Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Aldar Xelîl: Divê hemû hêzên cîhanê tev li darizandina DAIŞ’ê bibin

Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl got ku ji bo darizandina DAIŞ’ê dadgeheke navneteweyî bê avakirin û hemû hêzên cîhanê jî tev li danişîna çeteyan bibe. Xelîl diyar kir ku bi qasî têkoşîna leşkerî ya hiqûqê jî girîng e

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di encama Pêngava Bagera Cizîrê de dawî li serweriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê anî. HSD’ê ev serkeftina xwe ya dîrokî di 21’ê adarê de bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Di operasyonê de zêdetirî 11 hezar çeteyên DAIŞ’ê jî hatin girtin û ji bo darizandina van çeteyan, heta niha tu pergalek nehatiye avakirin. Der barê mijarê de Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ji MA’yê bi Nazim Daştan re axivî.

Aldar Xelîl diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li cîhanê gelek sûcên mirovahiyê kirine. Xelîl bi lêv kir ku şervanên HSD’ê û gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şerekî mezin meşand û wiha domand: “Têkoşîneke bê hempa dan. Tu kesî xwe li pêşiya DAIŞ’ê nedigirt û teslîm dibûn. Lê HSD’ê û gelê me têkoşiya û DAIŞ têk bir. Ev têkçûn li Kobanê dest pê kir û li Baxozê bi dawî bû. Dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê û feraseta wê bidome. Di hêla zîhniyet û civakî de li dijî wê em ê têbikoşîn û ev dê bibe têkoşîneke domdirêj.”

Divê NY jî tev li darizandinê bibe

Xelîl anî ziman ku divê hemû mirovahî li dijî sûcên DAIŞ’ê xwedî bertek be û wiha got: “Divê xwedî helwest bin. Divê DAIŞ’ê bê darizandin û cezakirin. Sûcên ku kirin divê yek bi yek bên teşhîrkirin û cezayê wan bê dayîn. Di milê wijdanî, hiqûqî û sincî de divê bersiv bê dayîn. Dadgehên tên avakirin divê li gorî vê be. Em dixwazin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û hemû hêzên navneteweyî jî tev li vê danişînê bibin. Tu dewlet DAIŞ’iyên xwe naxwaz in. Pergala me ya edaletê heye û em dikarin bidarizînin. Lê divê dadgeheke navneteweyî bê avakirin û hemû hêz, sazî û rêxistinên cîhanê mudaxilî vê darizandinê bibin. Bi taybet jî divê NY tev li bibe. Divê hiqûqnas û saziyên dewleta tirk jî tev li van darizandinan bibin.”

Girîngiya têkoşîna hiqûqê

Herî dawî jî Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl wiha got: “Têkoşîna hiqûqê ya li dijî DAIŞ’ê divê biqasî ya leşkerî xurt be. Ev, şerê edaletê ye û divê her kes erka xwe pêk bîne. Ger ku em vê têkoşînê bi hev re bimeşînin, em ê serkeftinên mezin bidest bixin. Ger ku em dadgeha navneteweyî ava bikin û DAIŞ’ê bidarizînin, wê demê dê rêveberiya vir jî bibe xwedî statû. Di vê dadgehê de ne tenê sûcên DAIŞ’iyan, dê yên ku piştgirî daye wan jî aşkere bibe.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar