Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aldar Xelîl: Dijmin çi dike bila bike Efrîn dê li xwediyên xwe vegere

Berdevkê Komîteya Dîplomasiyê yê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl da zanîn ku hevdîtinên Cenevre û Astanayê êdî têk çûne. Xelîl got ku jinûvezindîkirina Cenevreyê bi tevlêbûna wan re pêkane. Xelîl got ku çi dibe bila bibe dê Efrînê careke din li xwediyên wê vegerînin

Berdevkê Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl têkildarî geşedanên li Sûriyeyê, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi Maxîme Azadî û Alî Guler re axivî. Xelîl anî ziman ku pêvajoya Cenevreyê êdî teviziye û ya Astanayê jî bi operasyona Idlibê re di pratîkê de bi dawî bûye.

Aldar Xelîl di serî de bal kişand ser dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê û wiha got: “Dewleta tirk Efrîn dagir kir lê tu carî nekarî îradeya gel û berxwedêrên Efrînê bi dest bixe. Em piştrast in ku Efrîn dê rizgar bibe. Armanca me, kar û planên me hemû ji bo vê yekê ne. Dewleta tirk li ber çavên cîhanê demografyaya Efrînê diguherîne. Li şûna gelê wê, malbatên çeteyan bi cih dike. Li dijî mirovahiyê sûcê şer dike. Em jî li dijî vê li ber xwe didin. Ez berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) silav dikim. Bi vê berxwedanê û piştgiriya gelê me dê Efrîn azad bibe. Di hevdîtinên dîplomatîk, kar û amadekariyên me hemûyan de yek ji xalên bingehîn rizgariya Efrînê ye. Em ê bi ser bikevin. Dijmin çi dike bila bike, Efrîn dê li gelê xwe vegere.”

Şerê li dijî DAIŞ’ê

Der barê hebûna çeteyên DAIŞ’ê de jî Xelîl ev tişt anî ziman: “DAIŞ ji aliyê mejî ve hîn gefek e. Ji aliyê leşkerî ve hatibe têkbirin jî komên xwe yên veşartî hucreyên xwe yên razayî hene. Ne tenê li dijî Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyeyê, li dijî tevahiya mirovahiyê gefek e. Lewma têkoşîna hevpar a heyî divê ji bo paqijkirina bermahiyên DAIŞ’ê û li dijî zîhniyeta wê be. Bi vî rengî dawî li DAÎŞ’ê dikare bê anîn.”

Darizandina çeteyan

Mijara girtiyên DAIŞ’î jî Xelîl weke barekî giran pênase kir û ev nirxandin kir: “Hejmara wan gelek zêde ye û gefê dixwin. Xwedî zîhniyeteke metirsîdar e. Ji ber vê yekê di rojeva her kesî de ne. Welatên wan ew nebirin. Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî li Neteweyên Yekbûyî (NY) û hêzên navneteweyî pêşniyar kir ku dadgehek bê avakirin û DAIŞ’î lê bên darizandin. Her wiha yên ku piştgirî dane wan, ên ku endamên wan in û yên di asta dewletan de piştgirîdane DAIŞ’ê, divê yek bi yek bên aşkerakirin. Hemû sûcên wan dê bên derxistin û cezakirin.”

Hevdîtinên Cenevre û Astanayê

Piştre jî Aldar Xelîl bal kişand ser hevdîtinên Cenevre û Astanayê û wiha derbirî: “Hevdîtinên Cenevreyê ji xwe tevizîn. Di serî de mûxalefet li Sûriye û li derveyî wê bi bandor bû. Lê niha hemû hêza xwe winda kir û li Sûriyeyê xwedî bandorekî nînin. Bi vê sedemê jî rejîm bi wan re rûnane. Dewleta tirk heta cihekî piştgirî dida wan lê ew jî firotin. Destê xwe ji Xûta, Hûms, Hama, Helebê kişand û herî dawî jî ji Idlibê vedikişîne. Cenevre bi vî rengî tevizî. Astana jî bi operasyona Idlibê re bê bandor bû. Hevdîtinên Rûsyayê tenê şeklî ne. Me di serî de xwest ku hevdîtin di bin sîwana NY’yê de pêk bên. Niha jî jinûve zindîbûna Cenevreyê bi tevlêbûna me pêkane. Ji ber ku hêzên din lawaz bûne û encax em dikarin rewşê bînin ziman.”

Herêma tampon

Herî dawî jî Xelîl wiha got: “Bi navbeynkariya aliyeke sêyemîn em dikarin bi rejîmê re der barê çareseriyê de biaxivîn. Hin hewldan hebûn. Lê rejîma Şamê qebûl nekir. Hevdîtinên heyî jî rawestand. Şert û mercên pêwîst ên ji bo diyalogê ji holê rakirin. Lê divê her kes bizane, em amade ne bi aktorên bandor ên li Sûriyeyê re ku çareseriyeke siyasî û aştiyane pêşkêş bikin re diyalog û hevdîtinan pêş bixin. Herêma tampon niha di rojeva hêzên navneteweyî, tirkan, emerîkiyan û hêzên koalîsyonê de ye. Di vê mijarê de çend civîn bi rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê re kirin. Lê hîn encamek jê derneketiye. Hewldan hîn jî didomin. DYA dixwaze welatên Ewropayê yên di koalîsyonê de bike hevparê vê mijarê. Hewl didin hin tiştan bi Tirkiyeyê bidin qebûlkirin. Şertên me hene. Mijara Efrînê, cihnegirtina tirkan di vê projeyê de û hêzên li ser sînor çend mînakên ji wan in. Lê hê jî tifaqek çênebûye.” BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar