Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Aldar Xelîl: MÎT û Muhaberat li herêmê fitneyan derdixin

Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl, destnîşan kir yekane mijara ku Tirkiye û rejîma Şamê li ser li hev dikin dijberiya Rojava ye û bal kişand ser hewldanên fitneyê yên MÎT û Muhaberatê

Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl têkildarî daxuyaniyên Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Beşar Caferî yê der barên Tirkiyeyê de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û diyar kir ku di têkiliyên her du welatan de ji bo zextê li hev bikin daxuyaniyên bi vî rengî tên dayîn.

Aldar Xelîl diyar kir ku ji bo gelên Sûriyeyê bêşensiyeke mezin e ku yekî weke Erdogan û dewleta tirk cîranê wan e û wiha got: “Ji roja ku şoreşê li Sûriyeyê dest pê kir ve dest li Sûriyeyê werdan. Destwerdana dewleta tirk a li Sûriyeyê gelek encamên neyînî bi xwe re anî. Yek ji van jî ew bû ku destûr nedan çareseriya siyasî pêk were. Ya duyemîn muxalefet ji muxalefetiyê derxist û ew kir çete. Bi vê destwerdanê re rejîm li ser pêyan hişt û ruh da rejîmê ku tengav bûbû û nema dikarî li ber xwe bide. Yanî rola dewleta tirk gelekî xerab e. Hêza ku heta niha li Sûriyeyê li dijî hêzên demokratîk, azadîxwaz şer dike, AKP-MHP ye. Eger Tirkiyeyê dest li Sûriyeyê wernedabûya, dibû ku di nava gelên Sûriyeyê de û bi Şamê re çareseriyek bihata afirandin. Ji ber destwerdana Tirkiyeyê ne Şam dikare gav biavêje ne jî destûr ji hêzên muxalîf re tê dayîn ku gavê biavêje. Yên ku guh nadin wî jî dibin hedef. Em jî weke hêzên muxalîf tiştên Erdogan dibêjin qebûl nakin, lewma êrîşî me dike. Êrîşî hêzên demokrasiyê dike.”

MÎT û Muharebat fitneyê derdixin

Di axaftina xwe de Aldar Xelîl dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî a ji aliyê dewleta tirk ve bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Bi vê jî nesekinî, dema ku dît berxwedan heye, bi her êrîşê re rojeva global ava dibe û zehmetiyan dikişîne, niha giranî daniye ser fitneyê. Hewl dide ku li her du aliyan jî fitneyê bike. Ya yekemîn MÎT’ê ji bo hevdîtinên bi rejîma Sûriyeyê re dişîne û dibêje, ‘Eger tu guhertina demografîk bikî û bi rayedarên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re rûnenêyî û çareseriyê bi wan re nekî, ez ê li pişt te bim, ez ê nehêlim tu hilweşî. Ez ê mîna berê li dijî te şer nekim’. Erdogan hewl dide gelên herêmê li dijî hev rake û dibêje, ‘Divê nehêlim ku gel li hev kom bibin. Divê li dijî hev şer bikin’. Ji ber vê yekê hewl dide fitneyan derbixe.”

Tirkiye ji bo têkbirina aramiya herêmê dixebite

Xelîl destnîşan kir ku di navbera rejîma Sûriye û Tirkiyeyê de têkiliyên îstîxbaratî hatine danîn û ev nirxandin kirin: “Li ser eşîrên ereb, pêkhateyên xelkê suryanî û kesayetên naskirî yên nava van gelan dixebitin. Dixebitin bê çawa dikarin aramiya herêmê xera bike. Li aliyekî hucreyên razayî ava dikin, li aliyê din ve jî bi rêbazên şerê taybet agahiyên derewîn belav dikin. Her wiha bi pêkanînên şerê psîkolojîk taybet dixwazin psîkolojiya civakê xera bikin û hêviya serketinê kêm bikin. Ji aliyekî ve jî rewşa şer a li herêmê, pirsgirêkên jiyanî yên ji ber şer rû didin li dijî şoreşê bi kar tînin. Mînak; mîna berê deriyên sînor nîne, bazirganî nîne, têkiliya bi derve re zêde nîne. Ji ber van krîzek heye. Tirkiye bi rêya saziyên xwe yên şerê taybet dixwaze vê yekê weke pirsgirêkeke mezin, krîzeke mezin nîşan bide. MÎT’ê û îstîxbarata rejîmê, hewl dan tevliheviyê çêbikin. Bi hesasiyet û berpirsyariya Rêveberiya Xweser û hêzên ewlekariyê, bi hewldanên rûspiyên van pêkhateyan, lîstikên Erdogan û rejîma Sûriyeyê bi ser neketin, negihîştin armanca xwe. Bi vî rengî hewldanên tevlihevkirinê û parçekirina civakê pûç bûn.”

Di navbera wan de nakokî hene

Her wiha Aldar Xelîl têkildarî daxuyaniyên Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Beşar Caferî jî ev tişt got: “Yê ku El Nûsra ava kir, DAIŞ xwedî kir, yê ku piştgiriya çekdarî, îstîxbaratî û lojîstîkî da, proje û plan danî ber wan, dewleta tirk bû. Beşar Caferî vê bêje jî nebêje jî her kes bi vê zane. Sala 2014’an di dema berxwedana Kobanê de hate dîtin ku dewleta tirk çawa ji sînorên xwe çete derbas kir, wesayîtên bombebarkirî ji sînor ve derbasî Kobanê-Girê Spî kir û da teqandin. Dewleta tirk bi rengekî vekirî piştgirî da. Ev yek wê demê di çapemeniyê de hate weşandin, rewşeke veşartî nîne. Kiryarên dewleta tirk ên li Azerbeycan, Ermenistan, Lîbya, Deryaya Spî, Sûriye û Iraqê li pêş çavan e. Yanî tiştekî nû nîne. Eger rejîma Sûriyeyê niha vê yekê dixe rojevê, hingî di navbera wan de têkiliyên îstîxbaratî heye. Di navbera Hakan Fîdan û îstîxbarata Sûriyeyê de têkilî heye. Lê belê niha di navbera wan de hinek nakokî hene. Ji bo mijara Idlibê di navbera Erdogan-Rejîma Sûriyeyê, Erdogan-Rûsya-rejîma Sûriyeyê de pirsgirêk hene. Di mijara Idlibê de dixwazin zextê li hev bikin, lewam daxuyaniyên wiha didin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar