Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Aldar Xelîl: Divê meclis û komun bên xurtkirin

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl diyar kir ku ji bo parastina destketiyên şoreşê divê sazî, meclis û komunan bêne xurtkirin

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê de Aldar Xelîl li 5’emîn Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan axivî.

Xelîl got “Dewletên komploger bi fikrên xwe yên kapîtalîst, fikrên azad û demokratîk ên Rêber Abdullah Ocalan red dikin. Bi dîlgirtina Rêber Ocalan xwestin ku gel û fikrên demokratîk tune bikin.”

Xelîl destnîşan kir ku rêxistiniya malbatên şehîdan di bin sîwana Meclisa Malbatên Şehîdan de bi fikrên Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan bi ser ketiye û nîşaneya pûçkirina Komploya Navneteweyî ye.

Adar Xelîl got “Asta rêxistinî ya ku Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên gel gihîştiyê, nîşaneya serketinê ya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide. Gelên serhildêr ji bo jiyaneke azad û demokratîk divê têkoşîna xwe xurt bikin.”

Xelîl diyar kir şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêviyên gelên Sûriyê re bûye bersiv û wiha got: ”Ji bo ku destkeftiyên şoreşê bên parastin divê sazî, meclis û komun werin xurtkirin. Di bingeha civaka azad e têrîxwekirin heye. Bingeha têrîkirinê jî hilberîn û aboriya komunal e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar