Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aldar Xelîl: Bila kes xwe nexapîne ji ber ku hê jî xeteraya êrîşê heye

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl got ku dagirkirina Efrînê encama lihevkirina Rûsya, rejîm û dewleta tirk bû. Xelîl da zanîn ku divê kes xwe nexapîne ji ber ku hê jî xeteraya êrîşa dewleta tirk heye. Xelî diyar kir ku divê destûra bingehîn hemû pêkhateyan bihewîne. heke ku destûra bingehîn beriya nûnerên Sûriyeyê bê kirin, wê demê dê nekare nûnertiya gelê Sûriyeyê bike

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl têkildarî geşedanên dawî yên li herêmê, gefên dewleta tirk û destûra bingehîn a Sûriyeyê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi Ekrem Berekat û Ehmed Mihemed re axivî.

Di destpêkê de Aldar Xelîl qala gefên dewleta tirk ên piştî lihevkirina ji bo parastina sînor a bi navbeynkariya Amerîkayê kir û wiha got: “Her kes dizane ku armanca sereke ya dewleta tirk a dagirker, dagirkirin e. Li gorî ‘Mîsakî Mîllî’ yê tevdigerin ku qala herêmeke ji gundewarên Helebê heta bakurê Sûriyeyê û Mûsilê tê kirin e. Dixwaze vê herêmê girêdayî xwe bike. Li gorî Peymana Lozanê nabe ku Tirkiye sînorên heyî berfirehtir bike. Bi nêzbûna bidawîbûna peymanê re jî Erdogan dixwaze planên xwe pêk bîne.”

Peymana Edeneyê

Xelîl piştre jî Peymana Edeneyê ku di navbera rejîma Sûriyeyê û dewleta tirk de hatibû îmzekirin bi bîr xist û wiha domand: “Hewl dide êrîşên xwe yên li dijî Sûriyeyê li gorî vê peymanê rewa nîşan bide. Dagirkirina Efrînê encama lihevkirina Rûsya, rejîma Sûriyeyê û dewleta tirk bû. Bi vê yekê re xwestin ku têkiliya rejîma Sûriyeyê û dewleta tirk mîna berê bibe û Tirkiye li gorî lihevkirina Edeneyê jî mudaxaleyî bakur û rojhilatê Sûriyeyê bike.”

Sedema êrîşên Erdogan

Di berdewamê de jî Xelîl got ku Erdogan dualî dilîze û ev nirxandin kir: “Armanca Erdogan a yekemîn, dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Ya duyemîn jî ew e ku krîza navxweyî derxîne. Erdogan di krîzeke mezin de ye û aboriya Tirkiyeyê têk çûye. Têkiliya wan a bi Ewropayê re hema hema têk çûye, muxalefet bûye yek, partiya wî ji hev dibe û damezirînerên AKP’ê îstîfa dikin. Ji bo nixumandina vê krîzê jî dixwaze êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bike. Lê lihevkirina HSD û Tirkiyeyê ya bi navbeynkariya DYA’yê, planên Erdogan asteng kirin. Ji ber vê jî weke ‘xefik’ pênase dike. Tevî lihevkirinê jî xetereya li ser herêmê didome.”

Lûtkeya sêalî ya li Enqereyê

Têkildarî lûtkeya di 16’ê îlonê de ya di navbera Rûsya, Îran û dewleta tirk a li Enqereyê jî Xelîl ev tişt anî ziman: “Armanca wan a esasî ew bû ku li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê lihev bikin. Li gorî wê, dê Tirkiye êrîşî herêmê bike lê dê Îran û Rûsya dengê xwe nekin. Bi hemwextî hem rejîmê û hem jî Ruhanî daxuyaniyên dan û HSD weke ‘terorîst’ pênase kirin. Erdogan xwest fişarê li Trump bike da ku destûra êrîşê bide. Divê em xwe nexapînin. Ji ber ku hê jî xetereya êrîşê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê heye.”

Vekişîna HSD’ê ya li ser sînor

Ji bo pêvajoya vekişîna HSD’ê ya ji noqteyên li ser sînor jî Xelîl wiha got: “Ev mijareke hesas e. Artêşa tirk hêza xwe ya li ser sînor zêde dike, Erdogan gefan dixwe û balafirên artêşa tirk li ser herêmê difirin. Hema te dît Tirkiyeyê ji nişka ve got ev lihevkirin bêencam e û êrîşî herêmê kir. HSD bi vekişîna xwe ya ser sînor re nîşanî hemû cîhanê da ku ji bo Tirkiyeyê xetere nîne. Rûxandina baregehan nayê wateya terikandina pergala parastinê. Cîhan divê bizane ku rêveberiya xweser û HSD’ê gavên cidî avêtin. Divê raya giştî ya cîhanê, NY û DYA erka xwe pêk bînin û nehêlin ku Tirkiye êrîşî herêmê bike.”

Çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan

Aldar Xelîl da zanîn ku êrîşa dewleta tirk dê bê wateya binpêkirina qanûn û pîvanên navdewletî û dagirkirina dewleteke din. Xelîl wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê bibe sedem ku jiyana civakî ya bi ewle ya herêmê bihilweşe. Li hêla din hejmareke mezin a çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan di destê me de ne. Êrîşeke gengaz dê bike ev çeteye birevin û bi serê cîhanê ve bibin bela.”

Komîteya destûra bingehîn

Sekretêrê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterrs ragihand ku komîteya destûra bingehîn a Sûriyeyê hatiye avakirin û nûnerên rêveberiyê xweser tê de nînin. Ji bo vê mijarê jî Xelîl ev tişt anî ziman: “A yekemîn hê jî hêzên mezin ên ku li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, biryara çareserkirina aloziya Sûriyeyê nedane. Cenevre mirî ye. Dibêjin ku komîteya destûra bingehîn hatiye avakirin, endamên komîteyê qanûn danîne lê ji bo pêkanîna vê hewceyî bi salên dirêj heye. Ya duyemîn jî hêzên bi mijarê re têkildar naxwazin hêzên xwedî projeyên demokratîk tev li pêvajoya çareseriyê bibin. Dizanin ku rêveberiya xweser nûnertiya hemû pêkhateyan dike û dê çareseriyê pêş bixe. Ji ber ku çareserî nakeve xizmeta wan, naxwazin em tev li bibin. Ji xwe dewleta tirk qet naxwaze nûnerên rêveberiya xweser, bi taybet jî kurd tev li prosesa destûra bingehîn bibin. Destûreke ku hemû gelan nehewîne, dê nûnertiya gelê Sûriyeyê jî neke.”

Bang li gelê herêmê kir

Herî dawî jî endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl wiha got: “Divê hemû gelên me li dora rêveberiya xweser kom bibin û wê biparêzin. Di hemû aliyên weke civakî, leşkerî û xizmetguzariyê de divê amade bin, weke şaneyekê bixebitin û pişta xwe nedin hêzên derve. Bila bi hêzên xwe yên ewlehiyê bi bawer bin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar