast hatin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kêlî bi kêlî daxuyaniyan dide. Berxwedan dewam dike. Eger ev êrîş neyên şikandin wê dewleta Tirk neyê rawestandin. Eger gava destpêkê ya projeya dewleta Tirk pêk were wê gav bi gav dewam bike. Dewleta Tirk wê nesekine. Şopandina van êrîşan têrê nake, divê mirov tevlî nava refên berxwedanê bibin. Armanca dewleta Tirk tunekirine. Ji ber vê yekê jî divê gel li eniyekê, li çeperekê li hemberî êrîşan li ber xwe bidin.”

Li ser rewşa li Dêrazorê jî Aldar Xelîl got, “Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Baxoz a Dêrazorê dawî li DAIŞ’ê anîn, ev herêm tê parastin. Bi taybetî bi ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê re hîn xurtir bû. Ji wê rojê û vir ve ev herêm di bin kontrola HSD û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê de ye. Dema ku van koman berê xwe dan Hamayê, DAIŞ’ê jî berê xwe da Dêrazorê. Êrîşên li ser Dêrazorê ji bo kontrolkirina herêmê bû. Eger ev yek pêk bihata wê metirsî li ser herêmên din ên Rêveberiya Xweser jî çêbûya. Lewma Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê, her wiha xelkê Dêrazorê ji bo valahî bi êrîşên DAIŞ’ê re rû nede, ev valahî dagirtin. Divê were zanîn, heta ku ev polîtîkaya dewleta Tirk û DAIŞ hebe wê gef jî dewam bikin. Li Dêrazorê di nava amadekariyan de ne. Li hin deveran êrîşê dikin lê belê ev êrîş bi parastineke xurt tê şikandin.”

Ji bo pirsa ‘Rêveberiya Xweser ji çareseriyê re çiqasî amade ye?’ Adar Xelîl ev bersiv da: “Rêveberiya Xweser di demekê de ku hîn nehatibû ragihandin; yanî sala 2011’an û bi îlana sala 2014’an re heta roja îro destnîşan dike ku ji bo Sûriyeyê projeya xwe projeya yekîtî û hevgirtin e. Bala xwe bidinê; di sala 2015’an de weke meclîsa sîwanî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hate ragihandin. Sîwana MSD’ê ew sîwan e ku hêzên muxalefetê hemûyan ên Sûriyeyê li hev kom dike. MSD niha dikare bi rola lihevkomkirina hêzên muxalefetê yên Sûriyeyê bilîze. HSD jî dikare bibe hêza leşkerî ya Sûriyeyeke demokratîk. Projeya Neteweya Demokratîk jî dikare ji bo Sûriyeya nû bibe projeya paşerojê. Rêveberiya Xweser bi hemû sîstem û civaka xwe ji çareseriyê re amade ye. Rêveberiya Xweser amade ye ku bi her kesî re diyalogê datîne û çareseriyê pêk bîne.”

Di dawiya axaftina xwe de Aldar Xelîl destnîşan kir ku destketiyên bi xwîna şehîdan û bi keda gel hatin afirandin di vê dema dîrokî de divê bêne parastin û got, “Eger em karibin roja xwe ya îro biparêzin ev yek wê bê wateya parastina 14 salên me yên dawî. Eger em xwe sist bikin dibe ku em li rewşeke neyînî rast bên. Divê gel bêteredût destkeftiyan biparêzin û di nava berxwedanê de bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar