Navenda Nûçeyan
Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, derbarê xebatên yekitiya neteweyî, plan û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pozîsyona Rûsya, Îran, hikûmeta Şamê, Amerîkayê û hewldanên dîplomasiyê yên ji bo Rêveberiya Xweser de, pirsên Yenî Ozgur Polîtîkayê bersivandin.
Aldar Xelîl der barê xebatên yekitiya neteweyî yên li rojavayê Kurdistanê de ev agahî dan: “Pêdiviya bi yekitiyê heye. Şert û mercên ji bo yekitiyê kêm be jî hatine avakirin. Xebatên ji bo yekitiyê yên di navbera Partiyên Yekitiya Neteweyî yên Kurd (PYNK) û ENKS’ê de niha bi sedema nûnerê Amerîkayê li herêmê nîne, sekinîne. Di hinek waran de me gav avêtin. Me li ser mijarên siyasî li hev kir û hemfikir bûn. Merciyeke kurd li Rojava hebe da ku bi hev re biryaran bidin, diyalog hebe û xebatan bi hev re bimeşînin. Lê ENKS’ê di vê çarçoveyê de li gorî xwe hinek encam derxistin û xwest Peymana Rêveberiya Xweser a Demokratîk biguherîne. Lê me ev qebûl nekir. Ji ber ku ev peyman bi îradeya temamê gelên herêmê hatiye amadekirin. Rast nîne çend partî bêne cem hev û vê biguherînin. Lê ew jî vê dikin şert û xwe nadin ber meseleyê. Ev helwesta wan rêveberiyê baş nake, xira dike. Lewma bivênevê mirov difikire gelo ew dixwazin çêkin an jî xira bikin. Mînak dixwazin sîstema xweparastinê û zimanê zikmakî biguherin, dîsa dixwazin sîstema hevserokatiyê rakin, jixwe Neteweya Demokratîk paşguh dikin û îhtîmamê pê nadinê.
Dixwazin tev li rêveberiyê bibin. Me got, baş e. Me got, heta niha hûn bi dijmin re xebitîn, bi qaşo Koalîsyona Muxalifên Sûriyeyê re bûn ku maşikên destê dewleta tirk bûn. Lê ji bo yekitiyê hinek şert û merc hene. Me qala hilbijartinê kir. Lê ew bêyî hilbijartinê dixwazin bibin nîviyê xwediyê rêveberiyê. Lewma niha guftûgo sekinîne.
Hin mijarên din hene hê neketine rojevê. Lê dema bê dê bikevin rojevê. Pêşmergeyên Roj a rastî pêşmerge nînin. Çete ne. Di destê dewleta tirk de bûne çete. Li Şingalê û Qendîlê bi kar anîn. Çawa ku Erdogan çete li Lîbya û Azerbaycanê bi kar anî wan jî bi kar tîne. Lewma ne mumkin e em wan qebûl bikin. Kesên çetetî kirine rast nîne li Rojava wezîfeya leşkerî bikin.”
‘Ji Tirkiyeyê bê dê Rojava dagir bike’
Xelîl ji bo pirsa çima dewleta tirk di êrîşa li ser Eyn Îsa û Til Temirê de wisa dijwar e jî, ev nirxandin kir: “Dewleta tirk dixwaze Tirkiyeya Mezin ava bike û jê bê dê tevahiya rojavayê Kurdistanê dagir bike lê hêza wan nikare bersiva hevsengiyên navdewletî bide, dîsa krîza aborî ya dewleta tirk tê de ye, her wiha pirsgirêkên wê yên bi temamê cîranan re nahêle zêdegaviyan bikin.”
Di axaftina xwe de Xelîl bi bîr xist ku dewleta tirk li herêmê bûye çavkaniya tevahî pirsgirêkan û wiha domand: “Dewleta tirk weke berê nikare bi awayekî berfireh êrîş bike. Lê di demeke krîz an jî valatiyekê de dixwaze hinek tiştan bike. Di nîvê meha kanûnê de dema dinya hemû bi amadekariyên sersalê û betlaneyê re mijûl bû, kes ne li ser kar bû û li Amerîkayê jî destguhertina wezîfeyê hebû, xwest ji vê sûdê bigire û di nava çend rojan de wê herêmê hemû bigire. Lê xapiya, li berxwedana HSD’ê rast hat. Bi rastî, HSD’ê berxwedaneke mezin nîşan da. Lewma ez li vir şervanên HSD’ê hemûyan silav dikim. Berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Gelên me jî li ber êrîşan sekinîn. Bi vî awayî planên wan pêk nehatin.”
‘Hakan Fîdan hat Şamê’
Di çarçoveya êrîşên li ser Eyn Îsa û Til Temirê de, Xelîl qala tevliheviyên li Qamişloyê jî kir û wiha pê de çû: “Bêguman têkiliya van êrîşan û tevliheviyan bi hev re heye. Di nava vê meseleyê de ne tenê dewleta tirk, Rûsya, rejîma Sûriye, Îran û Amerîka jî hene. Hêza Koalîsyonê ya ji 73 milletan li vir e. Gelek dewlet li Sûriyeyê xwedî rol û bandoreke girîng in. Agahî heye ku rêveberê MÎT’ê Hakan Fîdan bi rêya Rûsyayê hatiye Şamê. Di demekê de dewleta tirk êrîşî Eyn Îsa û Til Temirê dike, rejîma Şamê jî li Qamişloyê tevliheviyê dike û bi vî awayî dixwaze Rêveberiya Xweser a Demokratîk tengav bike. Em xwedî agahî ne ku di vî warî de li hev kirine. Lê planên wan ên Eyn Îsayê û Til Temirê û Qamişloyê neçûn serî. Wexta ez dibêjim, neçûye serî, ez nabêjim krîz bi dawî bûye, hê alozî dewam dike û pirsgirêk hene. Lê planên wan ber bi binketinê ve diçin.”
‘Dagirkerî qirkirin e’
Aldar Xelîl li ser dagirkeriya dewleta tirk û awayê dagirkeriya wê diyar kir ku dewleta tirk li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ne dagirkerekî ji rêzê ye û îşaret bi awayê hebûna dewleta tirk li deverên dagirkirî kir û ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk li deverên dagir dike ji xelkê wir xalî dike, wan dixe zindanan û îşkenceyê li wan dike. Tevî dagirkeriyê tê zanîn, demografyayê diguherîne, di dîrok û çandê de guhertinê dike, çand û sîstema xwe li wir bi cih dike. Li gelên herêmê zilm û zordariyeke mezin dike. Ne rast e ku mirov tenê li vê temaşe bike û mudaxele neke. Ji bo rizgarkirina wan deverên dagirkirî divê têkoşîn were mezinkirin. Em bi biryar in herêmên dagirkirî azad bikin. Bi çi awayî dibe bila bibe, em bi hêvî ne ku sala 2021’ê bibe sala azadkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girêspiyê. Ji bo vê, leşkerî jî di navê de divê em her hesabî bikin.”
Çareseriya pirsgirêkan bi dawî kirina dagirkeriyê ye
Xelîl xwest gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastiya dewleta tirk baş nas bikin û zanibin ku dewleta tirk di dijminantiyê de çi jê bê, dê texsîr neke û ji ber vê jî divê tu carî jê hêvî neyê kirin ku dê tiştekî baş bike.
Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl, di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Tişta divê em bikin ew e, divê em dagirkeran ji ser erda xwe derxin. Gelê me, di serî de Şerê Gel ê Şoreşgerî divê di hemû mijaran de, ekonomî, siyasî, dîrokî, çandî û wekî din xwe baş bi rêxistin bike, xwe weke beşekî têkoşînê bibîne û ji bo pêşîgirtina li dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin bike. Hinek dibêjin, bila dewleta tirk ava Elokê berde. Mesele ne ew e, dewleta tirk avê berde yan jî bernede. Mesele dagirkerî ye. Heta dagirkerî hebe, ev ê biqewimin. Lewma çareseriya van hemûyan ew e, dagirkerî bi dawî bibe.”